Ana içeriğe atla

Kayıtlar

2017 tarihine ait yayınlar gösteriliyor

Serê salê binê salê xwedê kurekî bide vê malê.

Çileya Paşîn: Ez li gundê bavê xwe (Dibêjim gundê bavê xwe ji ber ku min tu carî gund weke mala xwe qebûl nekiriye) ketim sala nû. Li gund ez û xwişkên xwe me çirayên xwe vêxist û min ji wan re helbest û çîrokan xwend. Sibat: Piştî pênç salên qerase min kekê xwe bi çavên zindî dît. Bi giştî jî di sibatê de êdî zadên me gihîştin û min pezê xwe dibir nav zadan da ku ez wan biçêrînim. Adar: Piştî deh salan yekemîn Newroza ku ez neçûmê ya vê salê bû. Dilêmin qet ne dixwest ez tevlî pîrozbahiyên Newrozê bibim. Tenê weke sembolîk min li palekî gundê xwe agirê xwe vêxist û çendîn helbestan xwend ji evîndara xwe re. Nîsan: Wisa texmîn dikim ku di jiyana min de pêngaveke girîng e meha Nîsanê. Rojekî ez li ber pez bûm weke her şevên Nîsanê, telefonek ji min re hat û ji min daxwaza pêkve karkirinê di Heftenameya Basê de dihat kirin. Bêyî li ser bifikirim min pesend kir û berê xwe da Stenbolê. Bi saya Basê min bi gelek nivîskar û hunermendên kurd re hevpeyvînan kir. Çend mînakan dixwazim

Ronî Reşo: Pêşbirk şewqa nivîsê zêde dikin

                                                                                                                                                                                        Dara Porxelek Li Batmanê heftemîn pêşbirka li ser navê şehadetkirina Şerzan Kurt a çîrokan hat lidarxistin. Di pêşbirkê de Ronî Reşo di beşa çîroka Kurdî de xelata serkeftinê wergirt. Weke ku tê zanîn Şerzan Kurtê Batmanî di sala 2010an de li Zanîngeha Sitki Koçman a Muxla yê bajarê Tirkiyeyê rastî êrîşa polîsê Tirkiyeyê hatibû û jiyana xwe ji dest dabû. Piştî qetilkirina Şerzan Kurt şaxa Eğitim – Senê ya Batmanê ji bo bîranîna Şerzan Kurt her sal pêşbirka çîrokan bi Kurdî û Tirkî lidar dixe. Îsal jî pêşbirk hat lidarxistin. Gelek kesan serî li pêşbirkê da û di pêşbirkê de ji aliyê lîjneya hilbijartinê ve çîroka Ronî Reşo di beşa Kurdî de çîroka herî serkeftî hat hilbijartin.  Ronî Reşo do 25 saliya xwe de ye û niha di cafeyekî de dixebite. Ronî ji me re çîroka pêşbirk û nivîsandina xwe vedibêje.

Mehmet Dicle: Şêweya efsûnî xwezaya Kurdistanê ye

Dara Porxelek Mehmet Dicle, çîroknivîsê Kurd xwedî şêweyek cuda ye di vegotina maijaran de. Bi şêweya xwe ya efsûnî (Magic Realism) me bi nesneyên biçûk girêdayî çîroka xwe dike. Dema mirov çîroka Mehmet Dicle dixwîne rastî jiyana xwe ya rojane dibe û di heman demê de rastî efsûniya jiyana li Kurdistanê jî tê. Ev hunandina çîroka Mehmet Dîcle kiriye ku di emrê ciwan de bala xwîneran bikşîne û weşangerê Mehmet Dîcle jî ji bo danasîna nivîskarê xwe wiha dibêje: “Mehmet Dicle, ji gotina kilamekê destaneke nûdem çêdike. Stêrkeke geş li asîmanên Kurdistanê û li edebiyata kurdî zêde dibe.” Bi rastî jî dema mirov wan çîrokan dîxwîne mirov bi tameke vegotina çîrokên efsûnî yên nivîskarên cîhangir dimête. Em bi Mehmet Dicle re  li ser çîrokên wî ya pirtûka Narayê axivîn. Xwînerên Mehmet Dicle heta hevoka dawî jî nikare texmîn bike ku dê çîrok çawa bidawî bibe, Hilbijartina şêweya vegotina bi vî awayî… Dema ku ez dinivîsim, tişta ku dixwazim ez bibînin yanê çîroka ku ez hez jê dikim d

Deng tê gelo

Saet li dora 6ê sibehê ye. Dengê kûçika li kolana me olan dide. Dîsa zûr e zûra panzêr û trimbêlên leşkerî yên dagirkeran e. Bi hêrsî ji nav nivînan derdikevim, radibim û kulmek ava cemidî li ser rûçikên xwe dikim. Çiraya Paşîn e û sermaye. Hê berî 5 saetan bû ku min bihîst ez bê kar mame. Giranî û li aliyê dinê jî dilrehetiyek li ser min bû. Di wê baweriyê de me ku ligel hemû kêmasiyên xwe jî min karê xwe serkeftî kir. Werhasil mijara me ne ewe. Îro roja ku Tahir Elçî xatirê xwe ji me xwestiye ye. Xemgînim ji be ku weke wî jî digot 'Ew  ne ew kesê ku serê wî li ser balgîvan koça dawî bike' bû û wisa jî lê hat. Ez nikarim behsa serpêhatiyên xwe ligel wî bikim. Di navbera me de 20 sal heye. Gelo dema ez jî bûm 49 salî wê min jî bikûjin? Ji malê derketim di binhişê min de tevî van fikra. Nanirxînim ha ne heddê mine ez fikran binirxînim. Berbi Ofîsê ve diçûm. di rê de min biryara xwe guherand û li Koşuyolû Parqî peya bûm. Çawa min darên li parkê dît weke ku di vî wêneyî de jî xw

lêgerîna xwe nenasekê

Mirovê ku ji roja ku xwe nas kiriye û vir de di lêgerîna 'Ez kî' me de ye. Di vê lêgerînê de geh xwe li Fredrich Wilhelm Nietzsche xist, geh xwe li Kant xist û geh jî xwe li tasavvûfê xist. Bû xwedênenas ji xwedê ra da xeberan. Bû oldar li pey şopa sofiyên Kurdistanê geriya. Bû materyalîst û xwe li pey şopa jinên etnîk eteklî da. Geh li Diyarbekir geh li Îstîklala Stenbolê bi materyalîst û komînîst û sosyalîstan ra rabû rûnişt. Li pey şopa xwe bû li xwe digeriya di esasê xwe de lê li deverên ku lê digeriya dûrî wî bûn. Piştî demekê di rewşeke wisa xirab de ku dev ji her tiştî berda û berê xwe da daristan û çiyayan bi mehan li wan çiyayan jiyana xwe doman de pê derxist ku mijar ne lêgerîn e. Mijar ne lêgerîn bû, mijar qebûl kirina jiyana di niha de ye bû. Yanê mirov çiqas jî li derveyî xwe li xwe bigere ew lêger beredayî ye. Mirov ji xwe û wir de ne tu tişt e. eger mirov têgihiştina xwe di naskirina kesayeta xwe de temam neke hemû lêgerîn û peyv bê wate ne. Ji ber ku jiyan

Gera Hevselê û wergera xatirê jina efsûnî

Doh ez û Fîgen em daketin kolanên Diyarbekirê û me çendîn wêneyan girt. Saet li 11an de em ji Seyrantepe Tokî derketin û ber bi Ofîsê vê çûn. Min li wir taştê xwar(Fîgen sibê zû xwirîniya xwe kiri bû) piştî taştê em ber bi Dağkapı ve meşiyan.  Me di rê da biryar da ku em biçin Roj Cafe û li wir çayekê vexwin. Me wisa jî kir. Em li Roj Cafe rûnişt in û me li hember Deşta Dîcleyê hinek axivîn. Piştî em ji Rojê derketin me berê xwe da Fiskaya û me xwe li kuçeyên wê yên teng û kevnare da. Li wir zarok weke zarokên gunda bi şên û kêf bûn. Em rastî komek zarokên hev salî hatin û demek bi wan re axivîn jî. Trajediya herî mezin ewe ku ev zarok kî bi Makîna Wênegiriyê bibînin pirsa 'Gelo dê malên me jî birûxînin' dikin. Werhasil dilê me êşiya be jî em Kurd hînî van hal û ahwalan bûne em zaf pêrgî vê nebûn. Me berê xwe da jêr û êm ber bi bax û baxçeyan vê meşiyan di rê de merikekî bi çargavî hespa xwe di ajot. Dema dît di destên me de kamera hene nêzî me bû û çend Poz

Arjen Arî, ev pênc salin helbesta Kurdî sêwî ye

Dara Porxelek xwezî, lewitîn di kirêtiyê de û şer dizî j ime xewnên mîrekî li herêmekê em ji gundekî dijmin jî bûna malê me pev dima neyariya me nedigiha qewmekî kengî bûya lev dihatin em eydekê, erefatekê…  dibêje Arjen Arî. Pêşengê hemdemên xwe, helbestvanê nûjen ê zaravayê Kurmancî. Di 31ê Cotmeha 2012an de ji nav me koç kir. Li pey xwe bi hezaran dildar, bi sedan jî helbest hiştin. Em weke Heftenameya Basê bi sedema 5. salvegera helbestvanê nemir Arjen Arî bi heval û hogir û dostên wî re axivîn û her yekî ji wan ji bo me di derbarê Arjen de nivisî. Ji bo xatirê bîranîna Arjen Arî û xwînerên Heftenameya Basê em çarîneke Arjen Arî ku heta niha nehatiye weşandin tînin pêşberî we xwîneran. îşev rêwiyê şevê me. hew tu dizanî xunav. mêvanê dilê kê me Firat Cewerî: Arjen Arî diltenik bû Dema min û Arjen Arî hevûdu nas kir, dema rêxistinan bû. Em jî di rêxistinekê de hatibûn ba hev. Em pê ketibûn û me xwe bi felsefeya materyalîst digihand; em noqî lîtera

Payîz li Licê tê

Doh me biryar da ku em serê sibê saet li nehan de li qafșaqa Seyrantepe hev bibînin û ber bi Licê ve derkevin rê. Ji xwe hevalên ku min dişopînin dizanin ez ji ber çi li Diyarbekirê me û ez çi dikim hewce nake bikevim nav wê mijarê de. Werhasil serê sibê ez ji nav nivînan pengizîm û şiyar bûm. Ji ber ku ev zû de ye min dev ji alarman berda ye, min go qey ez dereng mam e. Min li saeta telefonê nêrî hê saet 6ê sibehê ye. Ji zû de ye min kelecaneke wisa hîs nekiribû ku bû sedema bi pengizînê ji xew şiyar bibim. Belê ez ê biçûma Licê. Welatê hilweşandin û têkoşîna neteweyî. Saet li dora nehan de ez li qafșaqa Seyrantepe yê bûm û pîqapçî jî li benda min bû. Em li benda xwediyê kêl û pelên ku wê bidin kin û ez ê jî ji xwe re bînim malê bûn. Aram û Mihemed Salih. Aram şanogerekî serkeftî bû û li şaredariya Licê Mamostetiya şanogeriyê dikir. Mihemed Salih jî mamosteyê zimanê Kurdî bû ew jî di bin sîwana şaredariya Licê dixebitî. Mixabin piştî şaredarî ji serokên hatine hilbijartin hatin s

Dewleta Lîechtenstein

Welatê Lîxtaynştaynê welatê ku herî zêde ez meraq dikim û dixwazim biçim wir e. Hêvîdarim îsal piştî çûyîna Albania'yê ez ê biharê berê xwe bidim navenda Ewropa û cara yekem biçim vî welatî. Ez ê ji xwe re plansaziyeke gerê amade bikim û difikirim ku ji Lîxtaynştaynê destpê bikim ber bi Nemsa, Gemany, Swîsre, Luksemburg ve biçim. Dîroka modern a Lîxtaynştayn  Lîxtaynştayn di sala 1806an de serxwebûna xwe îlan kiriye û ji wê rojê vir de jî weke welatekî serbixwe ye. Zimanê Fermî: Almanî ye Hejmara nifûsa wê: 38 Hezar kese Pergala Serokwezîrtiyê tê îdarekirin Serokwezîrê wê Otmar Hasler e. Her çiqas xanedana Lîxtaynştaynê hebe jî ev welat bi demokrasiyê tê îdarekirin.  Danasîna Lîxtaynştayn ji Wikipediayê Liechtenstein(Lîxtaynştayn) an jî Mîrzatiya Liechtensteinê (bi almanî: Fürstentum Liechtenstein), welatekî biçûk ê Ewropayê ye û di navbera Nemsa û Swîsreyê de ye. Piştî Vatîkan, Monako û San Marînoyê re çaremîn dewleta herî biçûk a Ewropayê ye. Prens û Malbata xwe

Cemidîm

Saet 02:43an de ji nîșka ve ji xew şiyar bûm. Min hizir kir ku ez dirhilim (diricifim ) nizanim sar bû an dîsa weke wan salên ku te terka min kiribû ez ji tenêtiyê dirhilîm. Dilê min dikir gupe  gup. Min di vê kêliyê de hizirkir ku min bêriya te kiriye. Helbesteke Abdulla Peşêw hat xwe li ser lêvên min danî. şev daket, çokên min qerimîn, heyv bi banê esman ve betilî. Deriyê xwe li min veke! îşev hatime çinîna gurzeke nêrgizên çavên te, bo hinek bêhnvedanê, bo xewnekê, bo piçek girînê li ser ewrê keziyên xav ên tê. //Abdulla Peşêw // Kurd dibêjin 'Dil miqabilê dilê' lê nizanim gelo di paşila wî ser mezinî, di vê kêliya şeva payîzî de ez jî diniqutim dilê te. Ew dilê te yê ku bi dengê min rastî şahiya dihat an jî hestîyar dibû. Niha baştir fêm dikim ku tu çima di nîvê şevan de şiyar dibû yî û te min hembêz dikir.  Sar e, ez pir dicemidim ka min hembêz bike.. 03:59 4ê Mijdarê Seyrantepe /Diyarbekir 

Wergera helbesteke Paul Celan

Hin caran ez helbestekê dixwînim û bi royan di bin tesîra wê de dimînim. Dema ez vê helbestê jî hevalekî /a xwe re dixwînim dibînim ku pir ji rêzê tê ji wan re. Di rastiya xwe de taybetmendiyeke min heye ku min hê jî kelecanî ya xwe winda nekiriye. Îşev jî yek ji wan helbestan hat ber destên min. Helbestvanê Cihû yê Alman Paul Celan. Birîna şewatê Em ranedizan êdî, nivînên me katjimêra xemgîniyê ne. Weke gopalekî me xwar dikir katjimêr û xulekjimêran. Û tu, her diçû zaftir çûyîna rojê re diaxivî yî . Û min dowanzdeh caran bangî tekir bi peyvên ku te li şevê pêça ye.. Şev vebû û weke xwe ma.. Û min çavekî kire paşila şevê yê din jî li porê te daleqand.. Û di navbera herduyan de min damarê vekirî dirêjî te kir.. Û birûskeke ciwan bi avjeniyê nêzîk bû.. Ev helbest ji Tirkî ji aliyê Dara Porxelek ve  hatiye wergerandin..

Leylan - Mehmet Dicle

                                                         Çîrok bi destpêkeke klasîk a Kurdan destpê dike. “ Pîrê serê sibê zû hişyar dibe, hewşa xwe avreşîn dike û hêdî hêdî weke rîtuelekî paqij dike. Di nav dengên zarokan deng û lîstika zarokan de vî karî dimeşîne.” Ev rîtuel li ber hemû çavên Kurdên ku li gund çêbûne wêneyekî xêz dike bêguman. Dîsa pîrê zarokan hişyar dike ku dengê xwe zêde bilind nekin da ku kalê wan ji xewê şiyar nebe. Lê çi fêde kalo şiyar bûye jî di ji ber deng û reqsa zarokan. Dîsa weke rîtueleke li hemû malên li hemû gundên Kurdan radibe ber bi bîrê ve diçe û dev û ruyê xwe dişo(Em dibêjin dev û rû ne ser û çav). Ne bûka mezin ya navîn lê ya biçûk pêjgîrekî ji xezûrê xwe re tîne ev jî di nav Kurdan de çandeke giştî ye. Sedem nizanim çiye lê li gor tecrûbe û xwendinê min li hemû Kurdistanê ev yek jî weke ku Dîcle di vê çîroka xwe de dinivîse ye. Çîrok û zimanê nivîskar herikbar û sade ne. Çîroka bitenêbûna bi mirina mêrê wê Hecî Resûl û sirgûnkirina

Hesenê Metê: Ez ji bo lehengên xwe giriyame!

BAS - Dara Porxelek “Tekoşer bûm, mîlitan bûm, zîndanî bûm û bûm pêşmerge jî... ku di vê salê min de  îro jî pêwîstî bi min û şerekî hebe, dibêjim qey ez ê dîsa vê yekê bikim..” dibêje Hesenê Metê, nivîskarê Kurd û berhemdêr. Di roman û çîrokên xwe de Hesenê Metê teswîreke îlahî dike û mirovan dişîne cîhaneke xeyalî. Dema mirov nivîsên wî dixwîne geh li vê dinyayê ye geh jî li cîhaneke bê sînor e. Xeyal hêmana nivîsa wî ye.  Weke mînak: “Ku ruhekê şairane bi min re hebûya min ê ji we re bigota cîh û warekî wekî sîngê diya meriv e… Zarokatiya xwe bifikirin, biçin xwe li ser singê diya xwe dirêj bikin serê xwe danin ser wan pêsîrên tije şîrê pak û sipî… Û bikevin xew.” Hesenê Metê ji me re di derbarê serpêhatiya xwe, nivîskariya xwe , lehengên xwe û pêşmergetiya xwe de axivî. Hesenê Metê di dirêjahiya emrê xwe de tim têkoşer bûye, ji Ergaxî ber bi Silêmanî, li wir doza pêşmergetî û nivîsandin… Belê... Tekoşer bûm, mîlitan bûm, zîndanî bûm û bûm pêşmerge jî... ku di vê salê min de