Ana içeriğe atla

Kayıtlar

Eylül, 2017 tarihine ait yayınlar gösteriliyor

Siyajîn: Çîroka çîroka min lêgerîna bîra Kurdan e

BAS - Dara Porxelek Di van heyamên dawîn de çend kesayetên hêja li wêjeya Kurdî zêde bûne. Yek ji wan nivîskarên nû û ciwan jî Siyajîn Aramî ye. Siyajîn Aramî xortekî Batmanî ye û li Zaningeha Akdenîz a Antalyayê beşa hemşîretiyê (Perestar) qedandiye. Siyajîn xebatên kovargerî û şêwira pirtûkên Kurdî dike. Di sala 2016an de di emrê xwe yê 25an de pirtûkeke çîrokên Kurdî bi navê Beranê Çargurcik nivîsand û çap kir. Em weke Heftenameya Basê bi Siyajîn re li ser pirtûka wî û xebatên wî axivîn. Siyajîn çîroka nivîskarî û çîrokbêjiya xwe wiha vedibêje: “Çîrokên ku min nivisîne, gelek ji wan ne çîrokên min in. Jixwe ti carî min ne xwest ku çîrokên xwe an jî ezmûnên xwe yên jiyanê binivîsim. Ev çîrok hemû çîrokên bîra Kurdan e. Çîrokên ku di pirtûka bi navê 'Beranê Çargurçik' de hatine nivîsîn ên me hemûyan e.  Armanca min ji roja pêşî ve ev bû ku ez dosyeyeke 'bîr'ê ('bîr'eke hevpar)  amade bikim û bîra civakî cardin zindî bikim. Ez yek ji wan kesan im ên nif