Ana içeriğe atla

Kayıtlar

Haziran, 2017 tarihine ait yayınlar gösteriliyor

Homer Dizeyî: Hunermend li du cîhana dijîn

Dara Porxelek Homer Dîzeyî li gundê Dûgirdkan yê girêdayî Hewlêra paytexta Kurdistanê ji dayik bûye. Homer Dîzeyî di jiyana xwe de hunermendî, rojnamegerî, siyasetmedarî û pêşmergetî kiriye. Dîzeyî bi dengê xwe yê qedîfe li seranserê Kurdistanê tê guhdarîkirin. Muzîka rojavayî li gor çanda Kurdî gelek balkêş neqişandiye. Em weke Heftenameya Basê ligel Homer Dîzeyî li ser jiyana wî ya hunerî, taybetî, siyasî û rojnamegeriyê axivîn. Hûn ji malbateke dewlemend û xwedî ax bûn. Hûn ji wê fikra eşîrtî û axatiyê derketin û bûne hunermendekî mezin û netewî yê navdar. Ev yek çawa çêbû? Pirsyarek gelek baş e. Rastî problema min ligel vê yekê dûr û dirêj e. Tradîsyona eşîreta beriya 50-60 salî gelek xirab bû. Cihê eşîran di civaka Kurdan de hûn jî baş dizanin. Bi rastî niha ne weke berê ye. Hinek rehet bûye. Dema ez 5-6 salî bûm birayê min bi xweşiya dengê min hesiya. Mirtib dihatin gund û stran digotin min jî jiber dikir û digot. Ez gelek ji stranên mirtiban hez dikim. Dema ez çûm Ewr

Seyadê Şameyê Kekê: “Qulingê brîndar yê Kurdistanê”

Dara Porxelek Jiyaneke sirgûnî, îşkencekirî û mayîna bi salan di zindanan de… Seyadê Şamê ji aliyê malbata xwe ve wek mirî dihat zanîn. Dema dengê Seyad di Radyoya Rewanê de olan dide bawerî bi jiyanek ji nû ve vejînandî tê kirin. Malbata Kekê, girêdayî Eşîra Celaliyan e. Eşîr li navçeya Agiriya Bazidê dimîne. Nuxûriyê bavê xwe ye Seyad. Di heman demê de xwebexşekî doza Kurdistanê ye jî. Dewlet malbata Kekê di sala 1944’an de sirgûnî Yozgatê ji wir jî ber bi Alaca’ya Çorimê ve dike. Dema li sirgûnê bû dozgeriya Erziromê ji Seyad re nameyekê dişîne û dibêje: “Dê doza te ji nû ve bê dîtin, divê tu werî Erziromê.” Her çiqas bavê Seyad dibêje, “Meke kurê min, tesmîlê destê leşkerê Romê nebe” jî Seyad dibêje: “Bavo heta niha min tenê êş û elem daye we, bisekine ez biçim û vê sirgûniyê bidawî binim da ku hûn vegerin Kurdistanê.” Bavê Seyad li ser van gotinan misaade dide Seyad û Seyad berê xwe dide Erziroma şewitî. Dema Seyad diçe Erziromê, bêyî dozgeriyê wî desteser dikin û dibin