Ana içeriğe atla

Arjen Arî, ev pênc salin helbesta Kurdî sêwî ye


Dara Porxelek

xwezî, lewitîn di kirêtiyê de
û şer dizî j ime xewnên mîrekî
li herêmekê em ji gundekî
dijmin jî bûna malê me pev dima
neyariya me nedigiha qewmekî
kengî bûya lev dihatin
em eydekê, erefatekê… dibêje Arjen Arî. Pêşengê hemdemên xwe, helbestvanê nûjen ê zaravayê Kurmancî. Di 31ê Cotmeha 2012an de ji nav me koç kir. Li pey xwe bi hezaran dildar, bi sedan jî helbest hiştin. Em weke Heftenameya Basê bi sedema 5. salvegera helbestvanê nemir Arjen Arî bi heval û hogir û dostên wî re axivîn û her yekî ji wan ji bo me di derbarê Arjen de nivisî. Ji bo xatirê bîranîna Arjen Arî û xwînerên Heftenameya Basê em çarîneke Arjen Arî ku heta niha nehatiye weşandin tînin pêşberî we xwîneran.
îşev rêwiyê şevê me.
hew tu dizanî xunav.
mêvanê dilê kê me

Firat Cewerî: Arjen Arî diltenik bû
Dema min û Arjen Arî hevûdu nas kir, dema rêxistinan bû. Em jî di rêxistinekê de hatibûn ba hev. Em pê ketibûn û me xwe bi felsefeya materyalîst digihand; em noqî lîteratura Marksîzmê bûbûn û me qirik li hev diqetand. Em ji wê derbasî xwendina şaîrên şoreşger bûn. Ji bilî Nazim Hîkmet û Ahmed Arifê ku me bi şev û roj dixwend, em bi ser Mayakovskî, Neruda û Lorca jî ve bûbûn. Bi taybetî jî bi serkêşiya Mayakovskî tevgera futurîstên ûris tesîreke mezin li me dikir. 
Di vê navê de me li Nisêbînê komeleyeke bi navê Komeleya Xortên Şoreşger ên Demokrat vekiribû. Ez, Arjen Arî û Ekrem Kut ji bo komîteya karger a komeleyê hatibûn hilbijartin. Piştî demekê Ekrem ji Nisêbînê koç kir, birêvebirina komelê di destên min û Arjen de ma. Di wê navê de qelem û kaxez ji ba Arjen kêm nedibû û ha ha şiîr dinivîsandin. Di Kurdî de bûbû rengekî din ê Ahmed Arif. Ji xwe re defterek girtibû û deftera xwe dagirtibû. Arjenê diltenik, dil jî girtibû. Lê dildara wî li aliyê xetê yê din, li pişt têlan, li Qamîşlokê bû. 
Rojekê helbesteke xwe ji min re xwend, beşek ji wê helbestê hê jî di bîra min de ye: 

Ez bibêjim lê, wê deng bê te
Lê ev têl, ev mayin, ev leşkerên rom
Ne dihêlin bang bikim, ne jî dihêlin bêm.
Di dawiya salên heftêyan de haziriya derxistina kovara Tîrêjê dihat kirin. Min helbestên Arjen Arî û karîkatorên Niyazi Yıldırım, (navê wî yê hunermendiyê Çep bû) birin Diyarbekirê û teslîmî hevalên Diyarbekirê kir. Piştî demekê, êdî Arjen Arî herfên xwe yên reş li ser kaxeza spî dîtibû, şûr simbêlê wî nedibirî. Êdî şaîr bû, helbestên wî hatibûn weşandin û wê di riya xwe de dewam bikira. 
Piştî cûntaya 12ê Îlona 1980an û heta salên 1990î jî Arjen Arî bêdeng mabû. Helbestên ku dinivîsandin jî di tûrikê xwe de hiltanîn. Gava min di sala 1992an de dest bi weşana Nûdemê kir, min li deriyê Arjen Arî jî xist. Heta hingî jî navê wî ne Arjen Arî bû. Ez dibêjim cara pêşî wî ew nav di Nûdemê de bi kar anî. Heke ne cara pêşî be jî wî herî pir ew nav di Nûdemê de bi kar anî û bi Nûdemê navê Arjen Arî belav bû. 
Arjen Arî diltenik bû, zû evîndar dibû; yanî şaîr bû. Arjen jîr bû, kursiya xwe dadigirt. Arjen şên bû, bi dora xwe re xweş dikir. Arjen ne mirovekî tengijî û dexsokekî jirêderketî bû; henekçi û sohbetxweş bû. Zarê Arjen şêrîn bû, kes jê aciz nedibû. Arjen jixwehez bû, kincekî xweşik li ku hebûya wî yê li xwe bikira, pêlavên wî ne wek ên her kesî bûn. Arjen ferqa nifşan rakiribû, bûbû îdolê xortan. Dilê Arjen hertim xûrt bû. Arjen jî wek Mehmed Uzun û Mahmud Baksî bîra mirina her kesî dibir, lê bîra mirina xwe nedibir. 
Nizanim, ez dikim nakim devê min nagere ez bibêjim Arjen miriye… Arjen Arî ye…
Rêdûr Dîjle: Ez ê Ahmed Arif bikujim
Havîna 2012an. Ber destê êvarî. Li Ofîsê, li dawiya Kolana Hunerê, li qadeke vekirî. Ez û Arjen. Em ji siyasetê-nizam wê çaxê dîsa Leyla Zana tiştek kiribû- ketinê ta em hatin ser helbestê. Qederekê şûn ve, li dor me belkî 9-10 kesên ciwan civiyabûn û bi baldarî guhdêriya Arjen dikirin. Ne dida der, lê ev yek ew kêfxweş dikir. Bi vê re ne wek pêşengekî siyasî, lê wek pêşengekî helbesta hevçax peyva kurmancî dida xeberdan. Behsa ku dê rojekê çawa helbesta Kurdî li vê xakê bibe helbesta serdest dikir û gotina wî ya dawî ev bû: “Mebesta min ew e ku li vê xakê bi şi’ra xwe Ahmed Arif bikujim.” Wê rojê min ev gotin tam îdraq nekir, lê paşê wexta li ser hûr bûm, ev hizir li min peyda bû:
Heke hêmana herî sereke ya helbestê “hest” be, nexwe mirov dikare bibêje ku ji çeşnên edebî hunera herî netewî jî “helbest” e. Di vî warî de T.S. Eliot jî vê nêzîkatiya navborî pesend dike û dibêje civatek dikare wek civateke din bifikire, lê nikare wek a din hîs bike. Lew, hîskirina wek civateke din, mirin e, jixwedûrketin e. Di vî warî de bi barê xwe helbest, barekî giran e. Kesê tevî hemû faktoran bi wêrekî tev bigere û vî barî hilgire, helbestkar e. Di vê çarçoveyê de dema mirov li sekna helbestî ya Arjen dinere, bi exlaq û mi’melata edebî dîmeneke ku hemû qeyd û bend şikandine, bîra netewî ji xwe re kiriye mertal dibîne û leqayî pênûseke ku li dijî her cure pêkûtiyên dîrokî û navxweyî helbest veguherandiye çekekê tê. Û ne ji ber qesda kuştina Ahmed Arif dike, lê ji ber ku dîrokê rojane dike, di çav serdest û mêtingarên ku çima bi zimanê Ahmed Arif bi peyvê nalîze sûcdarekî serdema xwe bû.
Kawa Nemir: "Hezkirin siyeke destevala ye"
31ê Cotmeha 2012'an, roja piştî koça dawî ya Arjen Arî ya şaîrê gewre yê Kurdiya me, dema ku bi boneya Hamleta William Shakespeare ez li Amsterdamê bûm, hevalekî min ew xebera diltezîn a mirina Arjen Arî anî û gihande min, wê kêliyê dest û ling li min sar bûn, ne bi tenê ji ber nemana can û cesedê şaîrekî gewre, lê belkî ji ber hesta ku neteweya Kurd ew henaseya ciwan a kelepora şiêra Kurdî ya nûjen ji dest da û em ên dembesteyên zimanê xwe nema bikaribin ji nû bi ruh bikevitin, belkî jî, li ber wê deng û behsa nebixêr ez bi wî çendî wale bûm, çi ku, li cem min, mirina berwext û Arjen Arî dûrî hev bûn.
Piştî ku ez vegerîyame welêt, bi qasî salekê çendî caran ev qewam hate serê min: Li Amedê, mala min li Ofîsê bû û çendîn mekanên ku ez û mamosta gelek caran bi hev re rûdiniştin û carinan bi saetan me qala edebiyatê û jiyanê dikir, hemû jî li der û dora mala min bûn, di nava rojê de ez derdiketim û diçûme wan mekanan, bi niyeta ku ez û wî em hev du bibînin, lê bi rê de ji nişkê ve dihate bîra min...
Hê jî ez nikarim mirina berwext a Arjen Arî qebûl bikim; çi ku wî qala nivîsîna gelek berhemên din dikir, çi ku alema xeybê hemû hêja û gewreyên me zû ji destên me digire, çi ku, bi wê  dilgiraniya xwe ve li dû mirina wî min wiha nivîsîbû:
"Kurdistanê ti carî bi duristî ji te hez nekir; lê berhema jiyana te xurtir e ji avahîyên qelp ên mutehîdên vî zemanî! Te ji nişkê ve got, "Bi xatirê te, viyana min!" Bi xatirê Te, Arjen Arîyê gewre... Helbesta Kurdî, ew kelepora gewre, bi te serbilind e."
Ez bêyî serê we nebim, li dû mirina wî, kulek jî di dilê min de ma. Arjen Arî zehf hez ji şaîrê Amerîkî Langston Hughes dikir, min jî di nava panzdeh salan de bi zimanê Arjen Arîyî 216 şiêrên Hughes wergerandibûne Kurdî û ew werger jî dîyarî wî kiribû, carinan min ew şiêrên wergerandî ji wî re dixwendin, gelekî kêfa wî dihat, lê wî çapbûna wê wergerê bi çavên serê xwe nedît mixabin û hê jî nehatiye çapkirin wekî kitêb. Lê bila ev şiêra Hughes bigihîje ruh û rewana wî ya pak, ku wî bo risteya, "Hezkirin siyeke destevala ye" digot, "Ev riste, ya min e... Weku min nivîsîbe..."        

                                               Kilamek Bo Keçeke Qemer

                                               Li Dixieyê, li ser rêya li binîya Başûr
                                               (Dil li min dibe dêran)
                                               Dardakirine delala min a ciwan a qemer
                                               Li dareke li ser xaçerêya wêran.

                                               Li Dixieyê, li ser rêya li binîya Başûr
                                               (Bedena bi kul û birîn rakirine hewayê)
                                               Min pirsî ji Îsayê spî yê Mîr
                                               Sûde çi bû ji nîyaz û duayê.

                                               Li Dixieyê, li ser rêya li binîya Başûr
                                               (Dilê min ranagirê)
                                               Hezkirin sîyeke destevala ye
                                               Li ser dareke rût û girêgirê.
Ez gelekî bêrîya Arjen Arî dikim; bi hesreta ku qet sar nabe, bi xema ku ciyê wê tijî nabe.

Mihemed Ronahî:  Ji bîranîn û bîreweriyên wî  bêhtir, min ji bîra wî hez kir
Qeda li dinê keve! Heya her tiştî neguherîne û têk nebe dev jê bernade. Bi kulîlkeke heftreng destpê dike çîroka darekê û bi zer û zerkemîbûnê dîqede. Bi şahî û şênayî destpê dîke çîroka mîrovan û bi şînekê diqede. Çawa ku behr ji çeman kedî dibin û bi çeman tên dagirtin. Mirov jî li vê jînê bi bîreweriyan dadigirin bîra xwe. Heya ku li jînê be xwedî bîrekê ye pîştî çû bîra wî xwe werdigerîne bîranînan. Di vê jiyanê de erka mirov a yekem paqijdagirtina wê bîrê ye bi ya min. Lewre her mirov bi bîra xwe mirov e. Her kes bi qasî bîra xwe paqij e bê ka ava xwe ji kîjan çeman dagirtiye, ji avên berfên kîjan çiyayan nizilandiye avên xwe yên zelal.
Arjenê min û we jî bîrek bû ji bîrên herî pak ên Kurdistanê lê serê xwe girt û ji nav me hilat. Ji hinekan re bîra xwe, ji hinekan re bîranînên xwe, ji hinekan re jî bîreweriyên xwe hişt û çû. Mala xwedê ava ku ji min re hersê jî hişt û wisa çû. Lê ji bîranîn û bîreweriyên wî bêhtir min ji bîra wî hez kir (ew bîra wî ya ku ji avên Kurdistanê yên herî zelal û paqij xwe nizilandibûyê). Di wê bîra wî ya paqij de Kurdistan her yek perçe bû belkî loma min ewqas jê hez kir. Min Kurdistanek nedabeşkirî di wê bîrê de dît. Hema hema her roj nebûya jî ji du rojan carê teqez em li cem hev bûn. Beriya nexweşiya wî me tim behsa Dêrsimê dikir û havîn bû. Tim digot em rojekê biçin Dêrsimê axir rojekê em bi rê ketin û me berê xwe da Dêrsimê. Wexta em ketin bajarê Dêrsimê di seyarê de ji min re got “Tu zanî ji bo çi min ewqas xwest ez vir bibînîm?” Min got “çima?” got “Tenê ji bo ku ez çiyayê Tûjik bibînîm min xwest ez bêm. Min di helbestên xwe de tim navê vî çiyayî bikar dianî lê min nedîtibû. Êdî dikarim bimirim”
Bo min pir watedar bû ev nêrîna wî lewre dîtina perçeyekî welatê xwe ne wek ger û geştekê wek erkekê dizanî û piştî dîtinê weke ku erkeke pîroz bi cih anîbe kêfxweş bûbû.
Ömer Faruk Baran: Bi ciwanan re nola hevalê salan radibû rûdinişt
Di sala 2011an de min di pêşbaziya çîrokan ya Abdullah Duran de xelat wergirtibû. Bo şeva merasîmê ji Stenbolê hatibûm Diyarbekirê. Nemir Arjen Arî jî hatibû merasîmê. Dema min xelat wergirt, min got ‘’Rok bibe, welatê me azad bibe û bo wêjeya me li ser navê şairên mîna Mamoste Arjen Arî jî pêşbirk li dar kevin’’ Abdullah Duranê zarok ji alîyê polîsên dewleta Tirkîyê ve hatibû kuştin ji ber ku. Kêfa nemir Arjen Arî ji wê axaftina min re hat nehat nizanim, lê ez paşê bi gotina xwe pir poşman bûm. Bi nezaniyê min ji hêlekê ve mirina wî xwestibû. Jixwe di ser re salek derbas bû, rehmetî bû. Niha li ser navê wî pêşbirka helbestan li dar dikeve û Arjenên nû tên wêjeya me. Helbet ti kes şûna wî nagire û ez dibêm qey kê bi cenabê wî re kêliyekê be jî muhbet kiriye nebûna wî hîs dike û pir bêriya wî dike. Bi me ciwanên wê çaxê re nola hevalê salan rabû rûdinişt û em nedişikênan. Di sala 2012an de bo festîvaleke li Soranê, em ji Diyarbekirê bi otobusê çûbûn başûrê welêt. Rêwitiya min ya herî xweş e li vê jiyanê: Ez li kêleka wî rûniştibûm û heta rê qedîya geh ji vê rêzikê geh ji wê helbestê, min ji hemî berhemên wî her tiştî min meraq dikir pirs kir. Xweziyeke li gewriya min wer, çû filitî min tiştên wî gotinî ne li cîhazekê ne li defterekê qeyd nekir.
HEFTENAMEYA BAS

Yorumlar

  1. The best casino table games for a budget with the bonus
    games and tables 삼척 출장샵 at the best casino 포항 출장마사지 table games for a budget with the 용인 출장샵 bonus. JackpotCity 충청남도 출장샵 Casino - $1,000 Bonus. 서울특별 출장마사지

    YanıtlaSil

Yorum Gönder

Bu blogdaki popüler yayınlar

Abdulla Keskîn: Xeyala min a mezin xeyala her kurdekî ye

Gelî xwînerên Ezîz, bloga Dara Bandînî ji bo we xwîneran dest bi beşeke nipînû dike. Di vê beşê de her heftî wê bi mêvanên cûr bi cûr re hevpeyvînên dij rêbazê lidarbixe. Destpêka vê beşê em bi Damezrêner û Edîtorê Weşanxaneya Avestayê Abdulla Keskîn re axivîn. Abdulla Keskîn tevî edîtriya xwe û weşangeriya xwe bi qeşengbûna xwe jî di nav ciwanan de weke fenomenekî ye. Em xort û keçên kurd di şopa te de ne kak Abdulla. Kerem bikin bersivên Abdulla Keskîn li jêr in.               Abdullah Keskîn kê ye? Nizanim, hê jî bi min nexweş û zehmet tê ku li ser xwe bipeyivim. Ez bawer im kesên van rêzan bixwînin ên bi hêsanî karibin xwe bigihînin hin agahiyên biyografik an jî ez vî barî bavêjim ser milê te. Ciwanên kurd meraqa te dikin, jiyana te ya rojane çawa derbas dibe? Pir sade û tenê, hez ji herduyan jî dikim. Berê dereng radizam û dereng radibûm, vêga diguherim. Wextê min bêhtir li mal derbas dibe, ji rûniştina li mal hez dikim, heta nîvro dixwînim, ligel qahwê û tiştine s

Serê salê binê salê xwedê kurekî bide vê malê.

Çileya Paşîn: Ez li gundê bavê xwe (Dibêjim gundê bavê xwe ji ber ku min tu carî gund weke mala xwe qebûl nekiriye) ketim sala nû. Li gund ez û xwişkên xwe me çirayên xwe vêxist û min ji wan re helbest û çîrokan xwend. Sibat: Piştî pênç salên qerase min kekê xwe bi çavên zindî dît. Bi giştî jî di sibatê de êdî zadên me gihîştin û min pezê xwe dibir nav zadan da ku ez wan biçêrînim. Adar: Piştî deh salan yekemîn Newroza ku ez neçûmê ya vê salê bû. Dilêmin qet ne dixwest ez tevlî pîrozbahiyên Newrozê bibim. Tenê weke sembolîk min li palekî gundê xwe agirê xwe vêxist û çendîn helbestan xwend ji evîndara xwe re. Nîsan: Wisa texmîn dikim ku di jiyana min de pêngaveke girîng e meha Nîsanê. Rojekî ez li ber pez bûm weke her şevên Nîsanê, telefonek ji min re hat û ji min daxwaza pêkve karkirinê di Heftenameya Basê de dihat kirin. Bêyî li ser bifikirim min pesend kir û berê xwe da Stenbolê. Bi saya Basê min bi gelek nivîskar û hunermendên kurd re hevpeyvînan kir. Çend mînakan dixwazim