Ana içeriğe atla

Cemidîm


Saet 02:43an de ji nîșka ve ji xew şiyar bûm. Min hizir kir ku ez dirhilim (diricifim ) nizanim sar bû an dîsa weke wan salên ku te terka min kiribû ez ji tenêtiyê dirhilîm. Dilê min dikir gupe  gup. Min di vê kêliyê de hizirkir ku min bêriya te kiriye.
Helbesteke Abdulla Peşêw hat xwe li ser lêvên min danî.

şev daket,
çokên min qerimîn,
heyv bi banê esman ve betilî.
Deriyê xwe li min veke!
îşev hatime
çinîna
gurzeke nêrgizên çavên te,
bo hinek bêhnvedanê,
bo xewnekê, bo piçek girînê
li ser ewrê keziyên xav ên tê. //Abdulla Peşêw //

Kurd dibêjin 'Dil miqabilê dilê' lê nizanim gelo di paşila wî ser mezinî, di vê kêliya şeva payîzî de ez jî diniqutim dilê te. Ew dilê te yê ku bi dengê min rastî şahiya dihat an jî hestîyar dibû.
Niha baştir fêm dikim ku tu çima di nîvê şevan de şiyar dibû yî û te min hembêz dikir. 

Sar e, ez pir dicemidim ka min hembêz bike..

03:59 4ê Mijdarê
Seyrantepe /Diyarbekir 

Yorumlar

Bu blogdaki popüler yayınlar

Arjen Arî, ev pênc salin helbesta Kurdî sêwî ye

Dara Porxelek xwezî, lewitîn di kirêtiyê de û şer dizî j ime xewnên mîrekî li herêmekê em ji gundekî dijmin jî bûna malê me pev dima neyariya me nedigiha qewmekî kengî bûya lev dihatin em eydekê, erefatekê…  dibêje Arjen Arî. Pêşengê hemdemên xwe, helbestvanê nûjen ê zaravayê Kurmancî. Di 31ê Cotmeha 2012an de ji nav me koç kir. Li pey xwe bi hezaran dildar, bi sedan jî helbest hiştin. Em weke Heftenameya Basê bi sedema 5. salvegera helbestvanê nemir Arjen Arî bi heval û hogir û dostên wî re axivîn û her yekî ji wan ji bo me di derbarê Arjen de nivisî. Ji bo xatirê bîranîna Arjen Arî û xwînerên Heftenameya Basê em çarîneke Arjen Arî ku heta niha nehatiye weşandin tînin pêşberî we xwîneran. îşev rêwiyê şevê me. hew tu dizanî xunav. mêvanê dilê kê me Firat Cewerî: Arjen Arî diltenik bû Dema min û Arjen Arî hevûdu nas kir, dema rêxistinan bû. Em jî di rêxistinekê de hatibûn ba hev. Em pê ketibûn û me xwe bi felsefeya materyalîst digihand; em noqî lî...

Deng tê gelo

Saet li dora 6ê sibehê ye. Dengê kûçika li kolana me olan dide. Dîsa zûr e zûra panzêr û trimbêlên leşkerî yên dagirkeran e. Bi hêrsî ji nav nivînan derdikevim, radibim û kulmek ava cemidî li ser rûçikên xwe dikim. Çiraya Paşîn e û sermaye. Hê berî 5 saetan bû ku min bihîst ez bê kar mame. Giranî û li aliyê dinê jî dilrehetiyek li ser min bû. Di wê baweriyê de me ku ligel hemû kêmasiyên xwe jî min karê xwe serkeftî kir. Werhasil mijara me ne ewe. Îro roja ku Tahir Elçî xatirê xwe ji me xwestiye ye. Xemgînim ji be ku weke wî jî digot 'Ew  ne ew kesê ku serê wî li ser balgîvan koça dawî bike' bû û wisa jî lê hat. Ez nikarim behsa serpêhatiyên xwe ligel wî bikim. Di navbera me de 20 sal heye. Gelo dema ez jî bûm 49 salî wê min jî bikûjin? Ji malê derketim di binhişê min de tevî van fikra. Nanirxînim ha ne heddê mine ez fikran binirxînim. Berbi Ofîsê ve diçûm. di rê de min biryara xwe guherand û li Koşuyolû Parqî peya bûm. Çawa min darên li parkê dît weke ku di vî wêneyî de jî xw...

Tarih Utanır mı.?

Henüz söylenmemiş sözcüğe gebe olan bir şairin mısralarında var olmayı arzuluyorum. Yoksulluk ile yoksunluk arasında sıkışmışlığımın kimliksizliğimle ne derece orantılı olduğunu bilmeden. Yalnızca yaşam ve ölüm arasında gelgitler yaşamaktayım. Şiirine meze olmak için kaç faili meçhule kurban gitmeliyim. Ya da hangi katliama uğramış ruhu taşıyayım.. Enfal mi Zilan mı Yahut Şengal mi.. Bu kaçıncı eksilmişliğim.. Bu ne kendini bilmez tarih.. Bu ne hadsiz bir yaşam. Sadece uyumak düşer payıma. Sade parçalanmış bir ruh ile uyumak.. Şiir yazamayan Şairin çaresizliğiyim.. Kendimden gayrı yoktur düşmanım..