Ana içeriğe atla

Kayıtlar

Ağustos, 2017 tarihine ait yayınlar gösteriliyor

Helîm Yûsiv: Jiyana Kurdan bi xwe jî efsûnî ye

Dara Porxelek  Hin nivîskar hene dema xwîner berhemên wan dixwînin rastiya civakê li ber çavê wan tê xemilandin. Helîm Yûsiv jî yek ji wan nivîskaren e ku ji xwe re şêweya efsûnî ya wêjeyê hilaniye û di berhemên xwe de dide ber çavê xwînerên xwe. Nivîskar û siyasetmedarê gewre yê Kurd Helîm Yûsiv bersiva pirsên Heftenameya Basê da. Di pirtûkên xwe de hûn bingeha şêweya xwe li ser esasên efsûnî datînin, rewşa ku Kurd di nav de ne tesîrê li vê yekê dike an tercîha we ji ber normên edebiyatê ye? Mijara efsûnî an jî realîzmê hinek tevlîhev e. Li gorî min nivîskarê Kurd ne hewceye xeyala xwe têxe nav nivîsên xwe. Ji ber ku rewşa ku Kurd tê de derbas dibin têra xwe efsûnî û xeyalî ye. Ez, nivîskarê Kurd bi şens dibînim. Mijar û jiyana Kurdan têr û dewlemend e. Di vê derbarê de ew tayê di navbera efsûnî an jî realîzmê de tayekî gelekî zirav e. Nivîskarekî Kurd dema qala bûyereke ku bûye dike ji me re jî zehmete ku em bizanibin gelo ev bûyer raste an jî xeyal e. Herwiha dema xwînerekî