Ana içeriğe atla

Leylan - Mehmet Dicle

                                                        

Çîrok bi destpêkeke klasîk a Kurdan destpê dike. “ Pîrê serê sibê zû hişyar dibe, hewşa xwe avreşîn dike û hêdî hêdî weke rîtuelekî paqij dike. Di nav dengên zarokan deng û lîstika zarokan de vî karî dimeşîne.”
Ev rîtuel li ber hemû çavên Kurdên ku li gund çêbûne wêneyekî xêz dike bêguman. Dîsa pîrê zarokan hişyar dike ku dengê xwe zêde bilind nekin da ku kalê wan ji xewê şiyar nebe. Lê çi fêde kalo şiyar bûye jî di ji ber deng û reqsa zarokan. Dîsa weke rîtueleke li hemû malên li hemû gundên Kurdan radibe ber bi bîrê ve diçe û dev û ruyê xwe dişo(Em dibêjin dev û rû ne ser û çav). Ne bûka mezin ya navîn lê ya biçûk pêjgîrekî ji xezûrê xwe re tîne ev jî di nav Kurdan de çandeke giştî ye. Sedem nizanim çiye lê li gor tecrûbe û xwendinê min li hemû Kurdistanê ev yek jî weke ku Dîcle di vê çîroka xwe de dinivîse ye.
Çîrok û zimanê nivîskar herikbar û sade ne.
Çîroka bitenêbûna bi mirina mêrê wê Hecî Resûl û sirgûnkirina kurê wê yê mezin destpê dike. Kurê mezin li navçeyê mamosteyê xwendingehê ye û tê sirgûnkirin tevî jin û zarokên xwe koçberî bajarê Tirkan ê mezin dike. Yê nêvî jî piştî çûyîna birayê xwe yê mezin berê xwe dide heman bajarî. Yê biçûk ji xwe di cîhaneke cuda dijî. Bi jineke Alman re dizewice û berê xwe dide welatê Almanan.  Heta virê nivîskar ji xwîner re qala der û dora pîrê dike û hê xwîner ne kişandiye kûrahiya derûnî û tenêbûna pîrê. Bi vî awayî xwîner hinî tenêbûna pîrê dike.

Dema min xwend min binê çend hevokann xêz kir
Dîcle bi devê pîrê dema qala bûka Almanî dike wiha dibêje: “Li wêne dinêre pîrê, lê ne li kurê xwe, li jinika bi qasî tava zivistanê zer û bi qasî tava zivistanê sar dinêre.” Li gorî min Dîcle di vê hevokê de dixwaze bilêvbike ku; “Lawik her çi bin jî, li ber dilê dayîka xwe tim ew lawikê hê sebî ne û tu carî dayîk ji lawikê xwe naxeyîdin. Tim sûcdar ew kesên li hember zarokên wê ne ne.”
Rêyeke mîna marê mirî…
Dîcle di rûpela 14mîn qala Kurdên ku ji mal û war û gundên xwe koç kirine dike ku heta meytê wan(Termê wan) venegere gund ew  bi zindî venagerin.” Pîrê her sibeh bi hilkişandina tavê re berê xwe dide girê li hember navçeyê ku mezelê(Gor) mêr û qîza wê li serê wî girî ne. Her wiha dareke givîjê jî li ser vî girî heye û pîrê li bin siya dara givîjê gilî û gazinên xwe ji Rehmetiyê Hecî Resûl dike. Pîrê li bin siya darê li hember bajêr disekine hûrdibe li ser pirsa ‘Çima?’ Hevokek di vê çîrokê de derbas dibe ku weke agir li kezeba min bikeve xwe bera nav hundirê min da. Pîrê dibêje: “Çima av û hewaya vê axê bûbûn mar û dûvijk(dûpişk).”
Xewnên tenêtiyê…
Di berdewama çîrokê de pîrê çendîn caran xewnan dibîne. Di xewnên xwe de tim demên beriya mirina Hecî Resûl dide berçavan. Ev yek jî li gorî min ‘Metafora bitenêbûna jinê bi mirina mêrê wê destpê dike’ dide berçavê xwîneran.
Metafora ax û pîrê..
Di rûpela 15an de Dîcle metafora ax û pîrê bikartîne ku ev metafor ji aliyê gelek civaknasan ve tê qebûl kirin. Çiye ev metafor. Ew kesên ku li gund çêbûbin û li ser wê axê,xweliyê mezin bûbin li kîjan devera cîhanê jî bijîn bêriya wê axê, wê xweliyê dikin. Ev yek weke Genetîk û ax pêkve ne tê nîrxandin. Nizanim li benda şîroveyên we me.
Çend hevokên ku min binê wan xêzkirî û nêrînên min di derbarê çîrokê de.
- Li wêne dinêre pîrê, lê ne li kurê xwe, li jinika bi qasî tava zivistanê zer û bi qasî tava zivistanê sar dinêre.
- Pîr, bêdeng bû, zivistan jî dijwar
*Bi giştî di vê çîrokê û çîrokên dinê yên pirtûka Mehemet Dîcle ya bi navê Nara de pênûseke xurt heye.
* Şîroveyeke balkêş.
*Hunandineke xweş.
Nişe: Bila Mehmet Dîcle tim binivîse û em jî bixwînin.

Spas ji bo Mistefa Doğan ku bi israrî ji min re got Mehmet Dîcle bixwîne.
Nişe 2: Ev cara yekemîne ez nêrînên xwe di derbarê çîrokekî de dinivîsim. Kêmasî hebin jî biborin.




Pitûk: Nara
Nivîskar: Mehmet Dicle
Weşanxane: Avesta/2010 
Çapa duyem: 2015/ 103 Rûpel

Yorumlar

Bu blogdaki popüler yayınlar

Abdulla Keskîn: Xeyala min a mezin xeyala her kurdekî ye

Gelî xwînerên Ezîz, bloga Dara Bandînî ji bo we xwîneran dest bi beşeke nipînû dike. Di vê beşê de her heftî wê bi mêvanên cûr bi cûr re hevpeyvînên dij rêbazê lidarbixe. Destpêka vê beşê em bi Damezrêner û Edîtorê Weşanxaneya Avestayê Abdulla Keskîn re axivîn. Abdulla Keskîn tevî edîtriya xwe û weşangeriya xwe bi qeşengbûna xwe jî di nav ciwanan de weke fenomenekî ye. Em xort û keçên kurd di şopa te de ne kak Abdulla. Kerem bikin bersivên Abdulla Keskîn li jêr in.               Abdullah Keskîn kê ye? Nizanim, hê jî bi min nexweş û zehmet tê ku li ser xwe bipeyivim. Ez bawer im kesên van rêzan bixwînin ên bi hêsanî karibin xwe bigihînin hin agahiyên biyografik an jî ez vî barî bavêjim ser milê te. Ciwanên kurd meraqa te dikin, jiyana te ya rojane çawa derbas dibe? Pir sade û tenê, hez ji herduyan jî dikim. Berê dereng radizam û dereng radibûm, vêga diguherim. Wextê min bêhtir li mal derbas dibe, ji rûniştina li mal hez dikim, heta nîvro dixwînim, ligel qahwê û tiştine s

Arjen Arî, ev pênc salin helbesta Kurdî sêwî ye

Dara Porxelek xwezî, lewitîn di kirêtiyê de û şer dizî j ime xewnên mîrekî li herêmekê em ji gundekî dijmin jî bûna malê me pev dima neyariya me nedigiha qewmekî kengî bûya lev dihatin em eydekê, erefatekê…  dibêje Arjen Arî. Pêşengê hemdemên xwe, helbestvanê nûjen ê zaravayê Kurmancî. Di 31ê Cotmeha 2012an de ji nav me koç kir. Li pey xwe bi hezaran dildar, bi sedan jî helbest hiştin. Em weke Heftenameya Basê bi sedema 5. salvegera helbestvanê nemir Arjen Arî bi heval û hogir û dostên wî re axivîn û her yekî ji wan ji bo me di derbarê Arjen de nivisî. Ji bo xatirê bîranîna Arjen Arî û xwînerên Heftenameya Basê em çarîneke Arjen Arî ku heta niha nehatiye weşandin tînin pêşberî we xwîneran. îşev rêwiyê şevê me. hew tu dizanî xunav. mêvanê dilê kê me Firat Cewerî: Arjen Arî diltenik bû Dema min û Arjen Arî hevûdu nas kir, dema rêxistinan bû. Em jî di rêxistinekê de hatibûn ba hev. Em pê ketibûn û me xwe bi felsefeya materyalîst digihand; em noqî lîtera

Serê salê binê salê xwedê kurekî bide vê malê.

Çileya Paşîn: Ez li gundê bavê xwe (Dibêjim gundê bavê xwe ji ber ku min tu carî gund weke mala xwe qebûl nekiriye) ketim sala nû. Li gund ez û xwişkên xwe me çirayên xwe vêxist û min ji wan re helbest û çîrokan xwend. Sibat: Piştî pênç salên qerase min kekê xwe bi çavên zindî dît. Bi giştî jî di sibatê de êdî zadên me gihîştin û min pezê xwe dibir nav zadan da ku ez wan biçêrînim. Adar: Piştî deh salan yekemîn Newroza ku ez neçûmê ya vê salê bû. Dilêmin qet ne dixwest ez tevlî pîrozbahiyên Newrozê bibim. Tenê weke sembolîk min li palekî gundê xwe agirê xwe vêxist û çendîn helbestan xwend ji evîndara xwe re. Nîsan: Wisa texmîn dikim ku di jiyana min de pêngaveke girîng e meha Nîsanê. Rojekî ez li ber pez bûm weke her şevên Nîsanê, telefonek ji min re hat û ji min daxwaza pêkve karkirinê di Heftenameya Basê de dihat kirin. Bêyî li ser bifikirim min pesend kir û berê xwe da Stenbolê. Bi saya Basê min bi gelek nivîskar û hunermendên kurd re hevpeyvînan kir. Çend mînakan dixwazim