Ji ber ku disêwirim, ez ne ez im.. Ji ber ku ez disêwirim.. Disêwirim... Ji ber berî ew min berdin rojê.. min xwe berda sêwirandinên xwe.. ( Lêolo ) Di 7/03/2018an de te ev fîlmê Kanadayî temaşe kir û van rêzikên li jor te ji wir girt. Filmeke têra xwe kûr bû bi rastî. Niha tu yê bibêjî vî Darayo ji ber çi ji min re qala van çîrokan dike. Temam rast e ji bo îroya te dibe ku weke çîrokê ji te re hatibe lê di dema ku ez vê nivîsê dinivîsim de ev film xwedî tesîreke derûnî ye di esasê xwe de. Piştî çend deqê dinê wê bibe 'Roja cîhanî ya jinan'. Ev îro bû mehek û çend roje min li dayîka xwe ne geriyaye. Weke ku ez bêriya wê dikim bêriya tu berdilka xwe nakim. Ji min na xeyide ez dizanim. Pênç salan jî ez lê negerim neçim cem wê, dema ez çûm min xwe da ber çokên wê dê dîsa min efû bike. Weke ku tu tişt nebûbe dê dîsa porê min şeh bike, ji min re kala xwe û nexweşînên xwe bike. Ew dayîka te ya ku hê 40 saliya xwe de ji ber derd û keserên k...