Ana içeriğe atla

Dewleta Lîechtenstein




Welatê Lîxtaynştaynê welatê ku herî zêde ez meraq dikim û dixwazim biçim wir e. Hêvîdarim îsal piştî çûyîna Albania'yê ez ê biharê berê xwe bidim navenda Ewropa û cara yekem biçim vî welatî. Ez ê ji xwe re plansaziyeke gerê amade bikim û difikirim ku ji Lîxtaynştaynê destpê bikim ber bi Nemsa, Gemany, Swîsre, Luksemburg ve biçim.

Dîroka modern a Lîxtaynştayn 
Lîxtaynştayn di sala 1806an de serxwebûna xwe îlan kiriye û ji wê rojê vir de jî weke welatekî serbixwe ye.
Zimanê Fermî: Almanî ye
Hejmara nifûsa wê: 38 Hezar kese
Pergala Serokwezîrtiyê tê îdarekirin
Serokwezîrê wê Otmar Hasler e.
Her çiqas xanedana Lîxtaynştaynê hebe jî ev welat bi demokrasiyê tê îdarekirin. 

Danasîna Lîxtaynştayn ji Wikipediayê
Liechtenstein(Lîxtaynştayn) an jî Mîrzatiya Liechtensteinê (bi almanî: Fürstentum Liechtenstein), welatekî biçûk ê Ewropayê ye û di navbera Nemsa û Swîsreyê de ye. Piştî Vatîkan, Monako û San Marînoyê re çaremîn dewleta herî biçûk a Ewropayê ye.
Prens û Malbata xwe

Ev Şatoya ku hûn di wêneyan de dibînin mala Prensê Lîxtaynştaynê. Bi rastî jî Prens û Malbata wî di vê şatoyê de dijîn. Çîroka Prensê Lîxtaynştaynê jî ewe ku di sala 1929an de ji aliyê Prens Franzê yekemîn ve hatiye damezirandin. Bi Elîsabeth von Gutmann a ku cihûyeke welatiya Wiyanayê ye re dizewice. Di şerê duyemîn ê cîhanê de ji ber ku jina wî cihû ye di bin zexta Hîtlerî de ye. Lê belê ji şerê duyemîn ê cîhanê bihêztir û dewlemendtir derdikeve.

Rêjeya bêkariyê

Li seranserê Ewropa Welatê ku herî kêm bêkarî lê heye welatê Lîxtaynştayn e ku hejmara şêniyên wê tenê 38 hezar e. Îro li gor ragihandina saziya kar û barên nevxweyî ya Lîxtaynştaynê li wî welatî tenê 307 kes e bêkar e. Sedema vê yekê jî welatiyên li Lîxtaynştaynê bi piranî ji Nemsa(Austurya) an jî Swîsreyê hatine ye. Îsal li seranserê vî welêtî hejmara kesên ku destbi kar kirine 12 kese. Bifikirin welatekî ku rêjeya bêkariyê tenê 307 kes e û ew welat ne endamê tu sazî û rêkeftina ye jî.

Yorumlar

Bu blogdaki popüler yayınlar

Arjen Arî, ev pênc salin helbesta Kurdî sêwî ye

Dara Porxelek xwezî, lewitîn di kirêtiyê de û şer dizî j ime xewnên mîrekî li herêmekê em ji gundekî dijmin jî bûna malê me pev dima neyariya me nedigiha qewmekî kengî bûya lev dihatin em eydekê, erefatekê…  dibêje Arjen Arî. Pêşengê hemdemên xwe, helbestvanê nûjen ê zaravayê Kurmancî. Di 31ê Cotmeha 2012an de ji nav me koç kir. Li pey xwe bi hezaran dildar, bi sedan jî helbest hiştin. Em weke Heftenameya Basê bi sedema 5. salvegera helbestvanê nemir Arjen Arî bi heval û hogir û dostên wî re axivîn û her yekî ji wan ji bo me di derbarê Arjen de nivisî. Ji bo xatirê bîranîna Arjen Arî û xwînerên Heftenameya Basê em çarîneke Arjen Arî ku heta niha nehatiye weşandin tînin pêşberî we xwîneran. îşev rêwiyê şevê me. hew tu dizanî xunav. mêvanê dilê kê me Firat Cewerî: Arjen Arî diltenik bû Dema min û Arjen Arî hevûdu nas kir, dema rêxistinan bû. Em jî di rêxistinekê de hatibûn ba hev. Em pê ketibûn û me xwe bi felsefeya materyalîst digihand; em noqî lî...

Deng tê gelo

Saet li dora 6ê sibehê ye. Dengê kûçika li kolana me olan dide. Dîsa zûr e zûra panzêr û trimbêlên leşkerî yên dagirkeran e. Bi hêrsî ji nav nivînan derdikevim, radibim û kulmek ava cemidî li ser rûçikên xwe dikim. Çiraya Paşîn e û sermaye. Hê berî 5 saetan bû ku min bihîst ez bê kar mame. Giranî û li aliyê dinê jî dilrehetiyek li ser min bû. Di wê baweriyê de me ku ligel hemû kêmasiyên xwe jî min karê xwe serkeftî kir. Werhasil mijara me ne ewe. Îro roja ku Tahir Elçî xatirê xwe ji me xwestiye ye. Xemgînim ji be ku weke wî jî digot 'Ew  ne ew kesê ku serê wî li ser balgîvan koça dawî bike' bû û wisa jî lê hat. Ez nikarim behsa serpêhatiyên xwe ligel wî bikim. Di navbera me de 20 sal heye. Gelo dema ez jî bûm 49 salî wê min jî bikûjin? Ji malê derketim di binhişê min de tevî van fikra. Nanirxînim ha ne heddê mine ez fikran binirxînim. Berbi Ofîsê ve diçûm. di rê de min biryara xwe guherand û li Koşuyolû Parqî peya bûm. Çawa min darên li parkê dît weke ku di vî wêneyî de jî xw...

Tarih Utanır mı.?

Henüz söylenmemiş sözcüğe gebe olan bir şairin mısralarında var olmayı arzuluyorum. Yoksulluk ile yoksunluk arasında sıkışmışlığımın kimliksizliğimle ne derece orantılı olduğunu bilmeden. Yalnızca yaşam ve ölüm arasında gelgitler yaşamaktayım. Şiirine meze olmak için kaç faili meçhule kurban gitmeliyim. Ya da hangi katliama uğramış ruhu taşıyayım.. Enfal mi Zilan mı Yahut Şengal mi.. Bu kaçıncı eksilmişliğim.. Bu ne kendini bilmez tarih.. Bu ne hadsiz bir yaşam. Sadece uyumak düşer payıma. Sade parçalanmış bir ruh ile uyumak.. Şiir yazamayan Şairin çaresizliğiyim.. Kendimden gayrı yoktur düşmanım..