Ana içeriğe atla

Kayıtlar

Kasım, 2014 tarihine ait yayınlar gösteriliyor

Hecî Qadirê Koyî

Hacî Qadir Koyî li gundê Qoreqeracda li herîmê Koyê sala 1815ji dayika xwe bûye. Di biçûktîya xweda bêbav maye, bavê wî miribû, dayka wî ew birîye Koyê û bi arîkarîya Axâ û Begên dewlemend û xérxwez daye ser xwendinê. Ew lî mizgefta Koyêda li cem mêle Ahmed Gunbetî tevî Mehemed Gelî- zadê hînî xwendinê bûye û navê feqîtîyê standiye û bi feqî- tî gerîyaye, çûye Xoşnavê, Serdeştê, Erbîlê, Kerkûkê, Su lemanîyê, Sabilaxé û Şîno. Li cem merivên zana û ulmdar hîn bûye, navê mêla standi ye, bûye mêla- û bi navê mêla li Kurdistanê gerîyaye, çûye Stembole, li wê derê. bûye nasê gire-girên Kurd û Kurdistané, Yên li wî wextî li ser qulixa hukmatê bûn û komên rewşenbîrkirna Kurdan û serbestîya wan sazkiribûn, Li Stemblé Qadir Koyî bûye nasê şervanên azadkirna Kurdistanê Çend salan bûye mamostayé kurên Bedirxan paşa, li mala wî da dibe nasê nivîsara Ahmedê Xanî, destana wî " Mem û Zîné" dixûne û pêşgotna wê gelekî bi wi xweş hatîye, bîr û bawara wetenperwerî û milétperwer

Ji bîr Kirin Kurd Ji Mirinê Mezintir in

  Kê dîtîye? Li ordîgeha cejnekan Li ordîgeha cejnekan Li dozexa bê av û nan Li Bajarê sêwî û kinciran Bîkêt cilkêt reş kar dikirin Zava dibirine parastina û Egal li ser serî rêz dikirin Hizir dikirin Eger hizar ser jê kirin Hizar hizar berze kirin Kurd dimirin Lê ji bîr kirin Kurd ji mirinê mezintir in Ji sêdara bilindtir in Ji qamçîya û ji lêdana mukumtir in Hozana min “ez û jîyar“ çîroka hevalekî min yê enfal bûye. Ew û kurê xwe ji Ava Şînê derbas dibin, jina wî û kur û keça wî dimînin li rexê din û hêriş li ser da tê. Eve danûstandina di navbera wî û kurê wî ye Babo Jîyar, Babo Jîyar Dayîka te, Kiçûl û Hejar  Mane bi rê ve Bawer nakem em bibînîn Ji evro pê ve Ez nizanim Caşa girtin Gurga xwarin Avê birin Yan goristana hingaftin Bes bike girî Bes bêje min Ka dayika min Ev çend e şîr nedaye min Ha çi nema em digehîne Çîyayê Şirînê Zom û bayên Feraşînê Derbeder li wêrê mişene Paşê şîr nabîtin xem e Bes bêje min babo sar e Sireka dijwar e û har e Bes bike girî Ew saçima se