Ana içeriğe atla

Kayıtlar

2018 tarihine ait yayınlar gösteriliyor

Abdulla Keskîn: Xeyala min a mezin xeyala her kurdekî ye

Gelî xwînerên Ezîz, bloga Dara Bandînî ji bo we xwîneran dest bi beşeke nipînû dike. Di vê beşê de her heftî wê bi mêvanên cûr bi cûr re hevpeyvînên dij rêbazê lidarbixe. Destpêka vê beşê em bi Damezrêner û Edîtorê Weşanxaneya Avestayê Abdulla Keskîn re axivîn. Abdulla Keskîn tevî edîtriya xwe û weşangeriya xwe bi qeşengbûna xwe jî di nav ciwanan de weke fenomenekî ye. Em xort û keçên kurd di şopa te de ne kak Abdulla. Kerem bikin bersivên Abdulla Keskîn li jêr in.               Abdullah Keskîn kê ye? Nizanim, hê jî bi min nexweş û zehmet tê ku li ser xwe bipeyivim. Ez bawer im kesên van rêzan bixwînin ên bi hêsanî karibin xwe bigihînin hin agahiyên biyografik an jî ez vî barî bavêjim ser milê te. Ciwanên kurd meraqa te dikin, jiyana te ya rojane çawa derbas dibe? Pir sade û tenê, hez ji herduyan jî dikim. Berê dereng radizam û dereng radibûm, vêga diguherim. Wextê min bêhtir li mal derbas dibe, ji rûniştina li mal hez dikim, heta nîvro dixwînim, ligel qahwê û tiştine s

Çîroka 'Kiraşo' ji Heşterxanê

Mem Zînistanî bi pirtûka xwe ya kurteçîrokan vê derdikeve pêşberî xwînerên xwe. Pirtûka Heşterxan ji 12 kurteçîrokan pêk tê. Pirtûk ji Weşanên Lîsê di Rêbendan a 2018an de derçû ye. Edîtoriya pirtûkê jî bûye qismetê Kawa Nemir.  Min pirtûkê berî çendekê stendibû lê belê ji ber rêza xwendinê ne bû qismet ta îro bixwînim.  Doh li Şevîn Teras Cafeyê rûniştim û min destbi xwendinda pirtûkê kir. Memî her çiqasî ji Serhedê be, kurmanciya di devê wî de ji Botanê, Çemişgezekê û ji hêla Rihayê jî xwedî mînaka ye. Mirov bi awayekî hêsan, bêyî ku li Kurdolojiya Zanîngehan bixwîne dikare ji kurmanciya Memî fam bike. Ji we bê vê nivîsê bixwînin û piştî nivîsê jî harin pirtûka Mem Zînistanî - Heşterxanê bistînin û dest bi xwendina wê bikin.  Pirtûk bi çîroka ‘Kiraşo’ destpê dike û Memî di vê çîroka xwe de teswîra beravê dike. Dema mirov dixwîne dîmenên dayika mirov a di salên nodî de li ber çavên mirov olan didin. Memî teswîreke pir bi detay dike mirov di dema kinc şuştinê de dibê q

Nameyek bo Darayê kal II

   Ji ber ku disêwirim, ez ne ez im.. Ji ber ku ez disêwirim.. Disêwirim... Ji ber berî ew min berdin rojê.. min xwe berda sêwirandinên xwe.. (  Lêolo  ) Di 7/03/2018an de te ev fîlmê Kanadayî temaşe kir û van rêzikên li jor te ji wir girt. Filmeke têra xwe kûr bû bi rastî. Niha tu yê bibêjî vî Darayo ji ber çi ji min re qala van çîrokan dike. Temam rast e ji bo îroya te dibe ku weke çîrokê ji te re hatibe lê di dema ku ez vê nivîsê dinivîsim de ev film xwedî tesîreke derûnî ye di esasê xwe de. Piştî çend deqê dinê wê bibe 'Roja cîhanî ya jinan'. Ev îro bû mehek û çend roje min li dayîka xwe ne geriyaye.  Weke ku ez bêriya wê dikim bêriya tu berdilka xwe nakim. Ji min na xeyide ez dizanim. Pênç salan jî ez lê negerim neçim cem wê, dema ez çûm min xwe da ber çokên wê dê dîsa min efû bike. Weke ku tu tişt nebûbe dê dîsa porê min şeh bike, ji min re kala xwe û nexweşînên xwe bike. Ew dayîka te ya ku hê 40 saliya xwe de ji ber derd û keserên ku we birayên xwe

Ji bo Nana Azad

Min ev helbest ji vir heşt sal berê xwend lê bi zimanê Tirkî, wê demê min nû edebiyata xwe nas dikir û mixabin ev naskirin jî dîsa bi zimanê Tirkî bû. Em Kurd bûn lê me xwe bi zimanê tirkî nasdikir lê haya me, ji zimanê tune/bû. Lebê kêfa min gelekî jê ji vî helbestê re hat, ez gelekî li Kurmanciya wê geriyam lê mixabin heya niha Helbestên Letîf Helmet nehatine wergerandin bo Kurmancî. Ne tenê Letîf Helmet, Refik sebrî, Ebdulla Goran, Faik Bêkes jî nehatina wergerandin. Ev saleke li ser soranî dixebitim û min xwest, yekem wergera min ev helbest be Dema dareke şîn tê jêkirin Li dû wê bi hezaran rih digirîn, Xemekî mezelog xwe li wan digire, dema ez dimirim, ne min dayikek heye porê min miz bide û min aş bike, ne jî wênê min dimîne di çantayê keçeke ciwan de, Ew keçikên ku ji wan xoşim Xoşewista min a rûsar û laşê min ê lawaz ji bîr dikin û helbestên min dixwînin bêyî ku navê min bizanibin, hemû Şa`îr bi hibra bêhnxweş behsa birûskên çav û xermanê porê dildarên xwe diki

Nameyek ji Darayê kal re

Silav Darayê kal, ez ciwantiya te me. Navê min di nasnameyê de hê jî Bilal e. Lê belê der û dora min û ez em ji bo te navê Dara bikartînin. Îro 9ê Sibata 2018an e. Ez şeveke weke ya îşev di sala 1989an de li Batmanê ya ku di bin dagirkeriya Tirkan de ye hatime dinê. Dema ez hatime dinê zivistana wê salê pir dijwar bû ye. Li gor ku dayîka min qal dike berfê xwe gihandiye şaxên darên tûyan. Sir û seqem bû ye. Weke her zivistanê wê zivistanê jî cêlana gund tune bûye. Rihmetiya pîrka min ji bo ez bême dinê ji dayîka min re bûye alîkar. Werhasil dema ez hatime dinê wisa spî bû me ku te digot qey glokek berf e di destê pîra te de, digot diya min. Nîşe: Ev wêne ji gundê bavo ye. NAvê gundê me Dirbêsa ye. Ev Dara tûyê ya ku tu li bin mezin bûyî ye. Îro ez ketim 28 saliya xwe ango 28 qediya nizanim serê min bi van hesaban diêşê. Ez ê ji te re qala îro ya Batmanê û halê Kurdistanê bikim. Ez rojnameger im û çendîn rojnameyên kurdî - tirkî û îngilîzî de dixebitim. Dibe ku tu meraq bikî ge

Delîl Dîlanar: Wegera welat afirandina mûzîkeka nû bû

Delîl Dîlanar di sala 1973an de li gundê Orginos yê girêdayî navenda Mûşê hatiye dinyayê. Delîl, ji ber gotina stranekê di sala 1995an de hate sirgûn kirin. Piştî sirgûniyeke 20 salan di sala 2015an de vegeriya welêt. Heta niha 5 albûmên Delîl hatine weşandin. Delîl her wiha di filmên sînemayê de jî dilîze û filmê bi navê ‘Kurdistan Kurdistan’ jiyana wî bi xwe ye. Delîl niha li Almanyayê dijî. Hunermendê Kurd ê navdar Delîl Dîlanar di derbarê muzîk, film û xebatên xwe de bersiva pirsen me da. Dema mirov li rabirdûya we ya muzîkê dinêre we li gel apê xwe Dengbêj Huseyno perwerdehiya muzîkê, li cem Mîrê Bilûrê Egîdê Cimo jî perwerdehiya amûrên muzîkê dîtiye, gelo ev tişt bûn sedem ku hûn dest bi muzîkê, dengbêjiyê bikin? Te her du pirs jî pir zû pirsîn. (Dikene) Dengbêj Huseyno ji ber ku malbat e, em bixwazin nexwazin, bêhemdî be jî em di nav wê çandê de mezin bûn. Di nav çanda dengbêjiyê de. Tesîra wî bi taybetî li ser min heye. Bi rastî jî dema min dest bi muzîkê kir, eleqaya mi

Nameyek ji Perxudres re

Silav giyan, Omer Faruk Baran ango  www.perxudres.blogspot.com   ê ku li gel min hêjayî qedir û hezkirineke payebilind. Carînan ez wilo tevdigerim ku, tişta di dilê min de ji devê min çewt derdikeve. Ew rojê min dilê te hişt bêyî ku bi niyetek wisa tevbigerim. Ji vir bangî te dikim û dibêjim em ji hev bixeyîdin wê Carbekir sêwî bimîne. Tu dizanî beriya ez harim Albania me hev û du dît û vaye îro di ser re mehek derbas bû ye. Sal bûye 2018. Em hê jî li Qirixê rûneniştine û me çend gotinan li bin gohê edebiyata kurdî me xistiye. Nizanim weke lawê xelkê peyvên edebî û hunerî bireşînim ser rûpelan. Ji ber wê jî ez mirovekî rast e rast im. Ez ê bo te nameyek binivîsim û hevîdarim ku ev name bibe sebep da ku em li hev werin. Silav kek Omer, ez vê nameyê ji te re li Diyarbekira di bin dagirkeriya Tirkan de dinivîsim. Niha li hêla Seyrantepe me ku ev mala ku ez tê de dimînin ji aliyê kargeha fermî ya dewleta dagirker (TOKI) va hatiye çêkirin. Li çi bikim wele him erzan e him jî xwedî