Ana içeriğe atla

Kayıtlar

Nameyek Ji Darayê Kal Re III

  Silav Dara.! Ez im 33 saliya te. Niha li Elazîzê li otêla Birizgardenê me. Beriya roj biçe ava vê nameyê ji te re dinivîsim. Çar sal derbas bûn ku min navber daye nameyên xwe. Bibore.! Bi rastî jî di van çar salên derbasbûyî de ne di jiyana min de ne jî di ya welêt de tu guhertinên mezin çê nebûne. Dîsa bi tenê me. Di tenêtiya xwe de ji afirîneriyê dûr im. Min tu tişt ava nekiriye. Tenê hêla bazirganiyê û hilberîna çend cureyan de min tiştnan kiriye. Bila weke nîșe ev jî li vir be. Serdema Blokcainê ye. Nizanim ew dem çawa ye pergala cryptographicê di çi astê de ye. Em weke milet çawa ji Quantûmê re dereng man wisa ji crypto re jî hinek dereng mane. Çend hewildanên qels hatibin dayîn jî ne di asta cîhanê de ne. Ez niha weke Pisporê Îxracatê li Şîrketeke Bakurî dixebitim. Serê vê mehê ez li Georgia bûm. Tenê 7 milyon hemwelatiyên wî welatî hene û welatek azad û serbixwe ye.              Meydana Ewropa /Batum-Georgia  Batum/Georgia  Di 2...

Abdulla Keskîn: Xeyala min a mezin xeyala her kurdekî ye

Gelî xwînerên Ezîz, bloga Dara Bandînî ji bo we xwîneran dest bi beşeke nipînû dike. Di vê beşê de her heftî wê bi mêvanên cûr bi cûr re hevpeyvînên dij rêbazê lidarbixe. Destpêka vê beşê em bi Damezrêner û Edîtorê Weşanxaneya Avestayê Abdulla Keskîn re axivîn. Abdulla Keskîn tevî edîtriya xwe û weşangeriya xwe bi qeşengbûna xwe jî di nav ciwanan de weke fenomenekî ye. Em xort û keçên kurd di şopa te de ne kak Abdulla. Kerem bikin bersivên Abdulla Keskîn li jêr in.               Abdullah Keskîn kê ye? Nizanim, hê jî bi min nexweş û zehmet tê ku li ser xwe bipeyivim. Ez bawer im kesên van rêzan bixwînin ên bi hêsanî karibin xwe bigihînin hin agahiyên biyografik an jî ez vî barî bavêjim ser milê te. Ciwanên kurd meraqa te dikin, jiyana te ya rojane çawa derbas dibe? Pir sade û tenê, hez ji herduyan jî dikim. Berê dereng radizam û dereng radibûm, vêga diguherim. Wextê min bêhtir li mal derbas dibe, ji rûniştina li mal hez dikim, heta nîvro...

Çîroka 'Kiraşo' ji Heşterxanê

Mem Zînistanî bi pirtûka xwe ya kurteçîrokan vê derdikeve pêşberî xwînerên xwe. Pirtûka Heşterxan ji 12 kurteçîrokan pêk tê. Pirtûk ji Weşanên Lîsê di Rêbendan a 2018an de derçû ye. Edîtoriya pirtûkê jî bûye qismetê Kawa Nemir.  Min pirtûkê berî çendekê stendibû lê belê ji ber rêza xwendinê ne bû qismet ta îro bixwînim.  Doh li Şevîn Teras Cafeyê rûniştim û min destbi xwendinda pirtûkê kir. Memî her çiqasî ji Serhedê be, kurmanciya di devê wî de ji Botanê, Çemişgezekê û ji hêla Rihayê jî xwedî mînaka ye. Mirov bi awayekî hêsan, bêyî ku li Kurdolojiya Zanîngehan bixwîne dikare ji kurmanciya Memî fam bike. Ji we bê vê nivîsê bixwînin û piştî nivîsê jî harin pirtûka Mem Zînistanî - Heşterxanê bistînin û dest bi xwendina wê bikin.  Pirtûk bi çîroka ‘Kiraşo’ destpê dike û Memî di vê çîroka xwe de teswîra beravê dike. Dema mirov dixwîne dîmenên dayika mirov a di salên nodî de li ber çavên mirov olan didin. Memî teswîreke pir bi detay dike mirov di dema kinc şuş...

Nameyek bo Darayê kal II

   Ji ber ku disêwirim, ez ne ez im.. Ji ber ku ez disêwirim.. Disêwirim... Ji ber berî ew min berdin rojê.. min xwe berda sêwirandinên xwe.. (  Lêolo  ) Di 7/03/2018an de te ev fîlmê Kanadayî temaşe kir û van rêzikên li jor te ji wir girt. Filmeke têra xwe kûr bû bi rastî. Niha tu yê bibêjî vî Darayo ji ber çi ji min re qala van çîrokan dike. Temam rast e ji bo îroya te dibe ku weke çîrokê ji te re hatibe lê di dema ku ez vê nivîsê dinivîsim de ev film xwedî tesîreke derûnî ye di esasê xwe de. Piştî çend deqê dinê wê bibe 'Roja cîhanî ya jinan'. Ev îro bû mehek û çend roje min li dayîka xwe ne geriyaye.  Weke ku ez bêriya wê dikim bêriya tu berdilka xwe nakim. Ji min na xeyide ez dizanim. Pênç salan jî ez lê negerim neçim cem wê, dema ez çûm min xwe da ber çokên wê dê dîsa min efû bike. Weke ku tu tişt nebûbe dê dîsa porê min şeh bike, ji min re kala xwe û nexweşînên xwe bike. Ew dayîka te ya ku hê 40 saliya xwe de ji ber derd û keserên k...

Ji bo Nana Azad

Min ev helbest ji vir heşt sal berê xwend lê bi zimanê Tirkî, wê demê min nû edebiyata xwe nas dikir û mixabin ev naskirin jî dîsa bi zimanê Tirkî bû. Em Kurd bûn lê me xwe bi zimanê tirkî nasdikir lê haya me, ji zimanê tune/bû. Lebê kêfa min gelekî jê ji vî helbestê re hat, ez gelekî li Kurmanciya wê geriyam lê mixabin heya niha Helbestên Letîf Helmet nehatine wergerandin bo Kurmancî. Ne tenê Letîf Helmet, Refik sebrî, Ebdulla Goran, Faik Bêkes jî nehatina wergerandin. Ev saleke li ser soranî dixebitim û min xwest, yekem wergera min ev helbest be Dema dareke şîn tê jêkirin Li dû wê bi hezaran rih digirîn, Xemekî mezelog xwe li wan digire, dema ez dimirim, ne min dayikek heye porê min miz bide û min aş bike, ne jî wênê min dimîne di çantayê keçeke ciwan de, Ew keçikên ku ji wan xoşim Xoşewista min a rûsar û laşê min ê lawaz ji bîr dikin û helbestên min dixwînin bêyî ku navê min bizanibin, hemû Şa`îr bi hibra bêhnxweş behsa birûskên çav û xermanê porê dildarên xwe diki...

Nameyek ji Darayê kal re

Silav Darayê kal, ez ciwantiya te me. Navê min di nasnameyê de hê jî Bilal e. Lê belê der û dora min û ez em ji bo te navê Dara bikartînin. Îro 9ê Sibata 2018an e. Ez şeveke weke ya îşev di sala 1989an de li Batmanê ya ku di bin dagirkeriya Tirkan de ye hatime dinê. Dema ez hatime dinê zivistana wê salê pir dijwar bû ye. Li gor ku dayîka min qal dike berfê xwe gihandiye şaxên darên tûyan. Sir û seqem bû ye. Weke her zivistanê wê zivistanê jî cêlana gund tune bûye. Rihmetiya pîrka min ji bo ez bême dinê ji dayîka min re bûye alîkar. Werhasil dema ez hatime dinê wisa spî bû me ku te digot qey glokek berf e di destê pîra te de, digot diya min. Nîşe: Ev wêne ji gundê bavo ye. NAvê gundê me Dirbêsa ye. Ev Dara tûyê ya ku tu li bin mezin bûyî ye. Îro ez ketim 28 saliya xwe ango 28 qediya nizanim serê min bi van hesaban diêşê. Ez ê ji te re qala îro ya Batmanê û halê Kurdistanê bikim. Ez rojnameger im û çendîn rojnameyên kurdî - tirkî û îngilîzî de dixebitim. Dibe ku tu meraq bikî ge...

Delîl Dîlanar: Wegera welat afirandina mûzîkeka nû bû

Delîl Dîlanar di sala 1973an de li gundê Orginos yê girêdayî navenda Mûşê hatiye dinyayê. Delîl, ji ber gotina stranekê di sala 1995an de hate sirgûn kirin. Piştî sirgûniyeke 20 salan di sala 2015an de vegeriya welêt. Heta niha 5 albûmên Delîl hatine weşandin. Delîl her wiha di filmên sînemayê de jî dilîze û filmê bi navê ‘Kurdistan Kurdistan’ jiyana wî bi xwe ye. Delîl niha li Almanyayê dijî. Hunermendê Kurd ê navdar Delîl Dîlanar di derbarê muzîk, film û xebatên xwe de bersiva pirsen me da. Dema mirov li rabirdûya we ya muzîkê dinêre we li gel apê xwe Dengbêj Huseyno perwerdehiya muzîkê, li cem Mîrê Bilûrê Egîdê Cimo jî perwerdehiya amûrên muzîkê dîtiye, gelo ev tişt bûn sedem ku hûn dest bi muzîkê, dengbêjiyê bikin? Te her du pirs jî pir zû pirsîn. (Dikene) Dengbêj Huseyno ji ber ku malbat e, em bixwazin nexwazin, bêhemdî be jî em di nav wê çandê de mezin bûn. Di nav çanda dengbêjiyê de. Tesîra wî bi taybetî li ser min heye. Bi rastî jî dema min dest bi muzîkê kir, eleqaya mi...

Nameyek ji Perxudres re

Silav giyan, Omer Faruk Baran ango  www.perxudres.blogspot.com   ê ku li gel min hêjayî qedir û hezkirineke payebilind. Carînan ez wilo tevdigerim ku, tişta di dilê min de ji devê min çewt derdikeve. Ew rojê min dilê te hişt bêyî ku bi niyetek wisa tevbigerim. Ji vir bangî te dikim û dibêjim em ji hev bixeyîdin wê Carbekir sêwî bimîne. Tu dizanî beriya ez harim Albania me hev û du dît û vaye îro di ser re mehek derbas bû ye. Sal bûye 2018. Em hê jî li Qirixê rûneniştine û me çend gotinan li bin gohê edebiyata kurdî me xistiye. Nizanim weke lawê xelkê peyvên edebî û hunerî bireşînim ser rûpelan. Ji ber wê jî ez mirovekî rast e rast im. Ez ê bo te nameyek binivîsim û hevîdarim ku ev name bibe sebep da ku em li hev werin. Silav kek Omer, ez vê nameyê ji te re li Diyarbekira di bin dagirkeriya Tirkan de dinivîsim. Niha li hêla Seyrantepe me ku ev mala ku ez tê de dimînin ji aliyê kargeha fermî ya dewleta dagirker (TOKI) va hatiye çêkirin. Li çi bikim wele him erzan e him ...

Serê salê binê salê xwedê kurekî bide vê malê.

Çileya Paşîn: Ez li gundê bavê xwe (Dibêjim gundê bavê xwe ji ber ku min tu carî gund weke mala xwe qebûl nekiriye) ketim sala nû. Li gund ez û xwişkên xwe me çirayên xwe vêxist û min ji wan re helbest û çîrokan xwend. Sibat: Piştî pênç salên qerase min kekê xwe bi çavên zindî dît. Bi giştî jî di sibatê de êdî zadên me gihîştin û min pezê xwe dibir nav zadan da ku ez wan biçêrînim. Adar: Piştî deh salan yekemîn Newroza ku ez neçûmê ya vê salê bû. Dilêmin qet ne dixwest ez tevlî pîrozbahiyên Newrozê bibim. Tenê weke sembolîk min li palekî gundê xwe agirê xwe vêxist û çendîn helbestan xwend ji evîndara xwe re. Nîsan: Wisa texmîn dikim ku di jiyana min de pêngaveke girîng e meha Nîsanê. Rojekî ez li ber pez bûm weke her şevên Nîsanê, telefonek ji min re hat û ji min daxwaza pêkve karkirinê di Heftenameya Basê de dihat kirin. Bêyî li ser bifikirim min pesend kir û berê xwe da Stenbolê. Bi saya Basê min bi gelek nivîskar û hunermendên kurd re hevpeyvînan kir. Çend mînakan dixwazim ...

Ronî Reşo: Pêşbirk şewqa nivîsê zêde dikin

                                                                                                                                                                                        Dara Porxelek Li Batmanê heftemîn pêşbirka li ser navê şehadetkirina Şerzan Kurt a çîrokan hat lidarxistin. Di pêşbirkê de Ronî Reşo di beşa çîroka Kurdî de xelata serkeftinê wergirt. Weke ku tê zanîn Şerzan Kurtê Batmanî di sala 2010an de li Zanîngeha Sitki Koçman a Muxla yê bajarê Tirkiyeyê rastî êrîşa polîsê Tirkiyeyê hatibû û jiyana xwe ji dest...

Mehmet Dicle: Şêweya efsûnî xwezaya Kurdistanê ye

Dara Porxelek Mehmet Dicle, çîroknivîsê Kurd xwedî şêweyek cuda ye di vegotina maijaran de. Bi şêweya xwe ya efsûnî (Magic Realism) me bi nesneyên biçûk girêdayî çîroka xwe dike. Dema mirov çîroka Mehmet Dicle dixwîne rastî jiyana xwe ya rojane dibe û di heman demê de rastî efsûniya jiyana li Kurdistanê jî tê. Ev hunandina çîroka Mehmet Dîcle kiriye ku di emrê ciwan de bala xwîneran bikşîne û weşangerê Mehmet Dîcle jî ji bo danasîna nivîskarê xwe wiha dibêje: “Mehmet Dicle, ji gotina kilamekê destaneke nûdem çêdike. Stêrkeke geş li asîmanên Kurdistanê û li edebiyata kurdî zêde dibe.” Bi rastî jî dema mirov wan çîrokan dîxwîne mirov bi tameke vegotina çîrokên efsûnî yên nivîskarên cîhangir dimête. Em bi Mehmet Dicle re  li ser çîrokên wî ya pirtûka Narayê axivîn. Xwînerên Mehmet Dicle heta hevoka dawî jî nikare texmîn bike ku dê çîrok çawa bidawî bibe, Hilbijartina şêweya vegotina bi vî awayî… Dema ku ez dinivîsim, tişta ku dixwazim ez bibînin yanê çîroka ku ez hez jê dik...

Deng tê gelo

Saet li dora 6ê sibehê ye. Dengê kûçika li kolana me olan dide. Dîsa zûr e zûra panzêr û trimbêlên leşkerî yên dagirkeran e. Bi hêrsî ji nav nivînan derdikevim, radibim û kulmek ava cemidî li ser rûçikên xwe dikim. Çiraya Paşîn e û sermaye. Hê berî 5 saetan bû ku min bihîst ez bê kar mame. Giranî û li aliyê dinê jî dilrehetiyek li ser min bû. Di wê baweriyê de me ku ligel hemû kêmasiyên xwe jî min karê xwe serkeftî kir. Werhasil mijara me ne ewe. Îro roja ku Tahir Elçî xatirê xwe ji me xwestiye ye. Xemgînim ji be ku weke wî jî digot 'Ew  ne ew kesê ku serê wî li ser balgîvan koça dawî bike' bû û wisa jî lê hat. Ez nikarim behsa serpêhatiyên xwe ligel wî bikim. Di navbera me de 20 sal heye. Gelo dema ez jî bûm 49 salî wê min jî bikûjin? Ji malê derketim di binhişê min de tevî van fikra. Nanirxînim ha ne heddê mine ez fikran binirxînim. Berbi Ofîsê ve diçûm. di rê de min biryara xwe guherand û li Koşuyolû Parqî peya bûm. Çawa min darên li parkê dît weke ku di vî wêneyî de jî xw...

lêgerîna xwe nenasekê

Mirovê ku ji roja ku xwe nas kiriye û vir de di lêgerîna 'Ez kî' me de ye. Di vê lêgerînê de geh xwe li Fredrich Wilhelm Nietzsche xist, geh xwe li Kant xist û geh jî xwe li tasavvûfê xist. Bû xwedênenas ji xwedê ra da xeberan. Bû oldar li pey şopa sofiyên Kurdistanê geriya. Bû materyalîst û xwe li pey şopa jinên etnîk eteklî da. Geh li Diyarbekir geh li Îstîklala Stenbolê bi materyalîst û komînîst û sosyalîstan ra rabû rûnişt. Li pey şopa xwe bû li xwe digeriya di esasê xwe de lê li deverên ku lê digeriya dûrî wî bûn. Piştî demekê di rewşeke wisa xirab de ku dev ji her tiştî berda û berê xwe da daristan û çiyayan bi mehan li wan çiyayan jiyana xwe doman de pê derxist ku mijar ne lêgerîn e. Mijar ne lêgerîn bû, mijar qebûl kirina jiyana di niha de ye bû. Yanê mirov çiqas jî li derveyî xwe li xwe bigere ew lêger beredayî ye. Mirov ji xwe û wir de ne tu tişt e. eger mirov têgihiştina xwe di naskirina kesayeta xwe de temam neke hemû lêgerîn û peyv bê wate ne. Ji ber ku jiyan...

Gera Hevselê û wergera xatirê jina efsûnî

Doh ez û Fîgen em daketin kolanên Diyarbekirê û me çendîn wêneyan girt. Saet li 11an de em ji Seyrantepe Tokî derketin û ber bi Ofîsê vê çûn. Min li wir taştê xwar(Fîgen sibê zû xwirîniya xwe kiri bû) piştî taştê em ber bi Dağkapı ve meşiyan.  Me di rê da biryar da ku em biçin Roj Cafe û li wir çayekê vexwin. Me wisa jî kir. Em li Roj Cafe rûnişt in û me li hember Deşta Dîcleyê hinek axivîn. Piştî em ji Rojê derketin me berê xwe da Fiskaya û me xwe li kuçeyên wê yên teng û kevnare da. Li wir zarok weke zarokên gunda bi şên û kêf bûn. Em rastî komek zarokên hev salî hatin û demek bi wan re axivîn jî. Trajediya herî mezin ewe ku ev zarok kî bi Makîna Wênegiriyê bibînin pirsa 'Gelo dê malên me jî birûxînin' dikin. Werhasil dilê me êşiya be jî em Kurd hînî van hal û ahwalan bûne em zaf pêrgî vê nebûn. Me berê xwe da jêr û êm ber bi bax û baxçeyan vê meşiyan di rê de merikekî bi çargavî hespa xwe di ajot. Dema dît di destên me de kamera hene nêzî me bû û çend Poz...