Ana içeriğe atla

Çîroka 'Kiraşo' ji Heşterxanê




Mem Zînistanî bi pirtûka xwe ya kurteçîrokan vê derdikeve pêşberî xwînerên xwe. Pirtûka Heşterxan ji 12 kurteçîrokan pêk tê. Pirtûk ji Weşanên Lîsê di Rêbendan a 2018an de derçû ye. Edîtoriya pirtûkê jî bûye qismetê Kawa Nemir.  Min pirtûkê berî çendekê stendibû lê belê ji ber rêza xwendinê ne bû qismet ta îro bixwînim. 

Doh li Şevîn Teras Cafeyê rûniştim û min destbi xwendinda pirtûkê kir. Memî her çiqasî ji Serhedê be, kurmanciya di devê wî de ji Botanê, Çemişgezekê û ji hêla Rihayê jî xwedî mînaka ye. Mirov bi awayekî hêsan, bêyî ku li Kurdolojiya Zanîngehan bixwîne dikare ji kurmanciya Memî fam bike. Ji we bê vê nivîsê bixwînin û piştî nivîsê jî harin pirtûka Mem Zînistanî - Heşterxanê bistînin û dest bi xwendina wê bikin. 

Pirtûk bi çîroka ‘Kiraşo’ destpê dike û Memî di vê çîroka xwe de teswîra beravê dike. Dema mirov dixwîne dîmenên dayika mirov a di salên nodî de li ber çavên mirov olan didin. Memî teswîreke pir bi detay dike mirov di dema kinc şuştinê de dibê qey pîrek li hemberî mirov e û mirov lê temaşe dike. Navê kiroşêyê jî Hacerê ye.

Zînistanî di spartina axê ya miriyekî de dibêje ‘Mîna rûreşîyekê xwelî avêtine ser û veşartin’.
Gelo bi rastî jî yên mayî, ji bo rûreşiya xwe veşêrin miriya dispêrin axê? Di berdewama çîrokê de mirov pê derdixe ku ew ê mirî zilamê jina berav dike ye û jin bi tenê maye. Çîrok ji dengê dengbêjekî tê gotin ku cînarê Hacerê ye. Jina dengbêj di dawiya çîrokê de ji mêrê xwe re dibêje ku ; ‘Kevirê leqiyayî, teqiyayî’. Dinya û alem jî dizane ; axiriya qoricîtiyê ev e heyran.
Nivîskar di vê çîrokê de bala xwîner dikşîne ser rîtûeleke gundên Kurdan yên ku beriya maşîneya cilan..Di dawiya çîrokê de nivîskêr payama xwe ya civakî jî dide û dibêje; heyran qoricîtî pîs e…

                                                                                                                                                      15.03.18
                                                                                        Stenbol

Yorumlar

Bu blogdaki popüler yayınlar

Arjen Arî, ev pênc salin helbesta Kurdî sêwî ye

Dara Porxelek xwezî, lewitîn di kirêtiyê de û şer dizî j ime xewnên mîrekî li herêmekê em ji gundekî dijmin jî bûna malê me pev dima neyariya me nedigiha qewmekî kengî bûya lev dihatin em eydekê, erefatekê…  dibêje Arjen Arî. Pêşengê hemdemên xwe, helbestvanê nûjen ê zaravayê Kurmancî. Di 31ê Cotmeha 2012an de ji nav me koç kir. Li pey xwe bi hezaran dildar, bi sedan jî helbest hiştin. Em weke Heftenameya Basê bi sedema 5. salvegera helbestvanê nemir Arjen Arî bi heval û hogir û dostên wî re axivîn û her yekî ji wan ji bo me di derbarê Arjen de nivisî. Ji bo xatirê bîranîna Arjen Arî û xwînerên Heftenameya Basê em çarîneke Arjen Arî ku heta niha nehatiye weşandin tînin pêşberî we xwîneran. îşev rêwiyê şevê me. hew tu dizanî xunav. mêvanê dilê kê me Firat Cewerî: Arjen Arî diltenik bû Dema min û Arjen Arî hevûdu nas kir, dema rêxistinan bû. Em jî di rêxistinekê de hatibûn ba hev. Em pê ketibûn û me xwe bi felsefeya materyalîst digihand; em noqî lî...

Tarih Utanır mı.?

Henüz söylenmemiş sözcüğe gebe olan bir şairin mısralarında var olmayı arzuluyorum. Yoksulluk ile yoksunluk arasında sıkışmışlığımın kimliksizliğimle ne derece orantılı olduğunu bilmeden. Yalnızca yaşam ve ölüm arasında gelgitler yaşamaktayım. Şiirine meze olmak için kaç faili meçhule kurban gitmeliyim. Ya da hangi katliama uğramış ruhu taşıyayım.. Enfal mi Zilan mı Yahut Şengal mi.. Bu kaçıncı eksilmişliğim.. Bu ne kendini bilmez tarih.. Bu ne hadsiz bir yaşam. Sadece uyumak düşer payıma. Sade parçalanmış bir ruh ile uyumak.. Şiir yazamayan Şairin çaresizliğiyim.. Kendimden gayrı yoktur düşmanım..

Nameyek Ji Darayê Kal Re III

  Silav Dara.! Ez im 33 saliya te. Niha li Elazîzê li otêla Birizgardenê me. Beriya roj biçe ava vê nameyê ji te re dinivîsim. Çar sal derbas bûn ku min navber daye nameyên xwe. Bibore.! Bi rastî jî di van çar salên derbasbûyî de ne di jiyana min de ne jî di ya welêt de tu guhertinên mezin çê nebûne. Dîsa bi tenê me. Di tenêtiya xwe de ji afirîneriyê dûr im. Min tu tişt ava nekiriye. Tenê hêla bazirganiyê û hilberîna çend cureyan de min tiştnan kiriye. Bila weke nîșe ev jî li vir be. Serdema Blokcainê ye. Nizanim ew dem çawa ye pergala cryptographicê di çi astê de ye. Em weke milet çawa ji Quantûmê re dereng man wisa ji crypto re jî hinek dereng mane. Çend hewildanên qels hatibin dayîn jî ne di asta cîhanê de ne. Ez niha weke Pisporê Îxracatê li Şîrketeke Bakurî dixebitim. Serê vê mehê ez li Georgia bûm. Tenê 7 milyon hemwelatiyên wî welatî hene û welatek azad û serbixwe ye.              Meydana Ewropa /Batum-Georgia  Batum/Georgia  Di 2...