Ana içeriğe atla

Nameyek ji Perxudres re


Silav giyan, Omer Faruk Baran ango www.perxudres.blogspot.com  ê ku li gel min hêjayî qedir û hezkirineke payebilind. Carînan ez wilo tevdigerim ku, tişta di dilê min de ji devê min çewt derdikeve. Ew rojê min dilê te hişt bêyî ku bi niyetek wisa tevbigerim. Ji vir bangî te dikim û dibêjim em ji hev bixeyîdin wê Carbekir sêwî bimîne.

Tu dizanî beriya ez harim Albania me hev û du dît û vaye îro di ser re mehek derbas bû ye. Sal bûye 2018. Em hê jî li Qirixê rûneniştine û me çend gotinan li bin gohê edebiyata kurdî me xistiye. Nizanim weke lawê xelkê peyvên edebî û hunerî bireşînim ser rûpelan. Ji ber wê jî ez mirovekî rast e rast im.

Ez ê bo te nameyek binivîsim û hevîdarim ku ev name bibe sebep da ku em li hev werin.

Silav kek Omer, ez vê nameyê ji te re li Diyarbekira di bin dagirkeriya Tirkan de dinivîsim. Niha li hêla Seyrantepe me ku ev mala ku ez tê de dimînin ji aliyê kargeha fermî ya dewleta dagirker (TOKI) va hatiye çêkirin. Li çi bikim wele him erzan e him jî xwedî konforeke xweş e. Werhasil mijara me ne eve. Di van rojên dagirkeriyê de li vî bajarî tekane kes tu yî ku ji min fam dike û dizane ez qal û daxwaza çi dikim. Dema min vê nameyê nivîsand dengê Ciwan Haco - Welat ku dibêje 'Welat, welat ka mirovayetî.' tê gohê min. Ez nizanim ji aliyê nivîsê ve bixemillînim lê tu jî baş dizanî êş û hêviya di dilê min de ji bo vî welatî û zimanî çiqas kûr û bihêz e. Ev name di roja Şemiya 06/01/2018an de ji te re hatiye nivîsandin û bi saya vê nameyê wê li dîroka kurdî rojek zêde bibe. Dizanim gotinek pir bi îddîa ye, lê bifikire ku mirov di serdema sedsala 21. de lêgerîneke kurdî li ser googleyê dike gelekî kêm encam derdikevin. Ji îro pê de dema kesek li ser googleyê tiştekî bi kurdî bigere û dîroka îro lê zêde bike wê ev nivîs jî derkeve pêşberî wî/wê.



Tê bîra te min qala keçikekê kiribû ji te re. Her roja ku di ser re derbas dibe hinekî dinê di dilê min de mezin dibe. Bifikire ku dema tê bîra bi rastî jî rûçikên min sor dibin. Beriya çend roja min ew dît, dema min ew li hemberî xwe dît tu yê bigota ku dilê min bibask bûye û dixwaze li asîmanan tûran bavêje. Ez wisa bi kelecan bûm ku min ji bîr kir ez çima çûme wir jî. Piştî şeş salan ku careke dinê wisa jinek dilê min ji nû ve bi kelecan dike...

Tu dizanî ez mirovekî tolaz im. Ji tolaziyê hez dikim. Bi rastî heta min ew naskir gelekî kêfa min ji tolaziyê re dihat. :) Niha ez zêde dirêj nekim. Bi xatirê te. Hêvîdar im tu yê wan astengiyên xwe yên şexsî derbas bikî û di demeke nêzîk de bigihîjî armanca xwe.

06/01/2018
Seyrantepe/ Diyarbekir
Dara Porxelek
                           'Bersiva Perxudres'

Berî her tiştî spas bo vê nameya diltenik. Jiber ku nivîseke blogeke bi Kurmancî ye, ku van deman em gelek kes bi hev re dixwazin blogerîya Kurmancî hilkişînin jûreke jortir, ezê rê li ber weşandina wê negirim.

Meseleya qehra min.. Tu wê bi çi şiklî ji kîjan blogera/e me ya Kurmanc re jî bêjî ez dibêm qey wê heq bide min.

Ji erdên ku baran lê dike û ew barana demeke dirêj lê dimîne û ziwa nabe re dibêjin "avgîr". Hez û hurmetên min jî, qehr û hêrsên min jî nola "avgîr"ê ne.

Ser wê meseleyê, li erda dilê min dijî te qehreke avgîr çêbûye û ez naxwazim heta ew qehra tam ziwa bibe em hevdu bibînin.

Silaver û bloger Omer Faruk Baran
06-01-2018, Ofîs - Dîyarbekir

Yorumlar

  1. Bi hêviya ku ev bilxir zêde avê nekşîne

    YanıtlaSil
    Yanıtlar
    1. Zor spas ezbenî, Lê ez li hêviya kişandina avê ya bulxurê me..:)

      Sil

Yorum Gönder

Bu blogdaki popüler yayınlar

Arjen Arî, ev pênc salin helbesta Kurdî sêwî ye

Dara Porxelek xwezî, lewitîn di kirêtiyê de û şer dizî j ime xewnên mîrekî li herêmekê em ji gundekî dijmin jî bûna malê me pev dima neyariya me nedigiha qewmekî kengî bûya lev dihatin em eydekê, erefatekê…  dibêje Arjen Arî. Pêşengê hemdemên xwe, helbestvanê nûjen ê zaravayê Kurmancî. Di 31ê Cotmeha 2012an de ji nav me koç kir. Li pey xwe bi hezaran dildar, bi sedan jî helbest hiştin. Em weke Heftenameya Basê bi sedema 5. salvegera helbestvanê nemir Arjen Arî bi heval û hogir û dostên wî re axivîn û her yekî ji wan ji bo me di derbarê Arjen de nivisî. Ji bo xatirê bîranîna Arjen Arî û xwînerên Heftenameya Basê em çarîneke Arjen Arî ku heta niha nehatiye weşandin tînin pêşberî we xwîneran. îşev rêwiyê şevê me. hew tu dizanî xunav. mêvanê dilê kê me Firat Cewerî: Arjen Arî diltenik bû Dema min û Arjen Arî hevûdu nas kir, dema rêxistinan bû. Em jî di rêxistinekê de hatibûn ba hev. Em pê ketibûn û me xwe bi felsefeya materyalîst digihand; em noqî lî...

Deng tê gelo

Saet li dora 6ê sibehê ye. Dengê kûçika li kolana me olan dide. Dîsa zûr e zûra panzêr û trimbêlên leşkerî yên dagirkeran e. Bi hêrsî ji nav nivînan derdikevim, radibim û kulmek ava cemidî li ser rûçikên xwe dikim. Çiraya Paşîn e û sermaye. Hê berî 5 saetan bû ku min bihîst ez bê kar mame. Giranî û li aliyê dinê jî dilrehetiyek li ser min bû. Di wê baweriyê de me ku ligel hemû kêmasiyên xwe jî min karê xwe serkeftî kir. Werhasil mijara me ne ewe. Îro roja ku Tahir Elçî xatirê xwe ji me xwestiye ye. Xemgînim ji be ku weke wî jî digot 'Ew  ne ew kesê ku serê wî li ser balgîvan koça dawî bike' bû û wisa jî lê hat. Ez nikarim behsa serpêhatiyên xwe ligel wî bikim. Di navbera me de 20 sal heye. Gelo dema ez jî bûm 49 salî wê min jî bikûjin? Ji malê derketim di binhişê min de tevî van fikra. Nanirxînim ha ne heddê mine ez fikran binirxînim. Berbi Ofîsê ve diçûm. di rê de min biryara xwe guherand û li Koşuyolû Parqî peya bûm. Çawa min darên li parkê dît weke ku di vî wêneyî de jî xw...

Tarih Utanır mı.?

Henüz söylenmemiş sözcüğe gebe olan bir şairin mısralarında var olmayı arzuluyorum. Yoksulluk ile yoksunluk arasında sıkışmışlığımın kimliksizliğimle ne derece orantılı olduğunu bilmeden. Yalnızca yaşam ve ölüm arasında gelgitler yaşamaktayım. Şiirine meze olmak için kaç faili meçhule kurban gitmeliyim. Ya da hangi katliama uğramış ruhu taşıyayım.. Enfal mi Zilan mı Yahut Şengal mi.. Bu kaçıncı eksilmişliğim.. Bu ne kendini bilmez tarih.. Bu ne hadsiz bir yaşam. Sadece uyumak düşer payıma. Sade parçalanmış bir ruh ile uyumak.. Şiir yazamayan Şairin çaresizliğiyim.. Kendimden gayrı yoktur düşmanım..