Ana içeriğe atla

Nameyek bo Darayê kal II

  
Ji ber ku disêwirim, ez ne ez im..
Ji ber ku ez disêwirim..
Disêwirim...
Ji ber berî ew min berdin rojê..
min xwe berda sêwirandinên xwe..
Lêolo )

Di 7/03/2018an de te ev fîlmê Kanadayî temaşe kir û van rêzikên li jor te ji wir girt. Filmeke têra xwe kûr bû bi rastî. Niha tu yê bibêjî vî Darayo ji ber çi ji min re qala van çîrokan dike. Temam rast e ji bo îroya te dibe ku weke çîrokê ji te re hatibe lê di dema ku ez vê nivîsê dinivîsim de ev film xwedî tesîreke derûnî ye di esasê xwe de. Piştî çend deqê dinê wê bibe 'Roja cîhanî ya jinan'. Ev îro bû mehek û çend roje min li dayîka xwe ne geriyaye. 

Weke ku ez bêriya wê dikim bêriya tu berdilka xwe nakim. Ji min na xeyide ez dizanim. Pênç salan jî ez lê negerim neçim cem wê, dema ez çûm min xwe da ber çokên wê dê dîsa min efû bike. Weke ku tu tişt nebûbe dê dîsa porê min şeh bike, ji min re kala xwe û nexweşînên xwe bike. Ew dayîka te ya ku hê 40 saliya xwe de ji ber derd û keserên ku we birayên xwe dayê pîr bû ye. Niha tê bîra te lo Darayo. Xwezî niha ez li cem wê bûma û min herdu destên wê  biramûsanda.

Jiyan zehmet e
Ez niha li Stenbolê me. Bi rastî ev bû çend roje ez li Stenbolê me. Betal im û kar nîne ku ez bixwebitim jî. Dilê min heye ez ji bilî rojnamegeriyê karekî berovajî beşa xwe bikim. Ka em binêrin eger destpê kir ji xwe ez ê ji te re di nameyeke din de bibêjim. Ji ber ku ez li Stenbolê bûm û net û derfet nînbûn min bloga xwe jî hinek îhmal kir ji ber vê yekê jî ez lêborîna xwe dixwazim ji te û ji xwînerên blogê. Ha mizgîniya xwe dixwazim ji te min ji bo bloga te hesabekî twitterê vekir. Hûn dikarin wî hisabî jî bişopînin. @bandinidara . 

Min bêriya bawo kiriye

Wa Darayo tu dizanî ev 2 mehe bavê te qet li te ne pirsiye. Xwezî rokê, royeka tenê telefonekê bikira û bigota 'Kurê min'.  Tu nizanî min çiqas bêriya wî kiriye. Lê ez nikarim lê bigerim. Nikarim harim ber lingên wî û lêborîna xwe jê bixwazim. Ji ber ku ta niha min tim serî lê tewandiye û nebûme sedema gewriya wî geş bibe. Ev mijarên taybet in zaf naxwazim qal bikim lê ji bo tu hay ji van royan hebî weke nîşeyekî dinivîsim. 

Çend şîret
Ji bîr neke. Ji keçikên xwe re tim nazik, ji lawên xwe re jî tim hurmetdar be da ku ew jî rêz û nimayîşê bo te nîşan bidin. Tu nikaribî alîkariya wan bikî jî piştgirî bide wan. Gotineke te ya erênî wê karê wan li ber çavên wan bike zêr. Niha bi xatirê te. Ez ê di demeke guncav de dîsa ji te re biaxivim.

07/03/2018
Eyupsultan/Stenbol

Yorumlar

Bu blogdaki popüler yayınlar

Arjen Arî, ev pênc salin helbesta Kurdî sêwî ye

Dara Porxelek xwezî, lewitîn di kirêtiyê de û şer dizî j ime xewnên mîrekî li herêmekê em ji gundekî dijmin jî bûna malê me pev dima neyariya me nedigiha qewmekî kengî bûya lev dihatin em eydekê, erefatekê…  dibêje Arjen Arî. Pêşengê hemdemên xwe, helbestvanê nûjen ê zaravayê Kurmancî. Di 31ê Cotmeha 2012an de ji nav me koç kir. Li pey xwe bi hezaran dildar, bi sedan jî helbest hiştin. Em weke Heftenameya Basê bi sedema 5. salvegera helbestvanê nemir Arjen Arî bi heval û hogir û dostên wî re axivîn û her yekî ji wan ji bo me di derbarê Arjen de nivisî. Ji bo xatirê bîranîna Arjen Arî û xwînerên Heftenameya Basê em çarîneke Arjen Arî ku heta niha nehatiye weşandin tînin pêşberî we xwîneran. îşev rêwiyê şevê me. hew tu dizanî xunav. mêvanê dilê kê me Firat Cewerî: Arjen Arî diltenik bû Dema min û Arjen Arî hevûdu nas kir, dema rêxistinan bû. Em jî di rêxistinekê de hatibûn ba hev. Em pê ketibûn û me xwe bi felsefeya materyalîst digihand; em noqî lî...

Tarih Utanır mı.?

Henüz söylenmemiş sözcüğe gebe olan bir şairin mısralarında var olmayı arzuluyorum. Yoksulluk ile yoksunluk arasında sıkışmışlığımın kimliksizliğimle ne derece orantılı olduğunu bilmeden. Yalnızca yaşam ve ölüm arasında gelgitler yaşamaktayım. Şiirine meze olmak için kaç faili meçhule kurban gitmeliyim. Ya da hangi katliama uğramış ruhu taşıyayım.. Enfal mi Zilan mı Yahut Şengal mi.. Bu kaçıncı eksilmişliğim.. Bu ne kendini bilmez tarih.. Bu ne hadsiz bir yaşam. Sadece uyumak düşer payıma. Sade parçalanmış bir ruh ile uyumak.. Şiir yazamayan Şairin çaresizliğiyim.. Kendimden gayrı yoktur düşmanım..

Deng tê gelo

Saet li dora 6ê sibehê ye. Dengê kûçika li kolana me olan dide. Dîsa zûr e zûra panzêr û trimbêlên leşkerî yên dagirkeran e. Bi hêrsî ji nav nivînan derdikevim, radibim û kulmek ava cemidî li ser rûçikên xwe dikim. Çiraya Paşîn e û sermaye. Hê berî 5 saetan bû ku min bihîst ez bê kar mame. Giranî û li aliyê dinê jî dilrehetiyek li ser min bû. Di wê baweriyê de me ku ligel hemû kêmasiyên xwe jî min karê xwe serkeftî kir. Werhasil mijara me ne ewe. Îro roja ku Tahir Elçî xatirê xwe ji me xwestiye ye. Xemgînim ji be ku weke wî jî digot 'Ew  ne ew kesê ku serê wî li ser balgîvan koça dawî bike' bû û wisa jî lê hat. Ez nikarim behsa serpêhatiyên xwe ligel wî bikim. Di navbera me de 20 sal heye. Gelo dema ez jî bûm 49 salî wê min jî bikûjin? Ji malê derketim di binhişê min de tevî van fikra. Nanirxînim ha ne heddê mine ez fikran binirxînim. Berbi Ofîsê ve diçûm. di rê de min biryara xwe guherand û li Koşuyolû Parqî peya bûm. Çawa min darên li parkê dît weke ku di vî wêneyî de jî xw...