Ana içeriğe atla

Kayıtlar

Leylan - Mehmet Dicle

                                                         Çîrok bi destpêkeke klasîk a Kurdan destpê dike. “ Pîrê serê sibê zû hişyar dibe, hewşa xwe avreşîn dike û hêdî hêdî weke rîtuelekî paqij dike. Di nav dengên zarokan deng û lîstika zarokan de vî karî dimeşîne.” Ev rîtuel li ber hemû çavên Kurdên ku li gund çêbûne wêneyekî xêz dike bêguman. Dîsa pîrê zarokan hişyar dike ku dengê xwe zêde bilind nekin da ku kalê wan ji xewê şiyar nebe. Lê çi fêde kalo şiyar bûye jî di ji ber deng û reqsa zarokan. Dîsa weke rîtueleke li hemû malên li hemû gundên Kurdan radibe ber bi bîrê ve diçe û dev û ruyê xwe dişo(Em dibêjin dev û rû ne ser û çav). Ne bûka mezin ya navîn lê ya biçûk pêjgîrekî ji xezûrê xwe re tîne ev jî di nav Kurdan de çandeke giştî ye. Sedem nizanim çiye lê li gor tecrûbe û xwendinê min li hemû Kurdistanê ev yek jî weke ku Dîcle...

Hesenê Metê: Ez ji bo lehengên xwe giriyame!

BAS - Dara Porxelek “Tekoşer bûm, mîlitan bûm, zîndanî bûm û bûm pêşmerge jî... ku di vê salê min de  îro jî pêwîstî bi min û şerekî hebe, dibêjim qey ez ê dîsa vê yekê bikim..” dibêje Hesenê Metê, nivîskarê Kurd û berhemdêr. Di roman û çîrokên xwe de Hesenê Metê teswîreke îlahî dike û mirovan dişîne cîhaneke xeyalî. Dema mirov nivîsên wî dixwîne geh li vê dinyayê ye geh jî li cîhaneke bê sînor e. Xeyal hêmana nivîsa wî ye.  Weke mînak: “Ku ruhekê şairane bi min re hebûya min ê ji we re bigota cîh û warekî wekî sîngê diya meriv e… Zarokatiya xwe bifikirin, biçin xwe li ser singê diya xwe dirêj bikin serê xwe danin ser wan pêsîrên tije şîrê pak û sipî… Û bikevin xew.” Hesenê Metê ji me re di derbarê serpêhatiya xwe, nivîskariya xwe , lehengên xwe û pêşmergetiya xwe de axivî. Hesenê Metê di dirêjahiya emrê xwe de tim têkoşer bûye, ji Ergaxî ber bi Silêmanî, li wir doza pêşmergetî û nivîsandin… Belê... Tekoşer bûm, mîlitan bûm, zîndanî bûm û bûm pêşmerge jî... ku di vê sa...

Siyajîn: Çîroka çîroka min lêgerîna bîra Kurdan e

BAS - Dara Porxelek Di van heyamên dawîn de çend kesayetên hêja li wêjeya Kurdî zêde bûne. Yek ji wan nivîskarên nû û ciwan jî Siyajîn Aramî ye. Siyajîn Aramî xortekî Batmanî ye û li Zaningeha Akdenîz a Antalyayê beşa hemşîretiyê (Perestar) qedandiye. Siyajîn xebatên kovargerî û şêwira pirtûkên Kurdî dike. Di sala 2016an de di emrê xwe yê 25an de pirtûkeke çîrokên Kurdî bi navê Beranê Çargurcik nivîsand û çap kir. Em weke Heftenameya Basê bi Siyajîn re li ser pirtûka wî û xebatên wî axivîn. Siyajîn çîroka nivîskarî û çîrokbêjiya xwe wiha vedibêje: “Çîrokên ku min nivisîne, gelek ji wan ne çîrokên min in. Jixwe ti carî min ne xwest ku çîrokên xwe an jî ezmûnên xwe yên jiyanê binivîsim. Ev çîrok hemû çîrokên bîra Kurdan e. Çîrokên ku di pirtûka bi navê 'Beranê Çargurçik' de hatine nivîsîn ên me hemûyan e.  Armanca min ji roja pêşî ve ev bû ku ez dosyeyeke 'bîr'ê ('bîr'eke hevpar)  amade bikim û bîra civakî cardin zindî bikim. Ez yek ji wan kesan im ên nif...

Helîm Yûsiv: Jiyana Kurdan bi xwe jî efsûnî ye

Dara Porxelek  Hin nivîskar hene dema xwîner berhemên wan dixwînin rastiya civakê li ber çavê wan tê xemilandin. Helîm Yûsiv jî yek ji wan nivîskaren e ku ji xwe re şêweya efsûnî ya wêjeyê hilaniye û di berhemên xwe de dide ber çavê xwînerên xwe. Nivîskar û siyasetmedarê gewre yê Kurd Helîm Yûsiv bersiva pirsên Heftenameya Basê da. Di pirtûkên xwe de hûn bingeha şêweya xwe li ser esasên efsûnî datînin, rewşa ku Kurd di nav de ne tesîrê li vê yekê dike an tercîha we ji ber normên edebiyatê ye? Mijara efsûnî an jî realîzmê hinek tevlîhev e. Li gorî min nivîskarê Kurd ne hewceye xeyala xwe têxe nav nivîsên xwe. Ji ber ku rewşa ku Kurd tê de derbas dibin têra xwe efsûnî û xeyalî ye. Ez, nivîskarê Kurd bi şens dibînim. Mijar û jiyana Kurdan têr û dewlemend e. Di vê derbarê de ew tayê di navbera efsûnî an jî realîzmê de tayekî gelekî zirav e. Nivîskarekî Kurd dema qala bûyereke ku bûye dike ji me re jî zehmete ku em bizanibin gelo ev bûyer raste an jî xeyal e. Herwiha dema xwîne...

Homer Dizeyî: Hunermend li du cîhana dijîn

Dara Porxelek Homer Dîzeyî li gundê Dûgirdkan yê girêdayî Hewlêra paytexta Kurdistanê ji dayik bûye. Homer Dîzeyî di jiyana xwe de hunermendî, rojnamegerî, siyasetmedarî û pêşmergetî kiriye. Dîzeyî bi dengê xwe yê qedîfe li seranserê Kurdistanê tê guhdarîkirin. Muzîka rojavayî li gor çanda Kurdî gelek balkêş neqişandiye. Em weke Heftenameya Basê ligel Homer Dîzeyî li ser jiyana wî ya hunerî, taybetî, siyasî û rojnamegeriyê axivîn. Hûn ji malbateke dewlemend û xwedî ax bûn. Hûn ji wê fikra eşîrtî û axatiyê derketin û bûne hunermendekî mezin û netewî yê navdar. Ev yek çawa çêbû? Pirsyarek gelek baş e. Rastî problema min ligel vê yekê dûr û dirêj e. Tradîsyona eşîreta beriya 50-60 salî gelek xirab bû. Cihê eşîran di civaka Kurdan de hûn jî baş dizanin. Bi rastî niha ne weke berê ye. Hinek rehet bûye. Dema ez 5-6 salî bûm birayê min bi xweşiya dengê min hesiya. Mirtib dihatin gund û stran digotin min jî jiber dikir û digot. Ez gelek ji stranên mirtiban hez dikim. Dema ez çûm Ewr...

Seyadê Şameyê Kekê: “Qulingê brîndar yê Kurdistanê”

Dara Porxelek Jiyaneke sirgûnî, îşkencekirî û mayîna bi salan di zindanan de… Seyadê Şamê ji aliyê malbata xwe ve wek mirî dihat zanîn. Dema dengê Seyad di Radyoya Rewanê de olan dide bawerî bi jiyanek ji nû ve vejînandî tê kirin. Malbata Kekê, girêdayî Eşîra Celaliyan e. Eşîr li navçeya Agiriya Bazidê dimîne. Nuxûriyê bavê xwe ye Seyad. Di heman demê de xwebexşekî doza Kurdistanê ye jî. Dewlet malbata Kekê di sala 1944’an de sirgûnî Yozgatê ji wir jî ber bi Alaca’ya Çorimê ve dike. Dema li sirgûnê bû dozgeriya Erziromê ji Seyad re nameyekê dişîne û dibêje: “Dê doza te ji nû ve bê dîtin, divê tu werî Erziromê.” Her çiqas bavê Seyad dibêje, “Meke kurê min, tesmîlê destê leşkerê Romê nebe” jî Seyad dibêje: “Bavo heta niha min tenê êş û elem daye we, bisekine ez biçim û vê sirgûniyê bidawî binim da ku hûn vegerin Kurdistanê.” Bavê Seyad li ser van gotinan misaade dide Seyad û Seyad berê xwe dide Erziroma şewitî. Dema Seyad diçe Erziromê, bêyî dozgeriyê wî desteser dikin û dibin...

Hecî Qadirê Koyî

Hacî Qadir Koyî li gundê Qoreqeracda li herîmê Koyê sala 1815ji dayika xwe bûye. Di biçûktîya xweda bêbav maye, bavê wî miribû, dayka wî ew birîye Koyê û bi arîkarîya Axâ û Begên dewlemend û xérxwez daye ser xwendinê. Ew lî mizgefta Koyêda li cem mêle Ahmed Gunbetî tevî Mehemed Gelî- zadê hînî xwendinê bûye û navê feqîtîyê standiye û bi feqî- tî gerîyaye, çûye Xoşnavê, Serdeştê, Erbîlê, Kerkûkê, Su lemanîyê, Sabilaxé û Şîno. Li cem merivên zana û ulmdar hîn bûye, navê mêla standi ye, bûye mêla- û bi navê mêla li Kurdistanê gerîyaye, çûye Stembole, li wê derê. bûye nasê gire-girên Kurd û Kurdistané, Yên li wî wextî li ser qulixa hukmatê bûn û komên rewşenbîrkirna Kurdan û serbestîya wan sazkiribûn, Li Stemblé Qadir Koyî bûye nasê şervanên azadkirna Kurdistanê Çend salan bûye mamostayé kurên Bedirxan paşa, li mala wî da dibe nasê nivîsara Ahmedê Xanî, destana wî " Mem û Zîné" dixûne û pêşgotna wê gelekî bi wi xweş hatîye, bîr û bawara wetenperwerî û milétperwer...