Ana içeriğe atla

Siyajîn: Çîroka çîroka min lêgerîna bîra Kurdan e


BAS - Dara Porxelek
Di van heyamên dawîn de çend kesayetên hêja li wêjeya Kurdî zêde bûne. Yek ji wan nivîskarên nû û ciwan jî Siyajîn Aramî ye. Siyajîn Aramî xortekî Batmanî ye û li Zaningeha Akdenîz a Antalyayê beşa hemşîretiyê (Perestar) qedandiye. Siyajîn xebatên kovargerî û şêwira pirtûkên Kurdî dike. Di sala 2016an de di emrê xwe yê 25an de pirtûkeke çîrokên Kurdî bi navê Beranê Çargurcik nivîsand û çap kir. Em weke Heftenameya Basê bi Siyajîn re li ser pirtûka wî û xebatên wî axivîn.
Siyajîn çîroka nivîskarî û çîrokbêjiya xwe wiha vedibêje: “Çîrokên ku min nivisîne, gelek ji wan ne çîrokên min in. Jixwe ti carî min ne xwest ku çîrokên xwe an jî ezmûnên xwe yên jiyanê binivîsim. Ev çîrok hemû çîrokên bîra Kurdan e. Çîrokên ku di pirtûka bi navê 'Beranê Çargurçik' de hatine nivîsîn ên me hemûyan e.  Armanca min ji roja pêşî ve ev bû ku ez dosyeyeke 'bîr'ê ('bîr'eke hevpar)  amade bikim û bîra civakî cardin zindî bikim. Ez yek ji wan kesan im ên nifşa 90î, ji ber vê yekê min hûnandina çîrokan li ser 'memory/bîr' a wê demê saz kir. Di çîrokan de zêdetirî min xwest berawirdkirin, mûqayesekirina 'bîr'a Kurdan a berê û ya niha bikim, fikir û ramanên me yên civakî, şêweya me ya axaftinê û ya jiyanê jî li gorî rewşan diguhere. Her ku dem diguhere, derfet zêde dibin, li ser navê nûjenbûnê em ji nirxên xwe yên çandî dûr dikevin.  Di çîrokên min de leheng du-jiyanî ne, leheng di jiyana xwe ya rojane de her çendî li gorî jiyaneke modern  bijîn jî, di jiyana xwe ya rastîn de di lêgerîna jiyana xwe ya zarokatiyê ya saf û pak de ne. Hin deng, tam, bêhn, êş, stran, lîstik, xwarin û kes her tim di bîra mirovî de xwedî cihekî taybet in. Mirov nikare ji van hêma û diyardeyên bîra xwe bireve an jî ji wan dûr bikeve. Çîroka çîrokên min lêgerîna kesayetî û bîra kurdan e.”
“Dixwazim kevneşopî û nûjeniyê bi hev re bixemilînim”
Siyajîn di dewama axaftina xwe de dibêje, şêweya nivîsînê ya her nivîskarî li gorî wî/ê diguhere. Min weke ku berê jî got armanca min berawirdkirina çîroknûsiya klasîk û nûjen e. Li ser xeteke gelerî pêkanîna çîroksaziyeke nûjen e û wiha pê de diçe: “Min ew tişta ku xwestiye nîşanî xwîneran bidim bi awayekî vekirî û berbiçav vegotiye. Li gorî min nivîskarî ne ew e ku mirov bi zimanekî giran binivîse, ya baş ew e ku bi zimanekî zelal û minîmalîzekirî binivîse. Her çendî min berhemek weşandibe û weke bernavk nivîskarî jî li min zêde bûbe, xwînerî zêdetir bala min dikişine. Ji lewre min li ser çîroka Kurdî gelekî lêkolîn kir û xwendineke baş kir li gel wêjeya cîhanê. Bi xwîneriyeke baş ez pêrgî şêweyên nivîsandina  çîroka Kurdî û ya cîhanê hatim. Di her çîrokekê de min xwest cûreyek an jî şêweyeke din a çîroka Kurdî bi kar bînim, ji sembolan bigire heta bikaranîna du-sê cûre hemwateyên peyvan. Rast e, sedema vê yekê jî destpêkek û şêweyeke nû ye ji bo çîroka Kurdî. Divê wêjeya me nebe warê 'dubare'yê.”
“Nivîskarî di hundirê xwe de dîlbûnekî dihewîne”
Siyajîn dibêje, ji bo min hin caran nivîsandin azadî ye û hin caran jî malxirabî ye û axaftina xwe wiha didomîne: “Nivîsandin hesteke bêhempa ye. Min azad dike lê ew azadî jî di xwe de dîlbûnekê dihewîne. Her ku ez dinivîsim, ez zêdetir xwe dîl hîs dikim, ji ber ku ez dibim koleyê nivîsên xwe. Peyv min didarizînin di pêvajoya nivîsînê de, ji ber vê yekê ye ku ez xwe bi awayekî vekirî vedibêjim û heta ji min tê zimanekî minîmalîzekirî bi kar tînim.” Siyajîn di dawiya axaftina xwe de mizgînî dide xwînerên xwe û wiha pê de diçe: “Em di pêvajoyeke girîng re derbas dibin. Ev nêzî salekê ye ku rewşeke ji bo herkesî  bêtam û sekinî li dor me niziliye lê dîsa jî di vê rewşê de xwîneran piştgirî, nirxandin û rexneyên xwe ji min kêm nekirin. Ez jî piştgiriya wan hevalan bi agahiya dosyeyeke nû xelat bikim. Bi heviya rojên xweş û azad.”
HEFTENAMEYA BASÊ

Yorumlar

Bu blogdaki popüler yayınlar

Arjen Arî, ev pênc salin helbesta Kurdî sêwî ye

Dara Porxelek xwezî, lewitîn di kirêtiyê de û şer dizî j ime xewnên mîrekî li herêmekê em ji gundekî dijmin jî bûna malê me pev dima neyariya me nedigiha qewmekî kengî bûya lev dihatin em eydekê, erefatekê…  dibêje Arjen Arî. Pêşengê hemdemên xwe, helbestvanê nûjen ê zaravayê Kurmancî. Di 31ê Cotmeha 2012an de ji nav me koç kir. Li pey xwe bi hezaran dildar, bi sedan jî helbest hiştin. Em weke Heftenameya Basê bi sedema 5. salvegera helbestvanê nemir Arjen Arî bi heval û hogir û dostên wî re axivîn û her yekî ji wan ji bo me di derbarê Arjen de nivisî. Ji bo xatirê bîranîna Arjen Arî û xwînerên Heftenameya Basê em çarîneke Arjen Arî ku heta niha nehatiye weşandin tînin pêşberî we xwîneran. îşev rêwiyê şevê me. hew tu dizanî xunav. mêvanê dilê kê me Firat Cewerî: Arjen Arî diltenik bû Dema min û Arjen Arî hevûdu nas kir, dema rêxistinan bû. Em jî di rêxistinekê de hatibûn ba hev. Em pê ketibûn û me xwe bi felsefeya materyalîst digihand; em noqî lî...

Tarih Utanır mı.?

Henüz söylenmemiş sözcüğe gebe olan bir şairin mısralarında var olmayı arzuluyorum. Yoksulluk ile yoksunluk arasında sıkışmışlığımın kimliksizliğimle ne derece orantılı olduğunu bilmeden. Yalnızca yaşam ve ölüm arasında gelgitler yaşamaktayım. Şiirine meze olmak için kaç faili meçhule kurban gitmeliyim. Ya da hangi katliama uğramış ruhu taşıyayım.. Enfal mi Zilan mı Yahut Şengal mi.. Bu kaçıncı eksilmişliğim.. Bu ne kendini bilmez tarih.. Bu ne hadsiz bir yaşam. Sadece uyumak düşer payıma. Sade parçalanmış bir ruh ile uyumak.. Şiir yazamayan Şairin çaresizliğiyim.. Kendimden gayrı yoktur düşmanım..

Nameyek Ji Darayê Kal Re III

  Silav Dara.! Ez im 33 saliya te. Niha li Elazîzê li otêla Birizgardenê me. Beriya roj biçe ava vê nameyê ji te re dinivîsim. Çar sal derbas bûn ku min navber daye nameyên xwe. Bibore.! Bi rastî jî di van çar salên derbasbûyî de ne di jiyana min de ne jî di ya welêt de tu guhertinên mezin çê nebûne. Dîsa bi tenê me. Di tenêtiya xwe de ji afirîneriyê dûr im. Min tu tişt ava nekiriye. Tenê hêla bazirganiyê û hilberîna çend cureyan de min tiştnan kiriye. Bila weke nîșe ev jî li vir be. Serdema Blokcainê ye. Nizanim ew dem çawa ye pergala cryptographicê di çi astê de ye. Em weke milet çawa ji Quantûmê re dereng man wisa ji crypto re jî hinek dereng mane. Çend hewildanên qels hatibin dayîn jî ne di asta cîhanê de ne. Ez niha weke Pisporê Îxracatê li Şîrketeke Bakurî dixebitim. Serê vê mehê ez li Georgia bûm. Tenê 7 milyon hemwelatiyên wî welatî hene û welatek azad û serbixwe ye.              Meydana Ewropa /Batum-Georgia  Batum/Georgia  Di 2...