Ana içeriğe atla

Hecî Qadirê Koyî


Hacî Qadir Koyî li gundê Qoreqeracda li herîmê Koyê sala
1815ji dayika xwe bûye. Di biçûktîya xweda bêbav maye, bavê
wî miribû, dayka wî ew birîye Koyê û bi arîkarîya Axâ
û Begên dewlemend û xérxwez daye ser xwendinê.
Ew lî mizgefta Koyêda li cem mêle Ahmed Gunbetî tevî Mehemed Gelî-
zadê hînî xwendinê bûye û navê feqîtîyê standiye û bi feqî-
tî gerîyaye, çûye Xoşnavê, Serdeştê, Erbîlê, Kerkûkê, Su
lemanîyê, Sabilaxé û Şîno.
Li cem merivên zana û ulmdar hîn bûye, navê mêla standi
ye, bûye mêla- û bi navê mêla li Kurdistanê gerîyaye, çûye
Stembole, li wê derê. bûye nasê gire-girên Kurd û Kurdistané,
Yên li wî wextî li ser qulixa hukmatê bûn û komên rewşenbîrkirna
Kurdan û serbestîya wan sazkiribûn, Li Stemblé Qadir Koyî bûye nasê şervanên azadkirna Kurdistanê

Çend salan bûye mamostayé kurên Bedirxan paşa, li mala wî
da dibe nasê nivîsara Ahmedê Xanî, destana wî " Mem û Zîné" dixûne û pêşgotna wê gelekî bi wi xweş hatîye, bîr û
bawara wetenperwerî û milétperwerîya Ahmedê Xanî li dilê
û aqlê wîda rûniştne. Ew dibe xemxurê miletê xwe, şêrên
xwe derheqa halê miletê xwe. derheqa paşketna wîda nivîsî
ne, di şêrên xweda ew derdikeve meydana rewşenbîrkîma milet, meydana serê azadkirna milet ji bin destê şêx, pir û"
axa û begên kurd, ji bin destê hukmeta Romê û Îranê nîşan
dike. Mîna Ahmedê Xanî milet şiret dike, ku ber bi xwendinê herin, li serên azadkirna xweda yekbin, raberî hev şer
nekin, bi tifaq şerbikin bo xatirê azadkirna kurd û Kurdistanê.
Qadir Koyî şêrên xwe bi soranî (kurmanciya jêrîn) nivîsîne
ez çend şêrên wî bi herfên latînîya Celadêt Bedirxan bi
kurmancîya jorin li jêrê dinivîsim, ku xortên me delal
wan bixwînin  bibin nasê bîr û bawara Qadir Koyî - şayrê
Kurdan navdar û peyketîye Ahmedê Xanî.






HETA KU LI HEVNEYÊN QEBÎLÊN KURDA

Heta li hev neyên qebilê Kurdan,
Her wê ha bibin xirabe mal,
Hemû dinya mezin û biçûk,
Xemilîye bi milk'ké wek bûk,
Yekbergin, yekziman û yek reng,
Bêxeybet û bê e'yb û a'rû bê deng,
Dinya bi tîrên dixun û didin,
Her ci meremê wane, dikin,
Her Kurdin, t'enê bi p'akî merdin.
P'amali zemanê, mehsusî  K'urdin.
Her mane bê deng û mezlûm,
Mîna e'rdê xerabe zarê me'sûm.
Ger basê vê dipirsî k'îjane,
Şerteke ku bû, hemû temane.
Ew şerte bi k'ullî  îtfage,
Ger Mere 'ş û Wanê, ger Îraqe,
Qesreke awaxî ew itfaqe,
Ger wa ne be, her bi taqe.
Sed şêx û mêla û mîr. û xani,
Bo lezeta iş û zindegani,
Li vî alî wan bi hîlebazi,
Li wî alî wan bi teqlebazî,
Qir kirin hemû li welatda,
Heta milk û reya fewta
Ci te kir, wan ne kird;
Xema wan nî bû ku mirin hemû kur



Hecî Qadirê Koyî



Yorumlar

Bu blogdaki popüler yayınlar

Arjen Arî, ev pênc salin helbesta Kurdî sêwî ye

Dara Porxelek xwezî, lewitîn di kirêtiyê de û şer dizî j ime xewnên mîrekî li herêmekê em ji gundekî dijmin jî bûna malê me pev dima neyariya me nedigiha qewmekî kengî bûya lev dihatin em eydekê, erefatekê…  dibêje Arjen Arî. Pêşengê hemdemên xwe, helbestvanê nûjen ê zaravayê Kurmancî. Di 31ê Cotmeha 2012an de ji nav me koç kir. Li pey xwe bi hezaran dildar, bi sedan jî helbest hiştin. Em weke Heftenameya Basê bi sedema 5. salvegera helbestvanê nemir Arjen Arî bi heval û hogir û dostên wî re axivîn û her yekî ji wan ji bo me di derbarê Arjen de nivisî. Ji bo xatirê bîranîna Arjen Arî û xwînerên Heftenameya Basê em çarîneke Arjen Arî ku heta niha nehatiye weşandin tînin pêşberî we xwîneran. îşev rêwiyê şevê me. hew tu dizanî xunav. mêvanê dilê kê me Firat Cewerî: Arjen Arî diltenik bû Dema min û Arjen Arî hevûdu nas kir, dema rêxistinan bû. Em jî di rêxistinekê de hatibûn ba hev. Em pê ketibûn û me xwe bi felsefeya materyalîst digihand; em noqî lî...

Tarih Utanır mı.?

Henüz söylenmemiş sözcüğe gebe olan bir şairin mısralarında var olmayı arzuluyorum. Yoksulluk ile yoksunluk arasında sıkışmışlığımın kimliksizliğimle ne derece orantılı olduğunu bilmeden. Yalnızca yaşam ve ölüm arasında gelgitler yaşamaktayım. Şiirine meze olmak için kaç faili meçhule kurban gitmeliyim. Ya da hangi katliama uğramış ruhu taşıyayım.. Enfal mi Zilan mı Yahut Şengal mi.. Bu kaçıncı eksilmişliğim.. Bu ne kendini bilmez tarih.. Bu ne hadsiz bir yaşam. Sadece uyumak düşer payıma. Sade parçalanmış bir ruh ile uyumak.. Şiir yazamayan Şairin çaresizliğiyim.. Kendimden gayrı yoktur düşmanım..

Nameyek Ji Darayê Kal Re III

  Silav Dara.! Ez im 33 saliya te. Niha li Elazîzê li otêla Birizgardenê me. Beriya roj biçe ava vê nameyê ji te re dinivîsim. Çar sal derbas bûn ku min navber daye nameyên xwe. Bibore.! Bi rastî jî di van çar salên derbasbûyî de ne di jiyana min de ne jî di ya welêt de tu guhertinên mezin çê nebûne. Dîsa bi tenê me. Di tenêtiya xwe de ji afirîneriyê dûr im. Min tu tişt ava nekiriye. Tenê hêla bazirganiyê û hilberîna çend cureyan de min tiştnan kiriye. Bila weke nîșe ev jî li vir be. Serdema Blokcainê ye. Nizanim ew dem çawa ye pergala cryptographicê di çi astê de ye. Em weke milet çawa ji Quantûmê re dereng man wisa ji crypto re jî hinek dereng mane. Çend hewildanên qels hatibin dayîn jî ne di asta cîhanê de ne. Ez niha weke Pisporê Îxracatê li Şîrketeke Bakurî dixebitim. Serê vê mehê ez li Georgia bûm. Tenê 7 milyon hemwelatiyên wî welatî hene û welatek azad û serbixwe ye.              Meydana Ewropa /Batum-Georgia  Batum/Georgia  Di 2...