Vê sibehê, Penaberê şevê heyva payîzê xwe veşart, Tavek bi brîn derket û axê ramûsand.. Qijîk banga mirinê ferman kirin, Behr bi pêlên xwe ramanên şer mizgîn kirin.. Daristan çûka hembêz ne kirin.. Demsala payîzê.. Demsala xem û ne dilşadî yê.. Vê êvarê; Tarî li min konê xwe vegirt, Stêrkên koçber xwe berdan mejî yê min.. Dilê min bû sîwanek wek ewran, Xençerek dijwar li dilê min dan û xwînê barand nehala çavên te Vê evarê; Wêneyek xewna zarokatî ya xwe bi bîr tînim, Pêlistanek tê afirandin ji mêjîyê min.. Di şopandina zivistanek xemgîn de hestên xwe di nivîsînim.. Hêvîyên xwe diherikînim di Dîcle û Feratê de, Dîcle û Ferat wek arjenek bilind dike çîrokên jîyana min.. Hêvî xwe davejên çîyayan, Xem ji kevirên bê zar re di qîrin, Konê xwe li goristanek vedigirim.. Vê êvarê; Destê te di destek xerîb da bû, Ew wêne dojeha min bû.. Behr bi pêlên xwe min wenda kir, Şev bi tarîbûna xwe min wêran kir.. Qêrîn û nalîna dil gihişt xema stêrkan.. Îşev hemû helbest ...