Hin caran ez helbestekê dixwînim û bi royan di bin tesîra wê de dimînim.
Dema ez vê helbestê jî hevalekî /a xwe re dixwînim dibînim ku pir ji rêzê tê ji wan re.
Di rastiya xwe de taybetmendiyeke min heye ku min hê jî kelecanî ya xwe winda nekiriye.
Îşev jî yek ji wan helbestan hat ber destên min.
Helbestvanê Cihû yê Alman Paul Celan.
Birîna şewatê
Em ranedizan êdî, nivînên me katjimêra xemgîniyê ne.
Weke gopalekî me xwar dikir katjimêr û xulekjimêran.
Û tu, her diçû zaftir çûyîna rojê re diaxivî yî .
Û min dowanzdeh caran bangî tekir bi peyvên ku te li şevê pêça ye..
Şev vebû û weke xwe ma..
Û min çavekî kire paşila şevê yê din jî li porê te daleqand..
Û di navbera herduyan de min damarê vekirî dirêjî te kir..
Û birûskeke ciwan bi avjeniyê nêzîk bû..
Ev helbest ji Tirkî ji aliyê Dara Porxelek ve hatiye wergerandin..
Yorumlar
Yorum Gönder