Ana içeriğe atla

Abdulla Keskîn: Xeyala min a mezin xeyala her kurdekî ye

Gelî xwînerên Ezîz, bloga Dara Bandînî ji bo we xwîneran dest bi beşeke nipînû dike. Di vê beşê de her heftî wê bi mêvanên cûr bi cûr re hevpeyvînên dij rêbazê lidarbixe. Destpêka vê beşê em bi Damezrêner û Edîtorê Weşanxaneya Avestayê Abdulla Keskîn re axivîn. Abdulla Keskîn tevî edîtriya xwe û weşangeriya xwe bi qeşengbûna xwe jî di nav ciwanan de weke fenomenekî ye. Em xort û keçên kurd di şopa te de ne kak Abdulla. Kerem bikin bersivên Abdulla Keskîn li jêr in.

     

       

Abdullah Keskîn kê ye?
Nizanim, hê jî bi min nexweş û zehmet tê ku li ser xwe bipeyivim. Ez bawer im kesên van rêzan bixwînin ên bi hêsanî karibin xwe bigihînin hin agahiyên biyografik an jî ez vî barî bavêjim ser milê te.

Ciwanên kurd meraqa te dikin, jiyana te ya rojane çawa derbas dibe?
Pir sade û tenê, hez ji herduyan jî dikim. Berê dereng radizam û dereng radibûm, vêga diguherim. Wextê min bêhtir li mal derbas dibe, ji rûniştina li mal hez dikim, heta nîvro dixwînim, ligel qahwê û tiştine sivik. Piştî nîvro diçim kar û heta dereng li ofîsê me. Van deman bi cihê nû ê Avesta re zêde elaqedar im. Hew maye bibim mîmar. Carna jî spor û ger…
  

Keç û jinên me meraq dikin tu zewicî yî an ezêb î?
Vê pirsê jî tu bibersivîne ji kerema xwe. Bi 2-3 gotinan zehmet e ji navê derkevim û herkes dikare bibe bi aliyekî de.


Tu tolaz/çapkin î?
Na! Li gor min na. Di zarokatiya xwe de ji gotina “mêrê çavqehb” diveciniqîm, helbet ez jî mêrek im, lê jiyana xwe bi awayekî normal û maqul dijîm.

Heke ciwantir bûyayî, te hez dikir çi bikî?
Bawer im min dîsa eynî tişt dikir, ji ber ku ji zarokatî ve jiyana min di nav vê çarçoveyê de bû. Lê li kesê ku bê dewsa xwe difikirim, dixwazim ew bixwe bibîne û dîsa bixwe qerar bide.


Kurdî pere dike gelo?
Na! Karê ku em ji bo kurdî dikin ji bo çi bikin ê gelek baştir be, mînakên vê di nav weşanên me de hene. A rast em dema qerar didin zêde li kar û zerar nafikirin, ku bifikirin gerek e em nekin. Gelek tiştên em dikin di serî de em dizanin ku zerar e û zerarek zêde ye. Li ser van meselan zede axivîme, naxwazim dubare bikim. Rewşa kurdî tevî ku kêm tişt bûne, rewşeke mûcîzevî ye. Di çend salan de bi kêm xebatan, bi ser xwe ve tê. Lê hê ji me re maye, zêde maye.


Te heta niha ji Avestayê perekî baş kar kiriye ?
Mebest ji pereyekî baş çi ye nizanim lê bawer im na. Herçiqas ez baş dibînim ku ev kar ticarî bibe jî lê Avesta ji serî de wek dezgeyek klasik a ticarî nehatiye dîzaynkirin, ew niyet û qabiliyeta me jî tunebû. Ez dixwazim karê xwe bi hêsanî bikim, carna bi hêsanî, carna bi zehmetî dibe, lê dibe. Tenê bi kurdî me nikaribû du gavan biavêta.
Ez jiyana xwe li gor fikr û dilê xwe dijîm. Berî Avesta li kû dijiyam hê jî li wir im û bawer im heta mirina xwe ez ê li wir bim.

                      



      Romana herî zêde jê hez dikî kîjan e?  Helbesta te kîjan e? Çîroka te?
Bersiva van hersê pirsan jî nikarim bêjim, ne rast e ku bêjim. Li Avesta du şefqeyê min hene, yek a xwendevaniyê, yek a weşangeriyê. Ez xwendevanekî ne xirab im ji berê ve. Ez şefqa xwendevaniyê tenê ji xwe re dihêlim, heger tim ew li serê min bûya belkî min 40% kitêbên edebî ê Avesta çap nekiriba. Lê bi şefqa weşangeriyê pêwistî û rastiya kultûra me didim ber çavan. Li hember nivîskar û kitêbên me notr im. Me hemû bi kêfxweşî çap kirin û her yekê ji aliyê me ve îzaheke wê heye. Belkî ku teqawît bûm bersiva van pirsan bidim.

      Dikarî  çend film û pirtûk ji bo me ciwanan pêşniyar bikî?
Pir zêde hene. Tzameti 13, Hero, La Dolce Vita… Sînema Rojhilatê Dûr, a popûler jî hez dikim; Delon, Belmondo, filmên kowboy…

Mem û Zîn (Xanî), Zoo (Victor Shlovsky), Sedsalên Tenêtiyê (Marquez), Hêdîkayî (Kundera)…

Taybetmendiya te ya tu herî zêde jê hez dikî kîjan e?
Zû bi zû ji ya xwe nayême xwar. Ne inyad, tiştekî din e.

Ya tu herî zêde jê hez nakî?
Diserguhêxwereavêtin, texîrkirin…

Eger derfeta te hebûya te dixwest tu kê binasî?
Çend kes hebûn min dixwest binasim, hinek jê min nas kirin, hinek jê jî derfet çêbû, min nexwest binasim. Nizanim çima…


Qehremanê te kê/kî ye?
Qehremanê min tune, ji ber ku baweriya min bi qehremanan tune. Cesaret, wêrekî xweş e lê hertiştê zêde xirab e, qehremanî hinekî ji ehmeqiyê tê. Ez tucaran fam nakim, jinek çawa ji kesekî wekî Siyabend hez bike, meriv şerm dike ji kesekî biyanî re behs bike.

Em bêjin hey ku tu sax î xeyala te ya mezin çi ye?
Yekem xeyala min birêkûpêkkirina Avesta bû, duyem cihê wê, herdu jî kêm zede pêk hatin. Xeyala min a mezin xeyala her kurdî ye ku milletê me bi kêmasî li ser parçeyek du parçe axa welatê xwe, serdest û azad bibe. Bawer dikim ku ezê bibînim, eger nebînim jî tişta min dîtî ezê bi wê bihesibînim, ji ber ku me kêm tişt nedît.

Dixwazî çi ji blogerên kurdî re bibêjî?
Tiştekî bêjim tune ye, ji ber ku min kêm dîtiye, kêfxweş im ku dibînim kurdî li blogan geş dibe, hêdî hêdî dixwînim.

Mirov çawa wisa qeşeng dibe?
Spas, min digo yextiyar dibim, tu li ber dilê min didî.

Şeraba Suryanan an Raqiya Tirkan?
Ner herdu jî… Ez ehlê şerabê me, çima ne a fransiyan, îtaliyan, îspaniyan? Ji raqî hez nakim, tevî ku raqiyên tirkî wek bere nînin, baş in jî lê min çend caran a libnaniyan vexwaribû, baş bû. Li Tirkî jî kultûra araqê pêş ket û li midbexa vir tê.

Tu dixwazî li ser gora te çi bê nivîsandin?

Ne tiştek… A rast ez naxwazim gora min hebe, wek gelek kesên bê gor… Hêvîdar im heta ku mirim ew mafê şewitandinê li van deran jî bi dest bikeve. Xweliya ku ji ber min bimîne li kû bireşînin, hê min qerar nedaye. Bi herhal dixwazim çemek be ku neherike bahrê, çemekî ku di gelî an newalekê de dimiçiqe, ziwa dibe.

18/04/2018
Stenbol

Yorumlar

Bu blogdaki popüler yayınlar

Arjen Arî, ev pênc salin helbesta Kurdî sêwî ye

Dara Porxelek xwezî, lewitîn di kirêtiyê de û şer dizî j ime xewnên mîrekî li herêmekê em ji gundekî dijmin jî bûna malê me pev dima neyariya me nedigiha qewmekî kengî bûya lev dihatin em eydekê, erefatekê…  dibêje Arjen Arî. Pêşengê hemdemên xwe, helbestvanê nûjen ê zaravayê Kurmancî. Di 31ê Cotmeha 2012an de ji nav me koç kir. Li pey xwe bi hezaran dildar, bi sedan jî helbest hiştin. Em weke Heftenameya Basê bi sedema 5. salvegera helbestvanê nemir Arjen Arî bi heval û hogir û dostên wî re axivîn û her yekî ji wan ji bo me di derbarê Arjen de nivisî. Ji bo xatirê bîranîna Arjen Arî û xwînerên Heftenameya Basê em çarîneke Arjen Arî ku heta niha nehatiye weşandin tînin pêşberî we xwîneran. îşev rêwiyê şevê me. hew tu dizanî xunav. mêvanê dilê kê me Firat Cewerî: Arjen Arî diltenik bû Dema min û Arjen Arî hevûdu nas kir, dema rêxistinan bû. Em jî di rêxistinekê de hatibûn ba hev. Em pê ketibûn û me xwe bi felsefeya materyalîst digihand; em noqî lî...

Hesenê Metê: Ez ji bo lehengên xwe giriyame!

BAS - Dara Porxelek “Tekoşer bûm, mîlitan bûm, zîndanî bûm û bûm pêşmerge jî... ku di vê salê min de  îro jî pêwîstî bi min û şerekî hebe, dibêjim qey ez ê dîsa vê yekê bikim..” dibêje Hesenê Metê, nivîskarê Kurd û berhemdêr. Di roman û çîrokên xwe de Hesenê Metê teswîreke îlahî dike û mirovan dişîne cîhaneke xeyalî. Dema mirov nivîsên wî dixwîne geh li vê dinyayê ye geh jî li cîhaneke bê sînor e. Xeyal hêmana nivîsa wî ye.  Weke mînak: “Ku ruhekê şairane bi min re hebûya min ê ji we re bigota cîh û warekî wekî sîngê diya meriv e… Zarokatiya xwe bifikirin, biçin xwe li ser singê diya xwe dirêj bikin serê xwe danin ser wan pêsîrên tije şîrê pak û sipî… Û bikevin xew.” Hesenê Metê ji me re di derbarê serpêhatiya xwe, nivîskariya xwe , lehengên xwe û pêşmergetiya xwe de axivî. Hesenê Metê di dirêjahiya emrê xwe de tim têkoşer bûye, ji Ergaxî ber bi Silêmanî, li wir doza pêşmergetî û nivîsandin… Belê... Tekoşer bûm, mîlitan bûm, zîndanî bûm û bûm pêşmerge jî... ku di vê sa...