Piştî em ji Rojê derketin me berê xwe da Fiskaya û me xwe li kuçeyên wê yên teng û kevnare da. Li wir zarok weke zarokên gunda bi şên û kêf bûn. Em rastî komek zarokên hev salî hatin û demek bi wan re axivîn jî.
Trajediya herî mezin ewe ku ev zarok kî bi Makîna Wênegiriyê bibînin pirsa 'Gelo dê malên me jî birûxînin' dikin. Werhasil dilê me êşiya be jî em Kurd hînî van hal û ahwalan bûne em zaf pêrgî vê nebûn.
Me berê xwe da jêr û êm ber bi bax û baxçeyan vê meşiyan di rê de merikekî bi çargavî hespa xwe di ajot. Dema dît di destên me de kamera hene nêzî me bû û çend Pozan bi hespê xwe da me jî. Vî hespî camêr bi 12hezar lîreyî kiriye.
Em qasekî jî di nav pûş û pelên darên spîndaran de jî meşiyan û em vegeriyan. Piştî min Fîgen şande cem hevalê wê ez bi serê xwe, dest di bêrîkê de meşiyam ofîsê, sûka hunerê. Li wir pêrgî jineke efsûnî hatim û ev helbesta Nilgün Marmara hat bîra min. Bi şev min telefonê Qetrano kir û min gote wî divê em vê helbestê wergerînin Kurdî..
Werhasil me pêkve dest avêtê û ev helbest jî êdî bû Kurdî..
Qijikê, pisîkê ji kezeba şewitî vedixwend lîstika mirinê.
Ev her tim wiha ye?
Ji tiştekî direvim,
ji tiştekî,
digerim nagerim xwe nabînim
diçim û têm di xwe de bi cîh nabîm,
ji xwe re cîh nabînim, ji xwe re cîh...
Hundirê serê xwe ji bo aramiyeke biçûk bi neynikan dadigirim.
"Min"a mirî bila xwe di nav wê sira seyr de,
ji her hêlê ve sêr bike.
Ez ew zarok ê nexweşim ku tirsa xwe ji xwe re kiriye bûkok,
Xwe bi xwe çawa dilîze ew tenêtiya xoşevîst a ku pêlistoka wê tirs e.
Çima destûr nadî bila balindeyan bireşînin rêya te?
Çima destûr nadim balindeyan bireşînin riya min?
Çima tu kes destûr nade ku çûkan bireşînin riya min?
Zarokekê gotiye!
"Tu ewqas xweşik î bila balindeyan bireşînin riya te"
Nilgun Marmara
Wergêr: Qetran û Dara Porxelek
Siheta we xweş birako. Her berdewam bî
YanıtlaSilSpas İnano yê ku Feyza nivîsandin û xwendinê dide mirov.
Sil