Mirovê ku ji roja ku xwe nas kiriye û vir de di lêgerîna 'Ez kî' me de ye. Di vê lêgerînê de geh xwe li Fredrich Wilhelm Nietzsche xist, geh xwe li Kant xist û geh jî xwe li tasavvûfê xist. Bû xwedênenas ji xwedê ra da xeberan. Bû oldar li pey şopa sofiyên Kurdistanê geriya. Bû materyalîst û xwe li pey şopa jinên etnîk eteklî da. Geh li Diyarbekir geh li Îstîklala Stenbolê bi materyalîst û komînîst û sosyalîstan ra rabû rûnişt. Li pey şopa xwe bû li xwe digeriya di esasê xwe de lê li deverên ku lê digeriya dûrî wî bûn.
Piştî demekê di rewşeke wisa xirab de ku dev ji her tiştî berda û berê xwe da daristan û çiyayan bi mehan li wan çiyayan jiyana xwe doman de pê derxist ku mijar ne lêgerîn e. Mijar ne lêgerîn bû, mijar qebûl kirina jiyana di niha de ye bû. Yanê mirov çiqas jî li derveyî xwe li xwe bigere ew lêger beredayî ye. Mirov ji xwe û wir de ne tu tişt e. eger mirov têgihiştina xwe di naskirina kesayeta xwe de temam neke hemû lêgerîn û peyv bê wate ne. Ji ber ku jiyan bi xwe nasînê destpê dike. Çawa ku bebekek dema tiştekî nû nas dike an jî dibîne pêşî dibe devê xwe, ji ber ku xwenasîna wî bebekî bi vexwarina şîrê dayîka wî pêk tê.
Rastî di dema niha de ye. Ji ber ku lêkolînerê me, ne di dema niha de dijî, tu carî nizane wê çawa biserkeve. Yanê bi kurt kurmancî mesele ne lêgerîna kûr dûr e. Mesele ewe ku, mirov xwe ji rabirdû û dahatûya xwe azad bike, bîne dema ku niha tê de di wê kêliyê de dijî.
Yorumlar
Yorum Gönder