Doh me biryar da ku em serê sibê saet li nehan de li qafșaqa Seyrantepe hev bibînin û ber bi Licê ve derkevin rê. Ji xwe hevalên ku min dişopînin dizanin ez ji ber çi li Diyarbekirê me û ez çi dikim hewce nake bikevim nav wê mijarê de. Werhasil serê sibê ez ji nav nivînan pengizîm û şiyar bûm. Ji ber ku ev zû de ye min dev ji alarman berda ye, min go qey ez dereng mam e.
Min li saeta telefonê nêrî hê saet 6ê sibehê ye. Ji zû de ye min kelecaneke wisa hîs nekiribû ku bû sedema bi pengizînê ji xew şiyar bibim. Belê ez ê biçûma Licê. Welatê hilweşandin û têkoşîna neteweyî.
Saet li dora nehan de ez li qafșaqa Seyrantepe yê bûm û pîqapçî jî li benda min bû. Em li benda xwediyê kêl û pelên ku wê bidin kin û ez ê jî ji xwe re bînim malê bûn. Aram û Mihemed Salih. Aram şanogerekî serkeftî bû û li şaredariya Licê Mamostetiya şanogeriyê dikir. Mihemed Salih jî mamosteyê zimanê Kurdî bû ew jî di bin sîwana şaredariya Licê dixebitî. Mixabin piştî şaredarî ji serokên hatine hilbijartin hatin stendin û qeyyum çûn ser şaredariyê herdu jî ji kar hat qewirandin (avêtin). Werhasil ez mijarê pir dirêj nekim û werim ser çûyîna Licê.
A
Saet neh û nîvan de em ketin rê. Di ser riya Farqînê de em bi pîqabê diçin. Dema em gihîştin çemê Dîcleyê der û dora wê ji rengên payîzî weke dîmenek ji bihuşta Firdews xwiya dikir. Hêdî hêdî em ber bi veqetîna riya Licê ve çûn. Qedereke riya Licê jî dîsa di deștê de didome û piştî deştê bi darên çilo ku bi taybetî darên Kurdistanê ne re em gihîştine xwezaya Licê. Min got ya, payîz e û bi rastî jî demsala herî zêde li Kurdistanê tê payîz e. Darên çiloyan zer bûbûn û kêm caran yên biyan jî derdiketin hemberî û ji xwe zera wan weke zereke rengîntirîn rengê payîzê bû.
Piştî wan dîmenên ji bihuştê em gihîştin navenda Licê. Tişta min meraq dikir gelo Licê navçeyeke çawa ye, mirovên li wir dijîn çi dikin bi çi mijûl in.?
Min bersiva vê pirsê nedît lê tişta li ber çavên min ketin hemû Licê bêdeng û westiyayî bû tu dibê. Tenê dengên karkerên ku rêyan nû dikirin û çend zarokên li sûkê di leyîstin dihat guhê mirovan. Werhasil me kêl û pelên xwe bar kir û em ketin riya vê gerê. Di vê gerê de min bi çavekî vekirî li der û dora xwe nêrî, ez hinekî li ser egera ev welat ne di hîn dagirkeriyê da bûna gelo wê çawa bûna hûr bûm. Kerem bikin pirsa vê bersivê jî hûn bidin.
Dem ez hatim mal û min kêl û pelên malê anî hindirû min serê xwe rakir û li ber serê xwe vê nîșeyê dît.
5ê Mijdarê 2017
Seyrantepe /Diyarbekir
Saet 22:45

Yorumlar
Yorum Gönder