Ana içeriğe atla

Seyadê Şameyê Kekê: “Qulingê brîndar yê Kurdistanê”


Dara Porxelek

Jiyaneke sirgûnî, îşkencekirî û mayîna bi salan di zindanan de… Seyadê Şamê ji aliyê malbata xwe ve wek mirî dihat zanîn. Dema dengê Seyad di Radyoya Rewanê de olan dide bawerî bi jiyanek ji nû ve vejînandî tê kirin.
Malbata Kekê, girêdayî Eşîra Celaliyan e. Eşîr li navçeya Agiriya Bazidê dimîne. Nuxûriyê bavê xwe ye Seyad. Di heman demê de xwebexşekî doza Kurdistanê ye jî. Dewlet malbata Kekê di sala 1944’an de sirgûnî Yozgatê ji wir jî ber bi Alaca’ya Çorimê ve dike. Dema li sirgûnê bû dozgeriya Erziromê ji Seyad re nameyekê dişîne û dibêje: “Dê doza te ji nû ve bê dîtin, divê tu werî Erziromê.” Her çiqas bavê Seyad dibêje, “Meke kurê min, tesmîlê destê leşkerê Romê nebe” jî Seyad dibêje: “Bavo heta niha min tenê êş û elem daye we, bisekine ez biçim û vê sirgûniyê bidawî binim da ku hûn vegerin Kurdistanê.” Bavê Seyad li ser van gotinan misaade dide Seyad û Seyad berê xwe dide Erziroma şewitî.
Dema Seyad diçe Erziromê, bêyî dozgeriyê wî desteser dikin û dibin zindanê. 3 salan di zindanê de dimîne. Rojekê leşkerek, di nav nanê somin de bireka hesinbiriyê digihîne Seyad û Seyad û 2 hevalên xwe ji zindanê fîrar dikin. 26 rojan di zivistana Serhedê de bi peya dimeşin heta xwe digihînin hidûdê Îranê. Piştî derbasî hidûdê Îranê dibin leşkerê Sowyetê wan bi sûcdariya  ‘Sîxûriya Tirkiyeyê’ desteser dike û dibe Tîflîsa Gurcistanê. Ji wir jî wan dibin kampa êxsîriyê a Sibîryayê. 9 salan di kampa êxsîriyê a Sibîryayê wek êxsîr dimîne Seyad. Heta sala 1953’an, di 5’ê Adarê de Serokê Sowyetê Stalîn dimire. Sowyet biryara valakirina kampên êxsîra dide û Seyad jî ji kampê derdikeve. Tenê gavek ji azadiyê dûr dimîne Seyad. Vê carê dilê feleka xayîn lê şewitî bû û ji Seyad re keniya bû.
Piştî 50 salî vegera Kurdistanê
Seyad piştî êxsîriyê diçe bajarê Sowyetê Kubanê û li wir dijî. Rojekê diçe Rewanê da ku heybeta Çiyayê Agirî û berfa Bazidê bibîne. Bi israra hevalekî xwe qanî dibe di Radyoya Rewanê de stranan dibêje. Dema di Radyoya Rewanê de strana ‘Apo’ dibêje, hemû Kurdistan bi dengê Seyad yê dilbikul re li dora Radyoyan dicive. Strana ‘Apo’ dibe dengê xerîbî û tenêtiya gelê Kurd. Qulingê brîndar bi wî dengê xwe yê efsûnî strana ‘Esmer Eman Eman’ distire û hevalên wî yên xortaniyê dengê wî dinasin. Ciwan jî bi vî dengî dizanin. Dema vî dengê Kurdistanî dibihîsin ber bi malbata Seyad ve baz didin û mizgîniya saxiya Seyad didin malbatê. Malbata Seyad piştî 49 salan dengê Seyad dibihîse. Her kesek bawerî bi jiyana ji nû ve vejinandî tîne. Mixabin Seyad wê demê li Tirkiyeyê di bin qedexê de ye nikare were Bazida xwe û ligel malbata xwe hesreta xwe bidawî bîne. Ev hesreta nîv sedsalî di sala 1991’an de li mala Seyadê Şameyê Kekê û li welatê Seyad li Bazidê bi dawî tê. Seyad di ser Hopayê de derbasî Tirkiyeyê dibe û malbata Seyad pêşwazî lê dike û wî dibe Bazidê. Ew Bazide ku di dilê Seyad de cihê evîndarî û xweşhaliya takekesayetiyê ye. Mixabin hesreta Seyad a Kurdistanê di nîvî de dimîne û dema li Tirkiyeyê mayînê bidawî dibe. Seyad vedigere Rewanê û ji welat û malbata xwe cardin dûr dikeve. Di sala 1992’an de jî koça dawî dike ev rewşenbîr û dengbêjê Kurdistanê.


“Em yekîtiya Kurdan dixwazin”

Birayê Seyadê Şamê, Mahmûd Çamlibel ji Heftenameya Basê axivî û wiha pê de çû: “Seyad nuxûriyê bavê min e. Du jinên bavê me hebûn. Em 12 zarok in. Seyad yê herî mezin e, ez jî yê herî biçuk im. Birayê Seyadê Şamê Mahmûd Çamlibel: Seyad, neynika civaka Kurd e. Wekî ku Tirkan jî gotiye tenê “cudahiyên taybet”  qedera Seyad, jiyana tevahiya Kurdan e. Em wek malbata Kekê daxwaza yekîtiya Kurdan dikin.”

Keremo: Digel hemû tengezariyan bextewariya jiyanê jî ne jê ne kêm bûye

“Qulingê Brîndar” belgefilma çîroka dengê efsûnî yê Seyadê Şamê ye ku ji aliyê Derhêner Kerem Tekoğlu ve hatiye çêkirin. Derhênerê vê belgefilmê Kerem Tekoğlu ye û senaryoya wê jî ji pirtûka Veysel Çamlibelê birayê Seyadê Şamê hatiye amade kirin. Derhênerê belgefilmê Kerem Tekoğlu ji Heftenameya Basê re axivî û wiha got: “Ev salek e em bi vê bernameyê re mijûl in. Di salekê de me bi awayekî serkeftî ev belgefilm anî pêşberî temaşevenan. Keremo, jiyana Seyadê Şamê çîroka rasteqîn a Kurdistanê dide ber çavên me. Wek jiyana Kurdan her çiqas êş û elem hebin jî di jiyana Seyad de kêf û şahî jî cih digire.


“Ne ev serê min î bêaqil…”
Seyad dema li kampa êxsîra ye rojekê serê xwe datîne ser betona hişk û piyê xwe jî datîne ser balgîva nerm û xweş. Sofiyek berê xwe didê û li ecêba wî diçe. Bangî Seyad dike û dibêje: Seyado law ma tu dîn î te serê xwe kiriye ser kevir û piyê xwe daniye ser balgîva nerm? Seyad bersiva Sofî wiha dide: “Bi sala ye ez vî serî datînim cihê xweş û nerm. Lê belê tiştek nemaye ku vî serî neanîbe serê min. Piyên min ji ber vî serê bêaqil tim êş û azar kişandine. Îro jî ez piyên xwe didim rehetiyê. Rehetî mafê wan e ne yê vî serê min î bêaqil e!”
Heftenameya Bas

Yorumlar

Bu blogdaki popüler yayınlar

Arjen Arî, ev pênc salin helbesta Kurdî sêwî ye

Dara Porxelek xwezî, lewitîn di kirêtiyê de û şer dizî j ime xewnên mîrekî li herêmekê em ji gundekî dijmin jî bûna malê me pev dima neyariya me nedigiha qewmekî kengî bûya lev dihatin em eydekê, erefatekê…  dibêje Arjen Arî. Pêşengê hemdemên xwe, helbestvanê nûjen ê zaravayê Kurmancî. Di 31ê Cotmeha 2012an de ji nav me koç kir. Li pey xwe bi hezaran dildar, bi sedan jî helbest hiştin. Em weke Heftenameya Basê bi sedema 5. salvegera helbestvanê nemir Arjen Arî bi heval û hogir û dostên wî re axivîn û her yekî ji wan ji bo me di derbarê Arjen de nivisî. Ji bo xatirê bîranîna Arjen Arî û xwînerên Heftenameya Basê em çarîneke Arjen Arî ku heta niha nehatiye weşandin tînin pêşberî we xwîneran. îşev rêwiyê şevê me. hew tu dizanî xunav. mêvanê dilê kê me Firat Cewerî: Arjen Arî diltenik bû Dema min û Arjen Arî hevûdu nas kir, dema rêxistinan bû. Em jî di rêxistinekê de hatibûn ba hev. Em pê ketibûn û me xwe bi felsefeya materyalîst digihand; em noqî lîtera

Abdulla Keskîn: Xeyala min a mezin xeyala her kurdekî ye

Gelî xwînerên Ezîz, bloga Dara Bandînî ji bo we xwîneran dest bi beşeke nipînû dike. Di vê beşê de her heftî wê bi mêvanên cûr bi cûr re hevpeyvînên dij rêbazê lidarbixe. Destpêka vê beşê em bi Damezrêner û Edîtorê Weşanxaneya Avestayê Abdulla Keskîn re axivîn. Abdulla Keskîn tevî edîtriya xwe û weşangeriya xwe bi qeşengbûna xwe jî di nav ciwanan de weke fenomenekî ye. Em xort û keçên kurd di şopa te de ne kak Abdulla. Kerem bikin bersivên Abdulla Keskîn li jêr in.               Abdullah Keskîn kê ye? Nizanim, hê jî bi min nexweş û zehmet tê ku li ser xwe bipeyivim. Ez bawer im kesên van rêzan bixwînin ên bi hêsanî karibin xwe bigihînin hin agahiyên biyografik an jî ez vî barî bavêjim ser milê te. Ciwanên kurd meraqa te dikin, jiyana te ya rojane çawa derbas dibe? Pir sade û tenê, hez ji herduyan jî dikim. Berê dereng radizam û dereng radibûm, vêga diguherim. Wextê min bêhtir li mal derbas dibe, ji rûniştina li mal hez dikim, heta nîvro dixwînim, ligel qahwê û tiştine s