Ana içeriğe atla

Deng tê gelo

Saet li dora 6ê sibehê ye. Dengê kûçika li kolana me olan dide. Dîsa zûr e zûra panzêr û trimbêlên leşkerî yên dagirkeran e. Bi hêrsî ji nav nivînan derdikevim, radibim û kulmek ava cemidî li ser rûçikên xwe dikim. Çiraya Paşîn e û sermaye. Hê berî 5 saetan bû ku min bihîst ez bê kar mame. Giranî û li aliyê dinê jî dilrehetiyek li ser min bû. Di wê baweriyê de me ku ligel hemû kêmasiyên xwe jî min karê xwe serkeftî kir. Werhasil mijara me ne ewe. Îro roja ku Tahir Elçî xatirê xwe ji me xwestiye ye. Xemgînim ji be ku weke wî jî digot 'Ew  ne ew kesê ku serê wî li ser balgîvan koça dawî bike' bû û wisa jî lê hat. Ez nikarim behsa serpêhatiyên xwe ligel wî bikim. Di navbera me de 20 sal heye. Gelo dema ez jî bûm 49 salî wê min jî bikûjin?

Ji malê derketim di binhişê min de tevî van fikra. Nanirxînim ha ne heddê mine ez fikran binirxînim. Berbi Ofîsê ve diçûm. di rê de min biryara xwe guherand û li Koşuyolû Parqî peya bûm. Çawa min darên li parkê dît weke ku di vî wêneyî de jî xwiya dikin, bîranîna Tahir Elçî hat bîra min. Li aliyekî şîn li aliyê dinê jî şahî.. Li aliyê rastê şîn e û li aliyê çepê jî şahî. Nizanim hûn jî qêrînan dibihîsin?

Herî dawî ez di dema proseya çareseriyê de çûbûm wê parqê û ji qelebalixê mirov nedikarî bimeşe. Lê îro dema ez çûm ciwanên ji dibistanê revîyayî hene û çend jî extiyar hebûn. Çi bi te hat Diyarbekir.

Ji wir min berê xwe da Ofîsê û ez çûm jî. Lê belê xwezî ez neçûma. Du wêneyan ez ê parve bikim. Di navbera herdu wêneyan de 5 deqe tune ye û herî zêde bila 500 metre ji hev dûr bin.
Wêneyê yekemîn ji Ekinciler Caddesî ye.
 Yê duyemîn jî ji navenda Tevgera Ciwanên Kurdistanê ye.
Tenê dipirsim sosyolojiya bajarekî çawa wisa tevlîhev dibe?

Yorumlar

  1. Nivîsên vê blogê herku diçe xweştir dibin. Hêvî û omdî ew e ku nevîyên van blogeran, wan nivîsan bo lêkolînên derbarê rojên dagirkerîyê bixwînin rojkê.

    YanıtlaSil

Yorum Gönder

Bu blogdaki popüler yayınlar

Arjen Arî, ev pênc salin helbesta Kurdî sêwî ye

Dara Porxelek xwezî, lewitîn di kirêtiyê de û şer dizî j ime xewnên mîrekî li herêmekê em ji gundekî dijmin jî bûna malê me pev dima neyariya me nedigiha qewmekî kengî bûya lev dihatin em eydekê, erefatekê…  dibêje Arjen Arî. Pêşengê hemdemên xwe, helbestvanê nûjen ê zaravayê Kurmancî. Di 31ê Cotmeha 2012an de ji nav me koç kir. Li pey xwe bi hezaran dildar, bi sedan jî helbest hiştin. Em weke Heftenameya Basê bi sedema 5. salvegera helbestvanê nemir Arjen Arî bi heval û hogir û dostên wî re axivîn û her yekî ji wan ji bo me di derbarê Arjen de nivisî. Ji bo xatirê bîranîna Arjen Arî û xwînerên Heftenameya Basê em çarîneke Arjen Arî ku heta niha nehatiye weşandin tînin pêşberî we xwîneran. îşev rêwiyê şevê me. hew tu dizanî xunav. mêvanê dilê kê me Firat Cewerî: Arjen Arî diltenik bû Dema min û Arjen Arî hevûdu nas kir, dema rêxistinan bû. Em jî di rêxistinekê de hatibûn ba hev. Em pê ketibûn û me xwe bi felsefeya materyalîst digihand; em noqî lîtera

Abdulla Keskîn: Xeyala min a mezin xeyala her kurdekî ye

Gelî xwînerên Ezîz, bloga Dara Bandînî ji bo we xwîneran dest bi beşeke nipînû dike. Di vê beşê de her heftî wê bi mêvanên cûr bi cûr re hevpeyvînên dij rêbazê lidarbixe. Destpêka vê beşê em bi Damezrêner û Edîtorê Weşanxaneya Avestayê Abdulla Keskîn re axivîn. Abdulla Keskîn tevî edîtriya xwe û weşangeriya xwe bi qeşengbûna xwe jî di nav ciwanan de weke fenomenekî ye. Em xort û keçên kurd di şopa te de ne kak Abdulla. Kerem bikin bersivên Abdulla Keskîn li jêr in.               Abdullah Keskîn kê ye? Nizanim, hê jî bi min nexweş û zehmet tê ku li ser xwe bipeyivim. Ez bawer im kesên van rêzan bixwînin ên bi hêsanî karibin xwe bigihînin hin agahiyên biyografik an jî ez vî barî bavêjim ser milê te. Ciwanên kurd meraqa te dikin, jiyana te ya rojane çawa derbas dibe? Pir sade û tenê, hez ji herduyan jî dikim. Berê dereng radizam û dereng radibûm, vêga diguherim. Wextê min bêhtir li mal derbas dibe, ji rûniştina li mal hez dikim, heta nîvro dixwînim, ligel qahwê û tiştine s

Seyadê Şameyê Kekê: “Qulingê brîndar yê Kurdistanê”

Dara Porxelek Jiyaneke sirgûnî, îşkencekirî û mayîna bi salan di zindanan de… Seyadê Şamê ji aliyê malbata xwe ve wek mirî dihat zanîn. Dema dengê Seyad di Radyoya Rewanê de olan dide bawerî bi jiyanek ji nû ve vejînandî tê kirin. Malbata Kekê, girêdayî Eşîra Celaliyan e. Eşîr li navçeya Agiriya Bazidê dimîne. Nuxûriyê bavê xwe ye Seyad. Di heman demê de xwebexşekî doza Kurdistanê ye jî. Dewlet malbata Kekê di sala 1944’an de sirgûnî Yozgatê ji wir jî ber bi Alaca’ya Çorimê ve dike. Dema li sirgûnê bû dozgeriya Erziromê ji Seyad re nameyekê dişîne û dibêje: “Dê doza te ji nû ve bê dîtin, divê tu werî Erziromê.” Her çiqas bavê Seyad dibêje, “Meke kurê min, tesmîlê destê leşkerê Romê nebe” jî Seyad dibêje: “Bavo heta niha min tenê êş û elem daye we, bisekine ez biçim û vê sirgûniyê bidawî binim da ku hûn vegerin Kurdistanê.” Bavê Seyad li ser van gotinan misaade dide Seyad û Seyad berê xwe dide Erziroma şewitî. Dema Seyad diçe Erziromê, bêyî dozgeriyê wî desteser dikin û dibin