BAS - Dara Porxelek “Tekoşer bûm, mîlitan bûm, zîndanî bûm û bûm pêşmerge jî... ku di vê salê min de îro jî pêwîstî bi min û şerekî hebe, dibêjim qey ez ê dîsa vê yekê bikim..” dibêje Hesenê Metê, nivîskarê Kurd û berhemdêr. Di roman û çîrokên xwe de Hesenê Metê teswîreke îlahî dike û mirovan dişîne cîhaneke xeyalî. Dema mirov nivîsên wî dixwîne geh li vê dinyayê ye geh jî li cîhaneke bê sînor e. Xeyal hêmana nivîsa wî ye. Weke mînak: “Ku ruhekê şairane bi min re hebûya min ê ji we re bigota cîh û warekî wekî sîngê diya meriv e… Zarokatiya xwe bifikirin, biçin xwe li ser singê diya xwe dirêj bikin serê xwe danin ser wan pêsîrên tije şîrê pak û sipî… Û bikevin xew.” Hesenê Metê ji me re di derbarê serpêhatiya xwe, nivîskariya xwe , lehengên xwe û pêşmergetiya xwe de axivî. Hesenê Metê di dirêjahiya emrê xwe de tim têkoşer bûye, ji Ergaxî ber bi Silêmanî, li wir doza pêşmergetî û nivîsandin… Belê... Tekoşer bûm, mîlitan bûm, zîndanî bûm û bûm pêşmerge jî... ku di vê sa...
Yorumlar
Yorum Gönder