Saet li dora 6ê sibehê ye. Dengê kûçika li kolana me olan dide. Dîsa zûr e zûra panzêr û trimbêlên leşkerî yên dagirkeran e. Bi hêrsî ji nav nivînan derdikevim, radibim û kulmek ava cemidî li ser rûçikên xwe dikim. Çiraya Paşîn e û sermaye. Hê berî 5 saetan bû ku min bihîst ez bê kar mame. Giranî û li aliyê dinê jî dilrehetiyek li ser min bû. Di wê baweriyê de me ku ligel hemû kêmasiyên xwe jî min karê xwe serkeftî kir. Werhasil mijara me ne ewe. Îro roja ku Tahir Elçî xatirê xwe ji me xwestiye ye. Xemgînim ji be ku weke wî jî digot 'Ew ne ew kesê ku serê wî li ser balgîvan koça dawî bike' bû û wisa jî lê hat. Ez nikarim behsa serpêhatiyên xwe ligel wî bikim. Di navbera me de 20 sal heye. Gelo dema ez jî bûm 49 salî wê min jî bikûjin? Ji malê derketim di binhişê min de tevî van fikra. Nanirxînim ha ne heddê mine ez fikran binirxînim. Berbi Ofîsê ve diçûm. di rê de min biryara xwe guherand û li Koşuyolû Parqî peya bûm. Çawa min darên li parkê dît weke ku di vî wêneyî de jî xw