Vê sibehê,
Penaberê şevê heyva payîzê xwe veşart,
Tavek bi brîn derket û axê ramûsand..
Qijîk banga mirinê ferman kirin,
Behr bi pêlên xwe ramanên şer mizgîn kirin..
Daristan çûka hembêz ne kirin..
Demsala payîzê..
Demsala xem û ne dilşadî yê..
Vê êvarê;
Tarî li min konê xwe vegirt,
Stêrkên koçber xwe berdan mejî yê min..
Dilê min bû sîwanek wek ewran,
Xençerek dijwar li dilê min dan û xwînê barand nehala çavên te
Vê evarê;
Wêneyek xewna zarokatî ya xwe bi bîr tînim,
Pêlistanek tê afirandin ji mêjîyê min..
Di şopandina zivistanek xemgîn de hestên xwe di nivîsînim..
Hêvîyên xwe diherikînim di Dîcle û Feratê de,
Dîcle û Ferat wek arjenek bilind dike çîrokên jîyana min..
Hêvî xwe davejên çîyayan,
Xem ji kevirên bê zar re di qîrin,
Konê xwe li goristanek vedigirim..
Vê êvarê;
Destê te di destek xerîb da bû,
Ew wêne dojeha min bû..
Behr bi pêlên xwe min wenda kir,
Şev bi tarîbûna xwe min wêran kir..
Qêrîn û nalîna dil gihişt xema stêrkan..
Îşev hemû helbest bê zarin,
Hemû di'a, hemû bang ji min re lâlin..
Hawar Xweda !
Vê êvarê;
Nalîna dirokê fire dibe li ser vê şaristanîyê,
Erdnîgarî ya pêxembera dibe newala xwînê..
Nemirud'ên biçûk
Çemê jînê li me ziwa kirin,
Roj li me tarî kirin,
Ser li me birrîn..
Ka bila ev çîya û deşt biaxifin ku çend hêvî hatine çarmîx kirin !
Çend raman û evîn hatine koçber kirin..
Vê êvarê;
Baran dibarî li ser vî welatî,
Tav dibû cangorîyê şevê..
Tarî li te di barî, xem li min..
Dilop li ser lêvên te dibûn çirûsk !
Li ser kenê te dibûn bihuşt..
Çavên te wek şaristanek..
Awirên te wek pirtûkek pîroz !
Stran hawara xwe li tembûran di hanîn,
Helbest li pênûsan..
Vê êvarê;
Di goristana ramanên xwe da wenda dibûm,
Şikeft bi şikeft min kesera xwe belav dikir,
Xemên hestên min xençer bi xençer li dilê min didan,
Nalînek dîrokî ji erdnîgarîya bedena min bilind dibû..
Û wek Zagrosek agir ji hinavên min xwe rizgar dikir..
Dilşadî ne para min bû îşev,
Lêvên te yî terikandî xwîn ji min di herikandin,
Awirên te êrîşî laşê min dikir,
Û goristan dibû hêlîna min..
Vê êvarê;
Ez bûm girtîyek di girtîgeha tarîyê de,
Ez bûm mirîyek di goristana çavên te de,
Ez bûm çûkek, rundikên sor dibarîne di hêlîna dilê te de..
Bedena te ji min re bû axek pîroz,
Lêvên te ji min re bû newalek bê dawî..
Di warek bêkes de raman kirina kenê te ji min re bû jiyan..
Ax ji xemgîn bûna te ey şeva bê bext !
Vê evarê;
Kenê te min kiribû xulamê şevê,
Min ji lêvên te hilm di sitend.
Şev wek neyarek di hat ser min
Û çavên te ji min re dibûn
Şikeftên parastinê,
Şikeftên jiyanê..
Ji min re dibû war bedena te
Û hestên min kulîlk didan dîsa.
Wek newalek bihuştî tû diherikî hinavên min.
Ka bi axive wê çend şev derbas bibin !
dil;
penaberê kenê te
rêwîyê çavên te..
jîyan;
girtîgeha awirên te
zozanê li ser warê te..
wate;
gerdûna bi bêhna te
ronîya heyva rû yê te..
Mehmet BAZ

Yorumlar
Yorum Gönder