Ana içeriğe atla

Ronî Reşo: Pêşbirk şewqa nivîsê zêde dikin

                                                                                                                                                                                       
Dara Porxelek
Li Batmanê heftemîn pêşbirka li ser navê şehadetkirina Şerzan Kurt a çîrokan hat lidarxistin. Di pêşbirkê de Ronî Reşo di beşa çîroka Kurdî de xelata serkeftinê wergirt.
Weke ku tê zanîn Şerzan Kurtê Batmanî di sala 2010an de li Zanîngeha Sitki Koçman a Muxla yê bajarê Tirkiyeyê rastî êrîşa polîsê Tirkiyeyê hatibû û jiyana xwe ji dest dabû. Piştî qetilkirina Şerzan Kurt şaxa Eğitim – Senê ya Batmanê ji bo bîranîna Şerzan Kurt her sal pêşbirka çîrokan bi Kurdî û Tirkî lidar dixe. Îsal jî pêşbirk hat lidarxistin. Gelek kesan serî li pêşbirkê da û di pêşbirkê de ji aliyê lîjneya hilbijartinê ve çîroka Ronî Reşo di beşa Kurdî de çîroka herî serkeftî hat hilbijartin.  Ronî Reşo do 25 saliya xwe de ye û niha di cafeyekî de dixebite. Ronî ji me re çîroka pêşbirk û nivîsandina xwe vedibêje.

“Bala min li ser Kurdî hebû”
Weke hûn dizanin ev xelat ji bo xatirê bîranîna şehîd Şerzan Kurt tê dayîn. Îsal di beşa Kurdî de çîroka min hêjayî xelatê hat dîtin. Herwiha di beşa Tirkî de du kesan xelata serkeftinê stendin dibêje Reşo û wiha didomîne axaftina xwe: “Min di beşa Wêje û Zimanê Tirkî de li zanîngehê xwend. Lê belê dema ez li lîseyê bûm jî min hest pê dikir ku ez Kurdî hîn bibim û nivîs û xwendina xwe bi Kurdî bikim. Di lîseyê de dema min li televizyonên Kurdî temaşe dikir, min ji xwe re weke ferheng, peyvên ku min nizanibû berhev dikir û li ser rojnameya Azadiya Welat, her roj 20 peyvên Kurdî belav dikirin û min jî li wir ji xwe re peyvan li ferhenga xwe zêde dikir. Bi vî hawayî ez fêrî Kurdî bûm. Dema min berê xwe da bikaranîna medyayên civakî bi Kurdî jî min dît ku gelek ciwanên weke min bi zimanê xwe dinivîsin hene ez pir kêfxweş bûm.”

“Tênagihim ji ber çi xwe li behra Tirkî dixin”
Ronî Reşo derbarê nivîsandina bi zimanê dayika xwe de jî wiha diaxive: “Jiyan li deverekî destpê dike û ez ne bawer im ku dawiya wê dê were. Çawa ku min dest bi Kurdî kir, hes nakim ku zimanê Kurdî jî bidawî bibe. Ez tênagihim ku ew Kurdên baş bi Kurdî dizanin û berê xwe didin deryaya nivîsandina zimanê Tirkî. Ji ber ku qada nivîskariya Tirkî gelekî berfireh û xwedî pênûsên pir xurt e. Lê belê li gorî min ne nivîsandina bi zimanê Kurdî ji ber ku zimanê xwe baş bikarnayîn e. Ez bawer nakim ku min zimanê xwe pêş nexista minê bikaribûya hest û ramanên xwe wisa bi hêsanî bilêv bikira an jî binivîsanda.”

“Di nav Kurdan de divê nivîsandin bê teşwîqkirin”
Ronî Reşo ji bo teşwîqkirina nivîsandina bi ziman ji aliyê ciwanan re ji me re wiha diaxive: “Bi rastî ne ji ber xelatdayîna pere an jî xelateke bi maddî ez dibêjim lê belê dema em li civaka Tirk, Erep an jî cîhana modern dinêrin ji bo ciwanên wan binivisîn in gelekî wan teşwîq dikin. Ê min ev pêşbirka min a duyemîn min berê jî ji bo pêşbirkekî çîrokeke xwe şandibû. Niha naxwazim bibêjim da kîjan pêşbirke. Herwiha beriya sê salan min ji pêşbirka helbestan a Rojava re jî helbesteke xwe şand û di wê pêşbirkê de jî ez bûm sêyemîn. Îro em lê dinêrin ev xelatên wisa nivîsandin û nîrxandinê bi me ciwanan re geş dike.”

“Çîroka çîroka min ji qetlîama Helepçeyê destpê dike”
Ronî Reşo di derbarê çîroka xwe de dibêje, çîroka min ji bikaranîna çekên kîmyewî ji aliyê Saddam ve li ser Kurdan, li Helepçeyê destpê dike û wiha didomîne: “Dema ez li zaningehê bûm hevalên min ji min re qala Helepçeyê dikirin. Kekê min jî li ser vê yekê ji min re qala serpêhatiyên xwe yên wê demê kiribû ji min re. Paşî jî em bi hevalekî Zaxoyî re me hev û du naskir. Ew kes jî yek ji wan zarokan bû ku piçtî wê karesat û qetlîamê bi malbata xwe re reviyabû û hatibû Diyarbekirê.”
Çîroknivîsê ciwan Ronî Reşo dibêje: “Dixwazim hinek ji we re qala wan serpêhatiyên kekê xwe û wî hevalê xwe yê Zaxoyî bikim. Kekê min digot ‘Dema xelkê Helepçeyî rastî qetlîamê hat reviya hate Diyarbekirê û li Diyarbekir Seyrantepe wan li qampekî bicih kirin. Dora qampê tev têlkirî bû û havîn bû germ bû. Di nava qampê de hewzeke vekirî hebû û ev penaber di bin wê tava germa havîna Diyarbekir de ji wê ava germ vedixwar in. Em ciwanên Bakurî jî dilê me vê yekê qebûl nedikir û me ji malan qalibên cemedê (qalibên bûzê) dida hev û me bi tiraktoran ji wan re dibir da ku bikaribin ava cemidî vexwin. Dema em diçûn wir ji ber têlan me nedikarî em wê cemedê bibin bikin nav avê de û avê ji wan re bicemidînin. Me ji derve ve bi poşetan(kîs) diavêt nav kampê, lê poşet li têlan dieliqîn û li jor diman. Wê demê zarokên li kampê bi keviran wan poşetan dianîn xwarê da ku bikaribin tasek ava cemidî vexwin.’ Dema min van serpêhatiyan gohdarî kir û ji wî hevalê Zaxoyî ku ew bi xwe jî yek ji wan zarokên li kampê bû jî erê kir di serê min de çîrok rûnişt û ji xwe min jî bi awayekî postmodern vê çîrokê vegot. Mijar û bûyer tev rast in tenê min ew hunandiye.”


Yorumlar

Bu blogdaki popüler yayınlar

Abdulla Keskîn: Xeyala min a mezin xeyala her kurdekî ye

Gelî xwînerên Ezîz, bloga Dara Bandînî ji bo we xwîneran dest bi beşeke nipînû dike. Di vê beşê de her heftî wê bi mêvanên cûr bi cûr re hevpeyvînên dij rêbazê lidarbixe. Destpêka vê beşê em bi Damezrêner û Edîtorê Weşanxaneya Avestayê Abdulla Keskîn re axivîn. Abdulla Keskîn tevî edîtriya xwe û weşangeriya xwe bi qeşengbûna xwe jî di nav ciwanan de weke fenomenekî ye. Em xort û keçên kurd di şopa te de ne kak Abdulla. Kerem bikin bersivên Abdulla Keskîn li jêr in.               Abdullah Keskîn kê ye? Nizanim, hê jî bi min nexweş û zehmet tê ku li ser xwe bipeyivim. Ez bawer im kesên van rêzan bixwînin ên bi hêsanî karibin xwe bigihînin hin agahiyên biyografik an jî ez vî barî bavêjim ser milê te. Ciwanên kurd meraqa te dikin, jiyana te ya rojane çawa derbas dibe? Pir sade û tenê, hez ji herduyan jî dikim. Berê dereng radizam û dereng radibûm, vêga diguherim. Wextê min bêhtir li mal derbas dibe, ji rûniştina li mal hez dikim, heta nîvro...

Arjen Arî, ev pênc salin helbesta Kurdî sêwî ye

Dara Porxelek xwezî, lewitîn di kirêtiyê de û şer dizî j ime xewnên mîrekî li herêmekê em ji gundekî dijmin jî bûna malê me pev dima neyariya me nedigiha qewmekî kengî bûya lev dihatin em eydekê, erefatekê…  dibêje Arjen Arî. Pêşengê hemdemên xwe, helbestvanê nûjen ê zaravayê Kurmancî. Di 31ê Cotmeha 2012an de ji nav me koç kir. Li pey xwe bi hezaran dildar, bi sedan jî helbest hiştin. Em weke Heftenameya Basê bi sedema 5. salvegera helbestvanê nemir Arjen Arî bi heval û hogir û dostên wî re axivîn û her yekî ji wan ji bo me di derbarê Arjen de nivisî. Ji bo xatirê bîranîna Arjen Arî û xwînerên Heftenameya Basê em çarîneke Arjen Arî ku heta niha nehatiye weşandin tînin pêşberî we xwîneran. îşev rêwiyê şevê me. hew tu dizanî xunav. mêvanê dilê kê me Firat Cewerî: Arjen Arî diltenik bû Dema min û Arjen Arî hevûdu nas kir, dema rêxistinan bû. Em jî di rêxistinekê de hatibûn ba hev. Em pê ketibûn û me xwe bi felsefeya materyalîst digihand; em noqî lî...

Hesenê Metê: Ez ji bo lehengên xwe giriyame!

BAS - Dara Porxelek “Tekoşer bûm, mîlitan bûm, zîndanî bûm û bûm pêşmerge jî... ku di vê salê min de  îro jî pêwîstî bi min û şerekî hebe, dibêjim qey ez ê dîsa vê yekê bikim..” dibêje Hesenê Metê, nivîskarê Kurd û berhemdêr. Di roman û çîrokên xwe de Hesenê Metê teswîreke îlahî dike û mirovan dişîne cîhaneke xeyalî. Dema mirov nivîsên wî dixwîne geh li vê dinyayê ye geh jî li cîhaneke bê sînor e. Xeyal hêmana nivîsa wî ye.  Weke mînak: “Ku ruhekê şairane bi min re hebûya min ê ji we re bigota cîh û warekî wekî sîngê diya meriv e… Zarokatiya xwe bifikirin, biçin xwe li ser singê diya xwe dirêj bikin serê xwe danin ser wan pêsîrên tije şîrê pak û sipî… Û bikevin xew.” Hesenê Metê ji me re di derbarê serpêhatiya xwe, nivîskariya xwe , lehengên xwe û pêşmergetiya xwe de axivî. Hesenê Metê di dirêjahiya emrê xwe de tim têkoşer bûye, ji Ergaxî ber bi Silêmanî, li wir doza pêşmergetî û nivîsandin… Belê... Tekoşer bûm, mîlitan bûm, zîndanî bûm û bûm pêşmerge jî... ku di vê sa...