Ana içeriğe atla

Serê salê binê salê xwedê kurekî bide vê malê.


Çileya Paşîn: Ez li gundê bavê xwe (Dibêjim gundê bavê xwe ji ber ku min tu carî gund weke mala xwe qebûl nekiriye) ketim sala nû. Li gund ez û xwişkên xwe me çirayên xwe vêxist û min ji wan re helbest û çîrokan xwend.

Sibat: Piştî pênç salên qerase min kekê xwe bi çavên zindî dît. Bi giştî jî di sibatê de êdî zadên me gihîştin û min pezê xwe dibir nav zadan da ku ez wan biçêrînim.

Adar: Piştî deh salan yekemîn Newroza ku ez neçûmê ya vê salê bû. Dilêmin qet ne dixwest ez tevlî pîrozbahiyên Newrozê bibim. Tenê weke sembolîk min li palekî gundê xwe agirê xwe vêxist û çendîn helbestan xwend ji evîndara xwe re.

Nîsan: Wisa texmîn dikim ku di jiyana min de pêngaveke girîng e meha Nîsanê. Rojekî ez li ber pez bûm weke her şevên Nîsanê, telefonek ji min re hat û ji min daxwaza pêkve karkirinê di Heftenameya Basê de dihat kirin. Bêyî li ser bifikirim min pesend kir û berê xwe da Stenbolê. Bi saya Basê min bi gelek nivîskar û hunermendên kurd re hevpeyvînan kir. Çend mînakan dixwazim li vir binivîsim. Homer Dizeeyî: http://darabandini.blogspot.com.tr/2017/06/homer-dizeyi-hunermend-li-du-cihana.html
Helîm Yûsif: http://darabandini.blogspot.com.tr/2017/08/helim-yusiv-jiyana-kurdan-bi-xwe-ji.html

Delîl Dîlanar: http://www.basnews.com/index.php/kr/interviews/377708  û çendên dinê jî.

Gulan: Meheke asayî bû û tiştekî ku jê di hişê min de mabe tune ye.

Hezîran: Meha Hezîranê ne tenê ji bo min lê li seranserê Kurdistanê bû sedema kelecaneke xurt. Nûner û berpirsên Herêma Kurdistanê biryara pêkanîna referandûma serxwebûnê standin.

Tirmeh: Meha Tirmehê ez li Diyarbekirê bûm, hewa germ û reng û ruyê dagirkeriyê xurt bûbû.

Tebax: Meha Tebaxê ji bo me rojnamegeran gelekî tevlîhev bû. Amadekariya referandûmê li ser me jî barekî çêkiribû û em weke mozhingivan dixebitîn.

Îlon: Pêkanîna referandûmê û bi dengekî bilind pesendkirina daxwaza serxwebûnê dilê çar perçe Kurdistanê germ kiribû.

Cotmeh: Ez wisa bawer dikim ku di jiyana xwe de min şikestineke derûnî ya wisa kûr ne xwariye. Piştî dagirkirina Kerkûkê ji aliyê artêşa Îraqê û Heşdî Şeibî re hêviyên min ku ev 5 sal e ez di hundirê xwe de mezin dikim şikestin.

Mijdar: Meha Mijdarê  ji bo min tê wateya vegera welêt. Ez di vê mehê de vegeriyam Diyarbekir û li vî bajarî bicih bûm.

Berfanbar: Ev meh jî ji bo min him cihê xemgîniyê him jî cihê şadiyê ye. Di destpêka vê mehê de biryara girtina rijnameya me hat stendin. Ez bêkar û ya herî girîng jî êdî min ê nikaribûna hevpeyvîn û nûçeyên wêjeyakurdî amade bikira. Lê belê ji qewlî dayîka min ve 'Xwedê deriyekî digre deh deriyan vedike'. 3 roj piştî girtina Heftenameya Basê ji malpereke kurdî teklîfa pêkve xebatê hat ji min re û min bêyî bifikirim dîsa qebûl kir. Niha jî di wê malperê de didomîn im.
Li aliyê dinê jî ez di vê mehê de çûme Albania û cara yekem derketim derveyî Kurdistanê û Tirkiyeyê. Bila naveroka vê geşta min ji nivîseke dinê re bimîne.

Yorumlar

Bu blogdaki popüler yayınlar

Arjen Arî, ev pênc salin helbesta Kurdî sêwî ye

Dara Porxelek xwezî, lewitîn di kirêtiyê de û şer dizî j ime xewnên mîrekî li herêmekê em ji gundekî dijmin jî bûna malê me pev dima neyariya me nedigiha qewmekî kengî bûya lev dihatin em eydekê, erefatekê…  dibêje Arjen Arî. Pêşengê hemdemên xwe, helbestvanê nûjen ê zaravayê Kurmancî. Di 31ê Cotmeha 2012an de ji nav me koç kir. Li pey xwe bi hezaran dildar, bi sedan jî helbest hiştin. Em weke Heftenameya Basê bi sedema 5. salvegera helbestvanê nemir Arjen Arî bi heval û hogir û dostên wî re axivîn û her yekî ji wan ji bo me di derbarê Arjen de nivisî. Ji bo xatirê bîranîna Arjen Arî û xwînerên Heftenameya Basê em çarîneke Arjen Arî ku heta niha nehatiye weşandin tînin pêşberî we xwîneran. îşev rêwiyê şevê me. hew tu dizanî xunav. mêvanê dilê kê me Firat Cewerî: Arjen Arî diltenik bû Dema min û Arjen Arî hevûdu nas kir, dema rêxistinan bû. Em jî di rêxistinekê de hatibûn ba hev. Em pê ketibûn û me xwe bi felsefeya materyalîst digihand; em noqî lîtera

Abdulla Keskîn: Xeyala min a mezin xeyala her kurdekî ye

Gelî xwînerên Ezîz, bloga Dara Bandînî ji bo we xwîneran dest bi beşeke nipînû dike. Di vê beşê de her heftî wê bi mêvanên cûr bi cûr re hevpeyvînên dij rêbazê lidarbixe. Destpêka vê beşê em bi Damezrêner û Edîtorê Weşanxaneya Avestayê Abdulla Keskîn re axivîn. Abdulla Keskîn tevî edîtriya xwe û weşangeriya xwe bi qeşengbûna xwe jî di nav ciwanan de weke fenomenekî ye. Em xort û keçên kurd di şopa te de ne kak Abdulla. Kerem bikin bersivên Abdulla Keskîn li jêr in.               Abdullah Keskîn kê ye? Nizanim, hê jî bi min nexweş û zehmet tê ku li ser xwe bipeyivim. Ez bawer im kesên van rêzan bixwînin ên bi hêsanî karibin xwe bigihînin hin agahiyên biyografik an jî ez vî barî bavêjim ser milê te. Ciwanên kurd meraqa te dikin, jiyana te ya rojane çawa derbas dibe? Pir sade û tenê, hez ji herduyan jî dikim. Berê dereng radizam û dereng radibûm, vêga diguherim. Wextê min bêhtir li mal derbas dibe, ji rûniştina li mal hez dikim, heta nîvro dixwînim, ligel qahwê û tiştine s

Seyadê Şameyê Kekê: “Qulingê brîndar yê Kurdistanê”

Dara Porxelek Jiyaneke sirgûnî, îşkencekirî û mayîna bi salan di zindanan de… Seyadê Şamê ji aliyê malbata xwe ve wek mirî dihat zanîn. Dema dengê Seyad di Radyoya Rewanê de olan dide bawerî bi jiyanek ji nû ve vejînandî tê kirin. Malbata Kekê, girêdayî Eşîra Celaliyan e. Eşîr li navçeya Agiriya Bazidê dimîne. Nuxûriyê bavê xwe ye Seyad. Di heman demê de xwebexşekî doza Kurdistanê ye jî. Dewlet malbata Kekê di sala 1944’an de sirgûnî Yozgatê ji wir jî ber bi Alaca’ya Çorimê ve dike. Dema li sirgûnê bû dozgeriya Erziromê ji Seyad re nameyekê dişîne û dibêje: “Dê doza te ji nû ve bê dîtin, divê tu werî Erziromê.” Her çiqas bavê Seyad dibêje, “Meke kurê min, tesmîlê destê leşkerê Romê nebe” jî Seyad dibêje: “Bavo heta niha min tenê êş û elem daye we, bisekine ez biçim û vê sirgûniyê bidawî binim da ku hûn vegerin Kurdistanê.” Bavê Seyad li ser van gotinan misaade dide Seyad û Seyad berê xwe dide Erziroma şewitî. Dema Seyad diçe Erziromê, bêyî dozgeriyê wî desteser dikin û dibin