Ana içeriğe atla

Mehmet Dicle: Şêweya efsûnî xwezaya Kurdistanê ye


Dara Porxelek
Mehmet Dicle, çîroknivîsê Kurd xwedî şêweyek cuda ye di vegotina maijaran de. Bi şêweya xwe ya efsûnî (Magic Realism) me bi nesneyên biçûk girêdayî çîroka xwe dike. Dema mirov çîroka Mehmet Dicle dixwîne rastî jiyana xwe ya rojane dibe û di heman demê de rastî efsûniya jiyana li Kurdistanê jî tê. Ev hunandina çîroka Mehmet Dîcle kiriye ku di emrê ciwan de bala xwîneran bikşîne û weşangerê Mehmet Dîcle jî ji bo danasîna nivîskarê xwe wiha dibêje: “Mehmet Dicle, ji gotina kilamekê destaneke nûdem çêdike. Stêrkeke geş li asîmanên Kurdistanê û li edebiyata kurdî zêde dibe.” Bi rastî jî dema mirov wan çîrokan dîxwîne mirov bi tameke vegotina çîrokên efsûnî yên nivîskarên cîhangir dimête. Em bi Mehmet Dicle re  li ser çîrokên wî ya pirtûka Narayê axivîn.
Xwînerên Mehmet Dicle heta hevoka dawî jî nikare texmîn bike ku dê çîrok çawa bidawî bibe, Hilbijartina şêweya vegotina bi vî awayî…
Dema ku ez dinivîsim, tişta ku dixwazim ez bibînin yanê çîroka ku ez hez jê dikim dixwazim ku xwînerên min jî bixwînin. Hilbijartina şêweya vê vegotinê jî ji ber vê derketiye holê.

Di wêjeya Kurdî de em di çîroka te ya bi navê ‘Havîna Evînê’ de rastî normal dîtina ensestê tên, Mehmet Dicle dema vê nivîsand ji bertekên civaka Kurdî ne tirsiya gelo?
Xwezî bihatana xwendin û bertek jî nîşan bidana. (Dikene) Di esasê xwe de ez mirovekî wisa tevdigerim ku nêrîna min li gor civakê hinekî cuda ye. Yanê ez di evînê de her tiştî normal dibînim. Ensest di bin masûmiyeta evînê de hatiye veşartin. Yanê ez normal dibînim. Ev tişt di jiyanê de hene. Belkî jî evîn bi xwe ne masûm be. Masûmiyeta evînê û xirabiya ensestê, sînorê wan çiye. Di vê çîrokê de hinekî tevlîhev dibin ew mijar. Lê di nêrîna min de ev tişt normal û ji rêzê ne. Heta niha rastî bertekekî ne hatim wisa xwiya dike ku li xoşa xwîneran jî çû ye.
Te di çîrokên xwe de bi taybetî jî di çîroka ‘Leylanê’ de metaforên civakî bikaranî ye. Yek ji wan jî metafora ‘Ax û Extiyaran’ ya din jî ‘Dayik tu carî kurên xwe sûcdar nabînin’ Mehmet Dicle bikaranîna van metaforan dixwaze çi pêşberî civakê bike? Rexne li civaka xwe digre?
Mafê me yê rexneyê tune ye. Ji ber ku ez bi xwe jî xwedî wê êşê me. Ku mirov ji welat diçin. Mirov ji welat çûn, çûn, çûn… Welat vale ma, hê jî vala dibe. Encamên vê yekê jî derdikevin holê ku em bixwe jî encamên van çûyîna ne. Ez bixwe jî yek ji wan kesên ku çûne me. Lingekî min li welat yê dinê derveyî welêt e. Bi rastî jî derûniya mirov bi van çûyînan jî têk diçe. Di vê tekkirina welêt de berpirsyariya pêşengên siyasî jî gelekî zaf e. Demekê bi organîze xelkê direvandin Ewropa. Îro welat vala bû ye. Em bi xwe mixatabê wan kesên ku em ê rexne li wan bikin in. Realîtaya me jî ev e. Ev relîte jî min pir pir diêşîne. Divê mirov li ser vê yekê bisekine, serê xwe pê biêşîn e. Di çîrokê de jî hinekî li xwe mikûrhatina me ya şexsî ye.
Berovajî çîroka te ya ‘Havîna Evînê’ di çîroka ‘Nara’ de mirov terka evîndarê xwe dike ji bo evîndarê xwe yê nû, lê ligel vê yekê jî ji ber evîndarê xwe yê berê destê xwe nade wî zilamê ku ji bo xatirê wî dev ji mêrê xwe berda û reviya bû. Evîn têk diçe an dubendî ji xwe di xwezaya çîrokê de ye?
Ev girêdayî rûhiyeta mirov e. Dema mirov destpê dike li xwe dinêre, li der û dora xwe dinêre. Ev çîrok perçeyekî biçûk ji rûhiyeta mirov e. Evîn obseyek ku em jê re evîn dibêjin. Yanê hin tişt hene weke ku evîn mirov di carekî de fêm bike. Aliyên wî yên tarî hene, yên kûr hene. Li gorî baweriya min, mirov wisa difikirin ku mirovek evîndaê kesekî dibe, lê li gorî baweriya min mirov di carekî de, di mekanekî de û di heman demî de dikare evîndarê çend kesan jî bibe. Belkî bixwaze wan evrenên paralel pêkve bijî. Yanê evîn jî çîrok jî girêdayî rûhiyeta mirovan e.

Di 'Kuçeya filan' de tu lêborînê li ser navê gelê Kurdistanê di qirkirina Ermeniyan de dikî û herwiha kuştina ajalan jî li ber çavê zarokên kurdan tiştekî ku xwedî bandoreke girîng dinirxînî…
Bi rastî jî kurd gelekî zêde ajalan dikûjin. Di salên notî de dema şer geş bûbû li çiyayên Kurdistanê gelek ajal hebûn. Di dema agirbest hat ragihandin û gel derket nêçîrê hejmara wan ajalan li xwezayê gelekî kêm bû. Bila kes nebêje wele kurd xweza hez û ajal hez in. Ez Hezroyî me, li cem me dema diçin masiyan bigrin bi dînamît û bombeyan wisa dikin ku hemû zindîwerên di wê avê de tên kuştin. Ne ku ez rexne dikim lê ev rastiya me ye. Mijara lêborîna Ermeniyan, ez wisa difikirim ku ew xwîna ku li Kurdistanê hat rijandin bû lanet li ser axa Kurdistanê û em hê jî wê lanetê dikşînin.
Di çîroka ‘Serkîsof’ da lehengê me bêyî ku haya wî ji mirina wî hebe vegotina jiyana xwe, gilî û gazinên malbata xwe û lorîna jinan li ser xwe ji xwîneran re vedibêje. Serkîsof û dawî li jiyanê hatinê...
Serkîsof metafor a saetê ye. Berê di dema ku daîreyeke dewletê de tu teqawid dibû yî saetekî didan te. Merqa wê saetê jî Serkîsof bû. Dema bavê wî teqawid dibe vê saetê didinê û ew jî dema kurê wî diçe zaningehê diyarî dide kurê xwe. Di çîrokê de ji xwe dema saeta wî dişkê teqabûlî bidawî hatina jiyana wî dike. Weke ku te jî gor ji xwe jiyana Kurdistanê û kurdan bixwe jî efsûnî ye. Ev yek derbasî civakê, şevreşkê jî bûye. Wek mînak metafora biwêjeke kurdî heye. Dibêje ‘Filankes weke miriya serê wî li tahtê dikeve’ Yanê bîreweriya vê biwêjê jî ji vir tê ku di baweriya kurdan de, dema kesek dimire bi cimaetê tevdigere, nimêja term dike û dema cimaet belav dibe ew jî dike ku biçe lê serê wî li tahtê dikeve û dibêje wey ê mirî ez im. Yanê ez bi rastî jî ji vê şêweya vegotina efsûnî ya kurdan hez dikim. Jiyana rastîn û ya efsûnî, meseleyên bi efsûn û nêrîna wisa li dinyayê li xoşa min jî diçe bi rastî.

Jiyan û berhemên wî

Mehmet Dicle di sala 1977an de li Hezroya Diyarbekir hatiye dinyayê. Ji beşa erdnîgariyê ya zaningeha Stenbolê mezûn bûye. Pirtûka wî ya yekem bi navê Asûsê di sala 2005an de hatiye çapkirin û heta niha 3 pirtûkên wî yên çîrokan hatine çapkirin. Mehmet Dicle zewicî ye û li girava Marmara ya bajarê Balikesirê dijî. Niha jî amadekariya çapkirina romana xwe dike.

Yorumlar

Bu blogdaki popüler yayınlar

Arjen Arî, ev pênc salin helbesta Kurdî sêwî ye

Dara Porxelek xwezî, lewitîn di kirêtiyê de û şer dizî j ime xewnên mîrekî li herêmekê em ji gundekî dijmin jî bûna malê me pev dima neyariya me nedigiha qewmekî kengî bûya lev dihatin em eydekê, erefatekê…  dibêje Arjen Arî. Pêşengê hemdemên xwe, helbestvanê nûjen ê zaravayê Kurmancî. Di 31ê Cotmeha 2012an de ji nav me koç kir. Li pey xwe bi hezaran dildar, bi sedan jî helbest hiştin. Em weke Heftenameya Basê bi sedema 5. salvegera helbestvanê nemir Arjen Arî bi heval û hogir û dostên wî re axivîn û her yekî ji wan ji bo me di derbarê Arjen de nivisî. Ji bo xatirê bîranîna Arjen Arî û xwînerên Heftenameya Basê em çarîneke Arjen Arî ku heta niha nehatiye weşandin tînin pêşberî we xwîneran. îşev rêwiyê şevê me. hew tu dizanî xunav. mêvanê dilê kê me Firat Cewerî: Arjen Arî diltenik bû Dema min û Arjen Arî hevûdu nas kir, dema rêxistinan bû. Em jî di rêxistinekê de hatibûn ba hev. Em pê ketibûn û me xwe bi felsefeya materyalîst digihand; em noqî lîtera

Abdulla Keskîn: Xeyala min a mezin xeyala her kurdekî ye

Gelî xwînerên Ezîz, bloga Dara Bandînî ji bo we xwîneran dest bi beşeke nipînû dike. Di vê beşê de her heftî wê bi mêvanên cûr bi cûr re hevpeyvînên dij rêbazê lidarbixe. Destpêka vê beşê em bi Damezrêner û Edîtorê Weşanxaneya Avestayê Abdulla Keskîn re axivîn. Abdulla Keskîn tevî edîtriya xwe û weşangeriya xwe bi qeşengbûna xwe jî di nav ciwanan de weke fenomenekî ye. Em xort û keçên kurd di şopa te de ne kak Abdulla. Kerem bikin bersivên Abdulla Keskîn li jêr in.               Abdullah Keskîn kê ye? Nizanim, hê jî bi min nexweş û zehmet tê ku li ser xwe bipeyivim. Ez bawer im kesên van rêzan bixwînin ên bi hêsanî karibin xwe bigihînin hin agahiyên biyografik an jî ez vî barî bavêjim ser milê te. Ciwanên kurd meraqa te dikin, jiyana te ya rojane çawa derbas dibe? Pir sade û tenê, hez ji herduyan jî dikim. Berê dereng radizam û dereng radibûm, vêga diguherim. Wextê min bêhtir li mal derbas dibe, ji rûniştina li mal hez dikim, heta nîvro dixwînim, ligel qahwê û tiştine s

Seyadê Şameyê Kekê: “Qulingê brîndar yê Kurdistanê”

Dara Porxelek Jiyaneke sirgûnî, îşkencekirî û mayîna bi salan di zindanan de… Seyadê Şamê ji aliyê malbata xwe ve wek mirî dihat zanîn. Dema dengê Seyad di Radyoya Rewanê de olan dide bawerî bi jiyanek ji nû ve vejînandî tê kirin. Malbata Kekê, girêdayî Eşîra Celaliyan e. Eşîr li navçeya Agiriya Bazidê dimîne. Nuxûriyê bavê xwe ye Seyad. Di heman demê de xwebexşekî doza Kurdistanê ye jî. Dewlet malbata Kekê di sala 1944’an de sirgûnî Yozgatê ji wir jî ber bi Alaca’ya Çorimê ve dike. Dema li sirgûnê bû dozgeriya Erziromê ji Seyad re nameyekê dişîne û dibêje: “Dê doza te ji nû ve bê dîtin, divê tu werî Erziromê.” Her çiqas bavê Seyad dibêje, “Meke kurê min, tesmîlê destê leşkerê Romê nebe” jî Seyad dibêje: “Bavo heta niha min tenê êş û elem daye we, bisekine ez biçim û vê sirgûniyê bidawî binim da ku hûn vegerin Kurdistanê.” Bavê Seyad li ser van gotinan misaade dide Seyad û Seyad berê xwe dide Erziroma şewitî. Dema Seyad diçe Erziromê, bêyî dozgeriyê wî desteser dikin û dibin