Mem Zînistanî bi pirtûka xwe ya kurteçîrokan vê derdikeve pêşberî xwînerên xwe. Pirtûka Heşterxan ji 12 kurteçîrokan pêk tê. Pirtûk ji Weşanên Lîsê di Rêbendan a 2018an de derçû ye. Edîtoriya pirtûkê jî bûye qismetê Kawa Nemir. Min pirtûkê berî çendekê stendibû lê belê ji ber rêza xwendinê ne bû qismet ta îro bixwînim.
Doh li Şevîn Teras Cafeyê rûniştim û min destbi xwendinda pirtûkê kir. Memî her çiqasî ji Serhedê be, kurmanciya di devê wî de ji Botanê, Çemişgezekê û ji hêla Rihayê jî xwedî mînaka ye. Mirov bi awayekî hêsan, bêyî ku li Kurdolojiya Zanîngehan bixwîne dikare ji kurmanciya Memî fam bike. Ji we bê vê nivîsê bixwînin û piştî nivîsê jî harin pirtûka Mem Zînistanî - Heşterxanê bistînin û dest bi xwendina wê bikin.
Pirtûk bi çîroka ‘Kiraşo’ destpê dike û Memî di vê çîroka
xwe de teswîra beravê dike. Dema mirov dixwîne dîmenên dayika mirov a di salên
nodî de li ber çavên mirov olan didin. Memî teswîreke pir bi detay dike mirov
di dema kinc şuştinê de dibê qey pîrek li hemberî mirov e û mirov lê temaşe
dike. Navê kiroşêyê jî Hacerê ye.
Zînistanî di spartina axê ya miriyekî de dibêje ‘Mîna rûreşîyekê xwelî
avêtine ser û veşartin’.
Gelo bi rastî jî yên mayî, ji bo rûreşiya xwe veşêrin miriya
dispêrin axê? Di berdewama çîrokê de mirov pê derdixe ku ew ê mirî zilamê jina
berav dike ye û jin bi tenê maye. Çîrok ji dengê dengbêjekî tê gotin ku cînarê
Hacerê ye. Jina dengbêj di dawiya çîrokê de ji mêrê xwe re dibêje ku ; ‘Kevirê leqiyayî,
teqiyayî’. Dinya û alem jî dizane ; axiriya qoricîtiyê ev e heyran.
Nivîskar di vê çîrokê de bala xwîner dikşîne ser rîtûeleke
gundên Kurdan yên ku beriya maşîneya cilan..Di dawiya çîrokê de nivîskêr payama
xwe ya civakî jî dide û dibêje; heyran qoricîtî pîs e…
15.03.18
Stenbol
Yorumlar
Yorum Gönder