Ana içeriğe atla

Nameyek ji Darayê kal re



Silav Darayê kal, ez ciwantiya te me. Navê min di nasnameyê de hê jî Bilal e. Lê belê der û dora min û ez em ji bo te navê Dara bikartînin. Îro 9ê Sibata 2018an e. Ez şeveke weke ya îşev di sala 1989an de li Batmanê ya ku di bin dagirkeriya Tirkan de ye hatime dinê. Dema ez hatime dinê zivistana wê salê pir dijwar bû ye. Li gor ku dayîka min qal dike berfê xwe gihandiye şaxên darên tûyan. Sir û seqem bû ye. Weke her zivistanê wê zivistanê jî cêlana gund tune bûye. Rihmetiya pîrka min ji bo ez bême dinê ji dayîka min re bûye alîkar. Werhasil dema ez hatime dinê wisa spî bû me ku te digot qey glokek berf e di destê pîra te de, digot diya min.
Nîşe: Ev wêne ji gundê bavo ye. NAvê gundê me Dirbêsa ye. Ev Dara tûyê ya ku tu li bin mezin bûyî ye.

Îro ez ketim 28 saliya xwe ango 28 qediya nizanim serê min bi van hesaban diêşê. Ez ê ji te re qala îro ya Batmanê û halê Kurdistanê bikim. Ez rojnameger im û çendîn rojnameyên kurdî - tirkî û îngilîzî de dixebitim. Dibe ku tu meraq bikî gelo wê demê ez di kîjan rojnameyan de xebitî me û min çi karî kiriye. Ji bo vê yekê ez ê her rojnameyekê û lînkekî bo te li vir deynim da ku tu bikaribî xwe bigihînî wan nûçeyan. Peyamakurd / Ahvalnews / Basnews ligel vê çalakbûna xwe jî mixabin debara me bi zorê dibe. Hê ne zewicî me û ji keçekê jî gelek hez dikim. Nizanim gelo ev keç tê bîra te an nayê.
                         


Welat dinale...

Welat ji çar aliya ve di bin dagirkeriyê de ye. Dema tu vê nameyê dixwînî hêvîdar im li Kurdistana azad bî. Tu îro kal î û neviyên te niha li dora te ne. Di wê baweriyê de me tu piştî teqawidbûnê çûyî gundê bavo, Dirbêsa. Ez niha weke koçeran her carê li deverekê dijîm. Niha li Batmanê me û vê nameyê ji te re dişînim. Sibê ez ê ber bi Sirbistanê ve biçim. Heta çend rojan ez ê li wir bim ji bo bernameyeke Yekîtiya Ewropa. Niha YE ne mabe jî ez bawerim tu yê di derheqê wê de xwedî agahî bî. Ji ber vê jî hewce nake ez ji te re qala YEyê bikim. Welat me digot. Ev 20  roje dewleta tirk êrîşê Efrîna Rojavayê Kurdistanê dike û gelek sivîl jî dibin qurbaniyên van êrîşan. Li Bakur û Tirkiyeyê jî ew kesê ku li hemberî operasyon û êrîşa tirkan a li ser Efrînê derkeve tên darizandin.
Dibe ku rêzimana min ne baş be jî, dema te xwend tu nebêjî ev çi hale ha. Ji ber ku perwerdehiya zimanê kurdî hîna jî li Tirkiyeyê qedexe ye. em ji derve yanî tenê ji pratîkê hînî nivîsandin û xwendina zimanê xwe bûne. Baş bifikire. Îsal ji ber ku Başûrê welêt referandûma serxwebûnê pêkanî hemû cîhan li hemberî kurdan derket û di encamê de jî kerkûk û gelek deverên dinê hatin dagirkirin ji aliyê dagirkeran ve. Werhasil name pir dirêj dibe lê derd û kulên dilê me qet kêm nabin.

Daxwaza ji Darayê kal.
Ev nêzîkî 60 - 70 sale ez vê bedenê ji bo ku tu îro bi awayekî tendûristî bijî xwedî dikim. Di derûnî û kurahiya sedsala 20mîn ta îro min ji bo te vê gorevê kir. Ji kerema xwe re li bedena xwe baş binêre û her tim hay ji delaliya xwe hebe. Nizanim gelo tu hê jî wisa tolaz î..:)

Ji keçikên xwe re her tim baş be. Wan hînî zimanên biyanî jî bike da ku bikaribin ji xwe re li cîhanê bigerin. Hesûdiya neke bila kurên te ji te çêtir bin. Wan ji zarokatiyê va hînî lêgerîna takekesiyê bike. Ew kesê bi xwe nizanibe bi tu tiştî jî nizane. Nekeve pey debara xwe û wan jiyanê li wan heram neke. Bila zanebin. Qezenckirina pereyan hêsan e. Niha bi xatirê te eger rojekê dîsa ez derfet bibînim ez ê bo te binivîsim.

09/02/2018
GAP/Batman

Yorumlar

Bu blogdaki popüler yayınlar

Arjen Arî, ev pênc salin helbesta Kurdî sêwî ye

Dara Porxelek xwezî, lewitîn di kirêtiyê de û şer dizî j ime xewnên mîrekî li herêmekê em ji gundekî dijmin jî bûna malê me pev dima neyariya me nedigiha qewmekî kengî bûya lev dihatin em eydekê, erefatekê…  dibêje Arjen Arî. Pêşengê hemdemên xwe, helbestvanê nûjen ê zaravayê Kurmancî. Di 31ê Cotmeha 2012an de ji nav me koç kir. Li pey xwe bi hezaran dildar, bi sedan jî helbest hiştin. Em weke Heftenameya Basê bi sedema 5. salvegera helbestvanê nemir Arjen Arî bi heval û hogir û dostên wî re axivîn û her yekî ji wan ji bo me di derbarê Arjen de nivisî. Ji bo xatirê bîranîna Arjen Arî û xwînerên Heftenameya Basê em çarîneke Arjen Arî ku heta niha nehatiye weşandin tînin pêşberî we xwîneran. îşev rêwiyê şevê me. hew tu dizanî xunav. mêvanê dilê kê me Firat Cewerî: Arjen Arî diltenik bû Dema min û Arjen Arî hevûdu nas kir, dema rêxistinan bû. Em jî di rêxistinekê de hatibûn ba hev. Em pê ketibûn û me xwe bi felsefeya materyalîst digihand; em noqî lîtera

Abdulla Keskîn: Xeyala min a mezin xeyala her kurdekî ye

Gelî xwînerên Ezîz, bloga Dara Bandînî ji bo we xwîneran dest bi beşeke nipînû dike. Di vê beşê de her heftî wê bi mêvanên cûr bi cûr re hevpeyvînên dij rêbazê lidarbixe. Destpêka vê beşê em bi Damezrêner û Edîtorê Weşanxaneya Avestayê Abdulla Keskîn re axivîn. Abdulla Keskîn tevî edîtriya xwe û weşangeriya xwe bi qeşengbûna xwe jî di nav ciwanan de weke fenomenekî ye. Em xort û keçên kurd di şopa te de ne kak Abdulla. Kerem bikin bersivên Abdulla Keskîn li jêr in.               Abdullah Keskîn kê ye? Nizanim, hê jî bi min nexweş û zehmet tê ku li ser xwe bipeyivim. Ez bawer im kesên van rêzan bixwînin ên bi hêsanî karibin xwe bigihînin hin agahiyên biyografik an jî ez vî barî bavêjim ser milê te. Ciwanên kurd meraqa te dikin, jiyana te ya rojane çawa derbas dibe? Pir sade û tenê, hez ji herduyan jî dikim. Berê dereng radizam û dereng radibûm, vêga diguherim. Wextê min bêhtir li mal derbas dibe, ji rûniştina li mal hez dikim, heta nîvro dixwînim, ligel qahwê û tiştine s

Seyadê Şameyê Kekê: “Qulingê brîndar yê Kurdistanê”

Dara Porxelek Jiyaneke sirgûnî, îşkencekirî û mayîna bi salan di zindanan de… Seyadê Şamê ji aliyê malbata xwe ve wek mirî dihat zanîn. Dema dengê Seyad di Radyoya Rewanê de olan dide bawerî bi jiyanek ji nû ve vejînandî tê kirin. Malbata Kekê, girêdayî Eşîra Celaliyan e. Eşîr li navçeya Agiriya Bazidê dimîne. Nuxûriyê bavê xwe ye Seyad. Di heman demê de xwebexşekî doza Kurdistanê ye jî. Dewlet malbata Kekê di sala 1944’an de sirgûnî Yozgatê ji wir jî ber bi Alaca’ya Çorimê ve dike. Dema li sirgûnê bû dozgeriya Erziromê ji Seyad re nameyekê dişîne û dibêje: “Dê doza te ji nû ve bê dîtin, divê tu werî Erziromê.” Her çiqas bavê Seyad dibêje, “Meke kurê min, tesmîlê destê leşkerê Romê nebe” jî Seyad dibêje: “Bavo heta niha min tenê êş û elem daye we, bisekine ez biçim û vê sirgûniyê bidawî binim da ku hûn vegerin Kurdistanê.” Bavê Seyad li ser van gotinan misaade dide Seyad û Seyad berê xwe dide Erziroma şewitî. Dema Seyad diçe Erziromê, bêyî dozgeriyê wî desteser dikin û dibin