Min ev helbest ji vir heşt sal berê xwend lê bi zimanê Tirkî, wê demê min nû edebiyata xwe nas dikir û mixabin ev naskirin jî dîsa bi zimanê Tirkî bû. Em Kurd bûn lê me xwe bi zimanê tirkî nasdikir lê haya me, ji zimanê tune/bû. Lebê kêfa min gelekî jê ji vî helbestê re hat, ez gelekî li Kurmanciya wê geriyam lê mixabin heya niha Helbestên Letîf Helmet nehatine wergerandin bo Kurmancî. Ne tenê Letîf Helmet, Refik sebrî, Ebdulla Goran, Faik Bêkes jî nehatina wergerandin.
Ev saleke li ser soranî dixebitim û min xwest, yekem wergera min ev helbest be
Dema dareke şîn tê jêkirin
Li dû wê bi hezaran rih digirîn,
Xemekî mezelog xwe li wan digire,
dema ez dimirim,
ne min dayikek heye porê min miz bide
û min aş bike,
ne jî wênê min dimîne di çantayê keçeke ciwan de,
Ew keçikên ku ji wan xoşim
Xoşewista min a rûsar û laşê min ê lawaz ji bîr dikin
û helbestên min dixwînin bêyî ku navê min bizanibin,
hemû Şa`îr bi hibra bêhnxweş
behsa birûskên çav û xermanê porê dildarên xwe dikin,
hemî dildar jî bi heman hibrê nameyan dinûsin ji hev re
Lê ez, ji dilopê xwîna dilê xwe ji çavên wan keçikan re
û ji kesên ji wan xoşim an nexoşim ristikan rêz dikim....
Ji hemî ristikan bêhna hibrê tê,
Lê ristikên min ji xwîna min in... !
Mîna ku kulîlkên ristikan bi xwîna xwe av bidim...
Letîf Helmet
Ji Soranî bo Kurmancî Ferhad S.
Yorumlar
Yorum Gönder