Ana içeriğe atla

Nameyek Ji Darayê Kal Re III

 




Silav Dara.!

Ez im 33 saliya te.

Niha li Elazîzê li otêla Birizgardenê me.

Beriya roj biçe ava vê nameyê ji te re dinivîsim.


Çar sal derbas bûn ku min navber daye nameyên xwe. Bibore.!


Bi rastî jî di van çar salên derbasbûyî de ne di jiyana min de ne jî di ya welêt de tu guhertinên mezin çê nebûne.

Dîsa bi tenê me.

Di tenêtiya xwe de ji afirîneriyê dûr im. Min tu tişt ava nekiriye.

Tenê hêla bazirganiyê û hilberîna çend cureyan de min tiştnan kiriye. Bila weke nîșe ev jî li vir be.

Serdema Blokcainê ye.

Nizanim ew dem çawa ye pergala cryptographicê di çi astê de ye.

Em weke milet çawa ji Quantûmê re dereng man wisa ji crypto re jî hinek dereng mane. Çend hewildanên qels hatibin dayîn jî ne di asta cîhanê de ne.

Ez niha weke Pisporê Îxracatê li Şîrketeke Bakurî dixebitim. Serê vê mehê ez li Georgia bûm. Tenê 7 milyon hemwelatiyên wî welatî hene û welatek azad û serbixwe ye.

             Meydana Ewropa /Batum-Georgia 

Batum/Georgia 

Di 26ê vê mehê de ez ê herim Hewlêrê. Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê ku Ala pîroz li wir bi azad liba dibe. 

Bi her weșîna bayê re mîna baskên pepûleyekê rengîn rengîn liba dibe. 

Hewlêr... 


Ez ê ji te re qala wê bikim.

Navê wê bila Berdil be. Ji ber ku ew her li ber dilê te ye.

Di 11ê Mijdara 2021an de kete jiyana te. Helbet berî vê dîrokê ew ketibû dilê te. Tenê weke berdilk destpêka têkiliya me di 11ê Mijdarê de dest pê kir. Berîya ez ew nas bikim min evînê tenê weke rêya çûna nav nivînan di dît. Piştî çavê min bi wê esmeriya ew ketin min pê derxist ku Bextîyar Elî û welatê evîndaran rast bûn. Evîn hebûn bi xwe bû. Tama ava vedixwim jî hat guhertin.


Hezkirinek wiha bû ku min ne bawerim careke din tu rast lê hatibî.

Lê ew ê jî terka min kir. Sedema çûyîna wê li vir nabêjim dibe ku rojekê bi giştî binivîsim. Ka em binêrin.


Di vê nameyê de ez ê dîsa ji te re qala wêranbûna welêt bikim. Em hê di bin dagirkerîya tirkan de ne û tirk her diçe xurttir dibin. Li Binxetê bajarên weke Efrînê jî dagirkirin.


Li Bakurê Kurdistanê rewş her diçe xirabtir dibe. Ciwan li kolanan bi zimanê tirkî diaxivin. Axaftina kurdiya pîroz tenê di nav kesên dilsoz de maye.

Pir bi vê rewşê di êșêm. Tu tişt ji destên me nayê.

Werhasil Darayo em ne baş in.


Erê Dara îro jî em di qalikê xwe de ji bo sibê ya welêt xebatên xwe didomîn in. Belkî me nîne hêzek xurt bes me heye dilek qerase. 

Bi xatirê te êdî ez şîretan li te nakim...

20/02/2022

Elazîz



Dara Porxelek

Yorumlar

Bu blogdaki popüler yayınlar

Abdulla Keskîn: Xeyala min a mezin xeyala her kurdekî ye

Gelî xwînerên Ezîz, bloga Dara Bandînî ji bo we xwîneran dest bi beşeke nipînû dike. Di vê beşê de her heftî wê bi mêvanên cûr bi cûr re hevpeyvînên dij rêbazê lidarbixe. Destpêka vê beşê em bi Damezrêner û Edîtorê Weşanxaneya Avestayê Abdulla Keskîn re axivîn. Abdulla Keskîn tevî edîtriya xwe û weşangeriya xwe bi qeşengbûna xwe jî di nav ciwanan de weke fenomenekî ye. Em xort û keçên kurd di şopa te de ne kak Abdulla. Kerem bikin bersivên Abdulla Keskîn li jêr in.               Abdullah Keskîn kê ye? Nizanim, hê jî bi min nexweş û zehmet tê ku li ser xwe bipeyivim. Ez bawer im kesên van rêzan bixwînin ên bi hêsanî karibin xwe bigihînin hin agahiyên biyografik an jî ez vî barî bavêjim ser milê te. Ciwanên kurd meraqa te dikin, jiyana te ya rojane çawa derbas dibe? Pir sade û tenê, hez ji herduyan jî dikim. Berê dereng radizam û dereng radibûm, vêga diguherim. Wextê min bêhtir li mal derbas dibe, ji rûniştina li mal hez dikim, heta nîvro...

Arjen Arî, ev pênc salin helbesta Kurdî sêwî ye

Dara Porxelek xwezî, lewitîn di kirêtiyê de û şer dizî j ime xewnên mîrekî li herêmekê em ji gundekî dijmin jî bûna malê me pev dima neyariya me nedigiha qewmekî kengî bûya lev dihatin em eydekê, erefatekê…  dibêje Arjen Arî. Pêşengê hemdemên xwe, helbestvanê nûjen ê zaravayê Kurmancî. Di 31ê Cotmeha 2012an de ji nav me koç kir. Li pey xwe bi hezaran dildar, bi sedan jî helbest hiştin. Em weke Heftenameya Basê bi sedema 5. salvegera helbestvanê nemir Arjen Arî bi heval û hogir û dostên wî re axivîn û her yekî ji wan ji bo me di derbarê Arjen de nivisî. Ji bo xatirê bîranîna Arjen Arî û xwînerên Heftenameya Basê em çarîneke Arjen Arî ku heta niha nehatiye weşandin tînin pêşberî we xwîneran. îşev rêwiyê şevê me. hew tu dizanî xunav. mêvanê dilê kê me Firat Cewerî: Arjen Arî diltenik bû Dema min û Arjen Arî hevûdu nas kir, dema rêxistinan bû. Em jî di rêxistinekê de hatibûn ba hev. Em pê ketibûn û me xwe bi felsefeya materyalîst digihand; em noqî lî...

Hesenê Metê: Ez ji bo lehengên xwe giriyame!

BAS - Dara Porxelek “Tekoşer bûm, mîlitan bûm, zîndanî bûm û bûm pêşmerge jî... ku di vê salê min de  îro jî pêwîstî bi min û şerekî hebe, dibêjim qey ez ê dîsa vê yekê bikim..” dibêje Hesenê Metê, nivîskarê Kurd û berhemdêr. Di roman û çîrokên xwe de Hesenê Metê teswîreke îlahî dike û mirovan dişîne cîhaneke xeyalî. Dema mirov nivîsên wî dixwîne geh li vê dinyayê ye geh jî li cîhaneke bê sînor e. Xeyal hêmana nivîsa wî ye.  Weke mînak: “Ku ruhekê şairane bi min re hebûya min ê ji we re bigota cîh û warekî wekî sîngê diya meriv e… Zarokatiya xwe bifikirin, biçin xwe li ser singê diya xwe dirêj bikin serê xwe danin ser wan pêsîrên tije şîrê pak û sipî… Û bikevin xew.” Hesenê Metê ji me re di derbarê serpêhatiya xwe, nivîskariya xwe , lehengên xwe û pêşmergetiya xwe de axivî. Hesenê Metê di dirêjahiya emrê xwe de tim têkoşer bûye, ji Ergaxî ber bi Silêmanî, li wir doza pêşmergetî û nivîsandin… Belê... Tekoşer bûm, mîlitan bûm, zîndanî bûm û bûm pêşmerge jî... ku di vê sa...