Çîrok bi
destpêkeke klasîk a Kurdan destpê dike. “ Pîrê serê sibê zû hişyar dibe, hewşa
xwe avreşîn dike û hêdî hêdî weke rîtuelekî paqij dike. Di nav dengên zarokan
deng û lîstika zarokan de vî karî dimeşîne.”
Ev
rîtuel li ber hemû çavên Kurdên ku li gund çêbûne wêneyekî xêz dike bêguman.
Dîsa pîrê zarokan hişyar dike ku dengê xwe zêde bilind nekin da ku kalê wan ji
xewê şiyar nebe. Lê çi fêde kalo şiyar bûye jî di ji ber deng û reqsa zarokan.
Dîsa weke rîtueleke li hemû malên li hemû gundên Kurdan radibe ber bi bîrê ve
diçe û dev û ruyê xwe dişo(Em dibêjin dev û rû ne ser û çav). Ne bûka mezin ya
navîn lê ya biçûk pêjgîrekî ji xezûrê xwe re tîne ev jî di nav Kurdan de
çandeke giştî ye. Sedem nizanim çiye lê li gor tecrûbe û xwendinê min li hemû
Kurdistanê ev yek jî weke ku Dîcle di vê çîroka xwe de dinivîse ye.
Çîrok û
zimanê nivîskar herikbar û sade ne.
Çîroka
bitenêbûna bi mirina mêrê wê Hecî Resûl û sirgûnkirina kurê wê yê mezin destpê
dike. Kurê mezin li navçeyê mamosteyê xwendingehê ye û tê sirgûnkirin tevî jin
û zarokên xwe koçberî bajarê Tirkan ê mezin dike. Yê nêvî jî piştî çûyîna
birayê xwe yê mezin berê xwe dide heman bajarî. Yê biçûk ji xwe di cîhaneke
cuda dijî. Bi jineke Alman re dizewice û berê xwe dide welatê Almanan. Heta virê nivîskar ji xwîner re qala der û dora
pîrê dike û hê xwîner ne kişandiye kûrahiya derûnî û tenêbûna pîrê. Bi vî awayî
xwîner hinî tenêbûna pîrê dike.
Dema min xwend min binê çend
hevokann xêz kir
Dîcle bi
devê pîrê dema qala bûka Almanî dike wiha dibêje: “Li wêne dinêre pîrê, lê ne
li kurê xwe, li jinika bi qasî tava zivistanê zer û bi qasî tava zivistanê sar
dinêre.” Li gorî min Dîcle di vê hevokê de dixwaze bilêvbike ku; “Lawik her çi
bin jî, li ber dilê dayîka xwe tim ew lawikê hê sebî ne û tu carî dayîk ji
lawikê xwe naxeyîdin. Tim sûcdar ew kesên li hember zarokên wê ne ne.”
Rêyeke mîna marê mirî…
Dîcle di
rûpela 14mîn qala Kurdên ku ji mal û war û gundên xwe koç kirine dike ku heta
meytê wan(Termê wan) venegere gund ew bi
zindî venagerin.” Pîrê her sibeh bi hilkişandina tavê re berê xwe dide girê li
hember navçeyê ku mezelê(Gor) mêr û qîza wê li serê wî girî ne. Her wiha dareke
givîjê jî li ser vî girî heye û pîrê li bin siya dara givîjê gilî û gazinên xwe
ji Rehmetiyê Hecî Resûl dike. Pîrê li bin siya darê li hember bajêr disekine
hûrdibe li ser pirsa ‘Çima?’ Hevokek di vê çîrokê de derbas dibe ku weke agir
li kezeba min bikeve xwe bera nav hundirê min da. Pîrê dibêje: “Çima av û
hewaya vê axê bûbûn mar û dûvijk(dûpişk).”
Xewnên tenêtiyê…
Di berdewama
çîrokê de pîrê çendîn caran xewnan dibîne. Di xewnên xwe de tim demên beriya mirina
Hecî Resûl dide berçavan. Ev yek jî li gorî min ‘Metafora bitenêbûna jinê bi mirina
mêrê wê destpê dike’ dide berçavê xwîneran.
Metafora ax û pîrê..
Di
rûpela 15an de Dîcle metafora ax û pîrê bikartîne ku ev metafor ji aliyê gelek
civaknasan ve tê qebûl kirin. Çiye ev metafor. Ew kesên ku li gund çêbûbin û li
ser wê axê,xweliyê mezin bûbin li kîjan devera cîhanê jî bijîn bêriya wê axê,
wê xweliyê dikin. Ev yek weke Genetîk û ax pêkve ne tê nîrxandin. Nizanim li
benda şîroveyên we me.
Çend hevokên ku min binê wan
xêzkirî û nêrînên min di derbarê çîrokê de.
- Li
wêne dinêre pîrê, lê ne li kurê xwe, li jinika bi qasî tava zivistanê zer û bi
qasî tava zivistanê sar dinêre.
- Pîr,
bêdeng bû, zivistan jî dijwar
*Bi
giştî di vê çîrokê û çîrokên dinê yên pirtûka Mehemet Dîcle ya bi navê Nara de
pênûseke xurt heye.
*
Şîroveyeke balkêş.
*Hunandineke
xweş.
Nişe:
Bila Mehmet Dîcle tim binivîse û em jî bixwînin.
Spas ji
bo Mistefa Doğan ku bi israrî ji min re got Mehmet Dîcle bixwîne.
Nişe 2:
Ev cara yekemîne ez nêrînên xwe di derbarê çîrokekî de dinivîsim. Kêmasî hebin
jî biborin.
Pitûk: Nara
Nivîskar: Mehmet Dicle
Weşanxane: Avesta/2010
Çapa duyem: 2015/ 103 Rûpel
Yorumlar
Yorum Gönder