Ana içeriğe atla

Helîm Yûsiv: Jiyana Kurdan bi xwe jî efsûnî ye

Dara Porxelek 
Hin nivîskar hene dema xwîner berhemên wan dixwînin rastiya civakê li ber çavê wan tê xemilandin. Helîm Yûsiv jî yek ji wan nivîskaren e ku ji xwe re şêweya efsûnî ya wêjeyê hilaniye û di berhemên xwe de dide ber çavê xwînerên xwe. Nivîskar û siyasetmedarê gewre yê Kurd Helîm Yûsiv bersiva pirsên Heftenameya Basê da.
Di pirtûkên xwe de hûn bingeha şêweya xwe li ser esasên efsûnî datînin, rewşa ku Kurd di nav de ne tesîrê li vê yekê dike an tercîha we ji ber normên edebiyatê ye?
Mijara efsûnî an jî realîzmê hinek tevlîhev e. Li gorî min nivîskarê Kurd ne hewceye xeyala xwe têxe nav nivîsên xwe. Ji ber ku rewşa ku Kurd tê de derbas dibin têra xwe efsûnî û xeyalî ye. Ez, nivîskarê Kurd bi şens dibînim. Mijar û jiyana Kurdan têr û dewlemend e. Di vê derbarê de ew tayê di navbera efsûnî an jî realîzmê de tayekî gelekî zirav e. Nivîskarekî Kurd dema qala bûyereke ku bûye dike ji me re jî zehmete ku em bizanibin gelo ev bûyer raste an jî xeyal e. Herwiha dema xwînerekî ne Kurd be dixwîne ji xwe, jê re efsûnî tê. Rewşa Kurdan sînorê di navbera realîzm û efsûniyê de ne hêştiye. Ji ber vê yekê ji dema ku min dest bi nivîsandinê kiriye û vir ve di nivîsên min de her du alî cih digrin. Lê kîjan rastî an jî kîjan xeyalî ye ez bi xwe jî baş tê dernaxim. Heta ji min tê herdu aliyan jî di berhemên xwe de dixemilînim.

Di berhema we ya ‘Sobarto’ de hûn ken û qertafên xwe bi bedena mirov dikin. Sedema vê yekê bêhêzbûna kesayetan li hember mirinê ye gelo?
Di baweriya min de nivîskar divê bi çavê sêyem li der û dora xwe binêre. Ew kesên ku xwedî du çawa ye ji xwe bûyeran dibînin. Lê em werin ser mijara nivîskar. Nivîsakrê xwedî çavê sêyem, dema mijar, dîmen, bûyer an jî rûdanan dikare bi şêweyeke din binivîsîne. Ew tiştên ku di berhemên min de weke xeyalî xwiya dikin ez bi çavên xwe dibînim. Pêdiviya nivîsê bi gotinên kin û pir wateyî heye. Dema ez di berhemên xwe de qala van bûyerên ‘Sûrreal’ ku serî difire, dest zêde dibin filan û bêvan dikim, di nav kevanê de dibêjim (Bûyerê û mijarên rasteqîn in). Di vê çarçoveyê de ez van dîmenan bikar tînim. 
Di berhemên we de hûn taybetmendiyekî didin laşê mirov. Ji navtengê destpê dike û laşê mirov dixemilîne. Ew xemilandina laş xemilandina Kurdistanê û organên laş jî Kurd in?
Vê pirsa te çîrokekî anî bîra min. Di pirtûka min a yekem ‘Mêrê Avis’ lehengê çîrokê pir qala apê xwe Hemdulla dike. Apê wî feqîr û hejar bû. Ji xwedê razî bû. Çi bi serê wî de bihata jî digot ‘Elhamdillah’. Xebata bi du destan têra wî nedikir. Diviyabû bi çend destan kar bikira. Du dest têra wî nedikirin. Li ber xwe dida bi heman destan ji bo ku bikaribe jiyana xwe bidomîne. Ew rewşa ku tê de ku bi deh panzdeh destan jî dixebite û têra wî nake, mirov dikare hîleyeke hunerî têxe nav çîrokê. Nivîskar ji bo ku nivîsa xwe bixemilîne dikare van bûyeran li gor çavê xwe yê sêyem bilêv bike. Ew kesê ku li hember nivîskar dijî bo nivîskar bi awayekî din dijî. Yanî ew kesê ku bi deh destan xebatê dike da ku bikaribe debara xwe bike. Gelek dest di laşê Hemdulla de derketibûn ku bêyî haya Hemdulla jî jê hebe. Nivîskar bûyeran ji qonaxa ‘Wênegirtin, kamêrayê’ derdixîne û derbasî qonaxa hunerê dike. Ez jî her tim şêweyê di berhemên xwe de bikartînim.
 Helîm Yusiv ji ber çi şêweya ‘Efsûnî’ ji xwe re hilbijart, tesîra nivîskar an jî bûyeran e gelo?
Ji zarokatiya xwe û vir ve ez ji xwendinê hez dikim. Dema min dixwend ew romanên realîst û ku weke rahije kamirayekî û dîmenan bikişîne bala min nedikişandin. Li aliyê din jî ew berhemên tenê bi xeyalî hatine nivîsandin mirov nizanîbû ka ‘Serê nivîskar li kîjan ezman e, piyê wî li kîjan axê ye’ vê yekê jî bala min ne dikişand. Yan jî em bibêjin bandoreke xurt li hundirê min nedikir. Herdu alî, yanî şêweya realîstî bi awayî xwe ya fotografîk û şêweya xeyalî(Efsûnî) ku wî awayî xwe ku bêyî mirov bikaribe destê xwe tê de deyne ser hin tiştan. Wê jî bala min nekişand. Dema min dest bi nivîsandinê kir min xwest ku ez herdu aliyan bînim cev hev. Min vê yekê weke ezmûnekî didît û min ji xwe re digot; “Eger ez vê yekê bikaribim bînim cem hev û bi hev û du re biguncin wê demê ez ê bi hesibînim ku ez bi serketime. Lê eger ez berhemeke bê ser û bin, tiştek jê neyê fêmkirin biafirînim, wê demê ez ê bibêjim ku ez bi serneketime.
Di wê demê de min biryar da ku ez ê herdu aliyan bi hev re bimeşînim. Heta niha jî her berhemeke min ku ez derdixînim ew tirsa bi serneketina wê ezmûnê di hundirê min de heye. Ez nizanim heta niha çiqas serkeftî me an na lê ji ber berhema min a yekemîn û vir ve min bi vê armancê nivîsandiye.
Di çîroka we ya ‘Hezkirina Qafkurmî’ de însan bi maxlûbiyetê tê dinê, ev têkçûn çiye ezbenî?
Dîroka kevin di çîrokê de hinek tevlîhev dibe. Lê binêrin temenê lehengê çîrokê bi dirêjiya dîroka Kurdan ji destpêkê û heta ew çîrok hatiye nivîsandinê ye. Ji mesela têkçûna mirov bêtir, têkçûna miletê Kurd e ku di dîroka xwe de her tim têk diçe, qedereke reş û giran bû. Nikarîbû qedera xwe biguherîne. Ew aliyekî çîrokê ye. Aliyê din jî dilê lehengê çîrokê tije evîn bû. Ew kesên li der û dora wî ne bi şêweye evînê nêzîkî wî dibûn. Ev jî aliyekî dine. Lê bi giştî mexlûbiyeta leheng mexlûbiyeta kesayeta Kurd e.

We nexweşiya ‘Ez ê din im’ bi hostayî nexşendiye li ser rûpelên nivîsên xwe. Gelo li Almanyayê jî, weke Tirkiye, Sûriye û Îranê Kurd dîsa ‘ên din in’?
Rewşa me li Almanyayê hinekî cuda ye ji a li Sûriye, Îraq û Tirkiyeyê. Ji ber ku em bi penaberî hatine van deran. Dema ku Kurdek berê xwe dide Almanyayê di destpêkê de jê tê pirsîn bê ka tu ji kîjan welatî yî. Dema ez dibêjim ez Kurd im û ji Kurdistanê me, hinek disekinin û dibêjin ‘Belê raste tu Kurdî lê tu ji kîjan dewletê yî’. Ji bo tu bê tomar kirin divê tu bibêjî ez Kurdê Suriye, Îraq an jî Tirkiye û Îranê me. Ev yek jî ji yên din bêtir e. Ji dereceyeke hin kêmtir tê nirxandin. Ev jî ji ber bêdewletbûna me Kurdan e. Ev ne rexneyeke li hember dewletên Ewropa bila şaş fêm nebe. Weke ronîkirinekê ji rewşa Kurdan li vê derê bê heta çi radeyê zehmet û dijwar e . Mirovek ji netewekî be û bêyî xwedî nasname û statû be. Li Almanyayê ne tenê ‘Yên din in’ pirsa ku ‘Yên din bin’ jî bi awayekî fermî bi destê Kurdan nakeve.
Di van salên dawîn de hinekî rewş hatiye guhertin. Piştî çi ew rewşa ku Rojavayê Kurdistanê bi xwe re anî, çi ya Başûrê Kurdistanê bi xwe re anî. Piştî van sê çar salên dawîn pirsa Kurd li hemû cîhanê ji qonaxekî derbasî qonaxeke din bû. Li Ewropa, Almanya jî di nav de hêdî hêdî Kurdan wekî Kurd nas dikin. Ev 17 sal e ez li Almanyayê dijîm. Ji roja ku ez hatime van deran û vir ve dema ev mijar vedibin helbesteke Cegerxwîn dikeve pêşiya min.
Çiqas welat bilind bibe.
Ewqas ez jî bilind dibim.
Ew çendî paq û rind dibe.
Ez jî ewqas paq û rind dibim.
Bi rastî jî dema min vê helbestê dixwend weke dirûşmeyekî dihat. Lê di vê dema dûr û dirêj a li penaberiyê weke Kurdekî bê dewlet min naskir ku ev helbesta Cegerxwîn nivîsandiye ne dirûşmeye rast e û rastiyeke gelekî tal e.
Li Herêma Kurdistanê 25ê Îlonê referandûma serxwebûnê pêk tê û piştî referandûmê jî tê çaverêkirin ku Kurdistan serxwebûna xwe ragihîne. Bi vî awayî jî Kurd wê li beşeke Kurdistanê bibin xwedî dewleteke serbixwe. Hûn vê rewşê çawa dinirxînin?
Ji roja ku pêkanîna referandûmê hat ragihandin û vir ve ez di kelecaneke mezin de me. Ez bi coş pêşwaziya ramana pêkanîna referandûmê dikim. Ez him piştgir û him jî gavekî erênî dibînim. Hêvîdar im dê ev prose bi encama serxwebûna Kurdistanê bidawî bê. Em di wê hêviyê de ne ku hêzên Herêma Kurdistanê ligel hev danûstandina bikin û xewna me ya dîrokî pêk bînin. Herêma Kurdistanê eger serxwebûna xwe bistîne dê ji bo başên din ên Kurdistanê jî wê bibe dîwarekî zexim. Em bi kelecanî li benda roja ragihandina Kurdistana serbixwe ne.
Hûn dahatûya Rojava çawa dibînin?
Bi kurtayî ez dikarim vê bibêjim. Di derbarê rewşa Rojava de bi giştî ez hinekî xweşbîn im. Kurdên Rojava îro derbasî qonaxeke nû bûne. Ev qonax hêjî delal zelal nebûye. Îro tiştekî vekirî û xurt heye ku êdî Kurd weke berê najîn. Tu carî weke berê ku bê nasname bûn, zimanê wan qedexe bû û rewş tim xirab bû. Ew gavên ku hatine avêtin gavên dîrokî ne. Li gorî min avakirina hêzên leşkerî gavekî erênî ye. Yanê çawa Pêşmerge li Herêma Kurdistanê gav bi gav ber serxwebûnê ve hatin, hebûna hêzên leşkerî li Rojava jî wê Kurdên li Rojava ber bi statû standinê ve bibe. Lê di aliyê rêveberiyê de gelek rexne li berpirsyaran dikim. Bi taybetî jî li TEVDEMê. Ji hêlekî de Rojava parastin û gihandin qonaxekî. Sazî û dezgehên Kurdî ava kirin.  Lê heta niha siyasetmedarên Rojava ENKS û TEVDEM nikarîbûn aliyên siyasî bigihînin hev li ser esasên berjewendiyên netewî. Ez ne tenê aliyê ENKSê rexne dikim. Herdu aliyan jî rexne dikim. Li aliyekî TEVDEM ku nikaribû formekê bi aliyê din ên ENKSê re deyne û Rojava bi hev re birêve bibin. Li aliyê din jî ENKS ku xwe daye kêleka dijminê Kurdan, xwe daye kêleka Îhtîlafa Sûriyeyê ku îro armanca Tirkan li Rojava birêve dibin. Eger mirov van rexneyan deyne cihekî ez ji rewşa Rojava geşbîn im. Ez hêvîdar im Rojava û Başûr têkiliyên xwe xurttir bikin.
Em xwînerên edebiyata Kurdî li benda berhemên te yên nû ne. Tu yê bi rêya me mizgîniyê bidî xwîneran?
Belê, romana min a nû amade ye. Dê di nava sala 2017an de ji aliyê weşanxaneya Peywendê dê ve li Diyarbekir û Stenbolê bi Kurmancî û li Silêmanî ji aliyê weşanxaneya Endeşe ve dê bi Soranî bê weşandin. Di hundirê îsal de dê were ber destê xwîneran.
Jiyan û berhemên wî
Nivîskar Helîm Yûsiv di sala 1967an de li Amûda Rojavayê Kurdistanê hatiye dinê. Dibistana seretayî û lîse li bajarê xwe xwendiye. Helîm Yûsiv  li Zaningeha Helebê xwendina hiqûqê qedandiye û ji sala 2000î vir ve li Almanyayê dijî. Bi dehan gotarên wî yên wêjeyî di kovar û rojnameyên erebî û Kurdî de hatine weşandin. Heta niha berhemên wî bi Kurdî, Erebî, Tirkî û Elmanî hatine weşandin. Berhemên wî yên bi Kurdî ji hêla weşanxaneya Avesta, Lîs, Ronahî û Peywendê ve hatine weşandin. 
Mêrê avis, çîrok (1991 bi Erebî, 1997 bi Kurdî, 2004 bi Almanî), Jinên qatê bilind (Çîrok, 1995 bi Erebî, 1998 bi Kurdî), Mirî ranazin, çîrok, (1996 bi Kurdî, 1998 bi Tirkî), Sobarto, roman, (1999 bi Kurdî û erebî), Memê bê Zîn (roman, 2003 bi Kurdî), Tirsa bê diran (roman, 2006 bi Kurdî), Gava masî tî dibin (roman, Amed 2009, bi Kurdî, Weşanên Lîs), Romana Kurdî (lêkolîn, 2011, bi Kurdî, Weşanên Ronahî), Auslander beg (çîrok, 2011, bi Kurdî, weşanên Lîs), 99 Morîkên Belavbûyî (roman, 2015, bi Kurdî, Weşanên Peywend)
HEFTENAMEYA BAS

Yorumlar

Bu blogdaki popüler yayınlar

Arjen Arî, ev pênc salin helbesta Kurdî sêwî ye

Dara Porxelek xwezî, lewitîn di kirêtiyê de û şer dizî j ime xewnên mîrekî li herêmekê em ji gundekî dijmin jî bûna malê me pev dima neyariya me nedigiha qewmekî kengî bûya lev dihatin em eydekê, erefatekê…  dibêje Arjen Arî. Pêşengê hemdemên xwe, helbestvanê nûjen ê zaravayê Kurmancî. Di 31ê Cotmeha 2012an de ji nav me koç kir. Li pey xwe bi hezaran dildar, bi sedan jî helbest hiştin. Em weke Heftenameya Basê bi sedema 5. salvegera helbestvanê nemir Arjen Arî bi heval û hogir û dostên wî re axivîn û her yekî ji wan ji bo me di derbarê Arjen de nivisî. Ji bo xatirê bîranîna Arjen Arî û xwînerên Heftenameya Basê em çarîneke Arjen Arî ku heta niha nehatiye weşandin tînin pêşberî we xwîneran. îşev rêwiyê şevê me. hew tu dizanî xunav. mêvanê dilê kê me Firat Cewerî: Arjen Arî diltenik bû Dema min û Arjen Arî hevûdu nas kir, dema rêxistinan bû. Em jî di rêxistinekê de hatibûn ba hev. Em pê ketibûn û me xwe bi felsefeya materyalîst digihand; em noqî lîtera

Abdulla Keskîn: Xeyala min a mezin xeyala her kurdekî ye

Gelî xwînerên Ezîz, bloga Dara Bandînî ji bo we xwîneran dest bi beşeke nipînû dike. Di vê beşê de her heftî wê bi mêvanên cûr bi cûr re hevpeyvînên dij rêbazê lidarbixe. Destpêka vê beşê em bi Damezrêner û Edîtorê Weşanxaneya Avestayê Abdulla Keskîn re axivîn. Abdulla Keskîn tevî edîtriya xwe û weşangeriya xwe bi qeşengbûna xwe jî di nav ciwanan de weke fenomenekî ye. Em xort û keçên kurd di şopa te de ne kak Abdulla. Kerem bikin bersivên Abdulla Keskîn li jêr in.               Abdullah Keskîn kê ye? Nizanim, hê jî bi min nexweş û zehmet tê ku li ser xwe bipeyivim. Ez bawer im kesên van rêzan bixwînin ên bi hêsanî karibin xwe bigihînin hin agahiyên biyografik an jî ez vî barî bavêjim ser milê te. Ciwanên kurd meraqa te dikin, jiyana te ya rojane çawa derbas dibe? Pir sade û tenê, hez ji herduyan jî dikim. Berê dereng radizam û dereng radibûm, vêga diguherim. Wextê min bêhtir li mal derbas dibe, ji rûniştina li mal hez dikim, heta nîvro dixwînim, ligel qahwê û tiştine s

Seyadê Şameyê Kekê: “Qulingê brîndar yê Kurdistanê”

Dara Porxelek Jiyaneke sirgûnî, îşkencekirî û mayîna bi salan di zindanan de… Seyadê Şamê ji aliyê malbata xwe ve wek mirî dihat zanîn. Dema dengê Seyad di Radyoya Rewanê de olan dide bawerî bi jiyanek ji nû ve vejînandî tê kirin. Malbata Kekê, girêdayî Eşîra Celaliyan e. Eşîr li navçeya Agiriya Bazidê dimîne. Nuxûriyê bavê xwe ye Seyad. Di heman demê de xwebexşekî doza Kurdistanê ye jî. Dewlet malbata Kekê di sala 1944’an de sirgûnî Yozgatê ji wir jî ber bi Alaca’ya Çorimê ve dike. Dema li sirgûnê bû dozgeriya Erziromê ji Seyad re nameyekê dişîne û dibêje: “Dê doza te ji nû ve bê dîtin, divê tu werî Erziromê.” Her çiqas bavê Seyad dibêje, “Meke kurê min, tesmîlê destê leşkerê Romê nebe” jî Seyad dibêje: “Bavo heta niha min tenê êş û elem daye we, bisekine ez biçim û vê sirgûniyê bidawî binim da ku hûn vegerin Kurdistanê.” Bavê Seyad li ser van gotinan misaade dide Seyad û Seyad berê xwe dide Erziroma şewitî. Dema Seyad diçe Erziromê, bêyî dozgeriyê wî desteser dikin û dibin