Dara Porxelek
Homer Dîzeyî li gundê Dûgirdkan yê girêdayî Hewlêra paytexta Kurdistanê ji dayik bûye. Homer Dîzeyî di jiyana xwe de hunermendî, rojnamegerî, siyasetmedarî û pêşmergetî kiriye. Dîzeyî bi dengê xwe yê qedîfe li seranserê Kurdistanê tê guhdarîkirin. Muzîka rojavayî li gor çanda Kurdî gelek balkêş neqişandiye. Em weke Heftenameya Basê ligel Homer Dîzeyî li ser jiyana wî ya hunerî, taybetî, siyasî û rojnamegeriyê axivîn.
Hûn ji malbateke dewlemend û xwedî ax bûn. Hûn ji wê fikra eşîrtî û axatiyê derketin û bûne hunermendekî mezin û netewî yê navdar. Ev yek çawa çêbû?
Pirsyarek gelek baş e. Rastî problema min ligel vê yekê dûr û dirêj e. Tradîsyona eşîreta beriya 50-60 salî gelek xirab bû. Cihê eşîran di civaka Kurdan de hûn jî baş dizanin. Bi rastî niha ne weke berê ye. Hinek rehet bûye. Dema ez 5-6 salî bûm birayê min bi xweşiya dengê min hesiya. Mirtib dihatin gund û stran digotin min jî jiber dikir û digot. Ez gelek ji stranên mirtiban hez dikim. Dema ez çûm Ewropa jî min mirtib dîtin, jiyaneke wan a balkêş hebû. Dema çandiniyê stranên cotkariyê dihatin gotin, wê demê min jî digot. Min gelek ji stranên gundiyan hez dikir. Paşê min di derheqê van stranan de pirtûkek jî nivîsand. Dema ez di Radyoya Dengê Amerîka de dixebitîm min her hefte li ser van stranan dokumanter belav dikirin.
Piştî bavê min rihmet kir ez hatim dinê. Birayê min yê mezin Ehmed bû, ew mezinê eşîrê bû. Lê wî jî rihmet kir. Min dixwest dema ez mezin bûm dibistana muzîkê bixwînim. Min ji kek Ehmed re got, wî jî got: “Ka lîseyê biqedîne paşê em ê bifikirin.” Ez piçûkê malê bûm, neçar bûm ku bi ya wan bikim. Lê di dilê min de tim xwendina muzîkê hebû. Di xeyala min de piştî xwendina lîseyê biçim Roma-Viyanayê û muzîk bixwînim. Bi rastî jî min dixwest ez Muzîka Klasîk bixwînim. Min dixwest bibim Maestro. Kekê min got: “Nabe ev yek şerm e, muzîk karê mirtiban e. Beşeke din bixwîne.” Kekê min ê din Enwer Beg li Enqereyê di beşa bijîşkiyê de dixwend. Kek Ehmed ji min re got: “Biçe Enqereyê ligel birayê xwe tu jî Dixtoriyê bixwîne, ji karê mirtiban çêtir e.” Ji ber ku li gor wan muzîk tenê karê mirtiban bû.
Di sala 1954an de dema ez li Bexdayê bûm. Min lîse dixwend. Radyoya Bexdayê ji min xwest ku ez çend stranên Kurdî bixwînim. Min ji Kekê Ehmed re got. Wî jî ji min re got: “Baş e biçe stranan bixwîne lê navê xwe yê rast nebêje û pere jî negire.” Eger min pere bigirta ez ê bibûma mîna mirtiban. Min ji bo Radyoya Bexdayê 6-7 stran gotin. 1-2 ji wan stranan yên min, yên din jî folklorîk bûn. Niha ew stran winda ne.
Di sala 1955an de min lîse qedand û ez çûm Enqereyê ji bo xwendina bijîşkiyê. Ez salekê li wir mam. Fêrî Tirkî jî bûm. Di dersên Dixtoriyê de 4 ders hebûn min 2 ders derbas kirin du ders man. Dema ez havînê vegeriyam Kurdistanê min biryar dabû ku ez venegerim Enqereyê. Kekên min Ehmed û Enwer pir israr kirin jî min nexwest ez vegerim. Pişt re nasên me ligel kekê min Ehmed axivîn û Kekê min qanî bû da ku ez biçim Viyanayê û li wir zaningehê bixwînim. Kekê Ehmed ji min re got: “Baş e biçe lê bi şertê ku tu yê muzîkê nexwînî.”
Di sala 1957an de ez çûm Viyanayê. Karê min ê yekem çûyîna Konservatûrê bû. Min bihîstibû ku hilbijartinên dengan tên kirin. Lê min nedizanî ku operayê dixwazin. Dema ez ketim hundir, min dît ku bergên jûrî weke dema Mozart bûn. Ez mat mam. Yek jî rûniştibû li piyanoyê dida. Ez 20 salî bûm û ditirsiyam. Serjûrî ji min xwest ku ez texta destê xwe bidim piyanîst da ku ji min re li piyanoyê bixe. Min got, ez notayan nizanim û opera jî min qet nexwendiye. Tenê stranên Kurdî dizanim, pejirandin û min ji wan re straneke Tariq Tewfîq xwend. Gelek ecibandin lê ji min re gotin ev der tenê ji bo operayê ye. Eger tu bixwazî dibistanên muzîkê hene biçe wir. Ez ji vê yekê pir êşiyam. Qet perwerdehiya min a muzîkê tune bû. Min ji neçariyê berê xwe da beşa Zanistên Siyasetê. Min Zanistên Siyasetê li Londrayê xwend. Piştî wê jî derbasî Parîsê bûm. Li wir jî derbasî DYAyê bûm. Karê min bi giştî siyaseta Kurdî bû lê min carinan muzîk jî dikir.
Mîna gelek kesan ez jî li bendê bûm ku hûn bîreweriyên xwe bikin pirtûk û belav bikin. Lê we di Heftenameya Basê de bi Soranî weke nivîsar belav kir. Sedema vê çiye?
Min di destpêkê de vekolîna malbata xwe kir û wisa nivîsandin bîreweriyên xwe. Malbatê ji deverên din ên Kurdistanê koça Hewlêrê kiriye û li Hewlêrê bicih bûye. Belgeyên vê agahiyê di Pirtûkxaneyêm Îngilistanê de hene. Min dîroka malbata xwe ya 200-300 salî nivîsand heta ez gihîştim roja me. Herkes wisa dizane ku min pirtûk nivîsandiye û ji wir belav dikim. Carinan ji bo hefteyekî dinivîsim carinan jî ji bo du sê hefteyan dinivîsim. Bi rastî min tu carî bîr nebiribû ku ez bîreweriyên xwe belav bikim. Hevalên Basê ji min re gotin ‘Tu çima bîreweriyên xwe nanivîsî, eger tu binivîsî em ê di rojnameyê de biweşînin.’ Me ligel Basê rêkeftin îmzekir, piştî gotar bidawî bibin dê Rojnameya Basê bike pirtûk û biweşîne. Min jî piştî vê lihevhatinê bîreweriyên xwe li ser rojnameya Basê weşand.
Hûn di bîreweriyên xwe de cihekî gelek girîng didin dayîka xwe. Dayîka we çawa li destpêka hunermendiya we dinêrî. Piştgirî dida we an ew jî li hember derdiket?
Dayîka min bi eslê xwe ne Dîzeyî ye. Ew ji Eşîra Berzencî li herêma Koysancaqê ye. Em malbatake Hewlêrî ne. Malbata Dîzeyî ne şêx û seyîd e. Em eşîr in. Bavê min pir zû rihmet kir. Hê 45 salî bû rihmet kir. Ez piştî mirina bavê xwe hatim dinê. Dayîka min him bû bav him jî bû dayîk ji min re. Dayîka min gelek bi ser min de diket. Ez jî pir bi dayîka xwe ve girêdayî bûm. Wê jî nexwest ku ez muzîkê bixwînim. Digot, ‘Eyb e, şerm e. Dibistanê bixwîne lê ji bilî muzîkê beşeke din bixwîne.” Dayîka min jî ligel kekê min bû.
Di ciwantiya we de hûn li hember pergala axatî û gundîtiyê sekinîne. Hûn ji ber pergala eşîrtiyê çûn Rojavayê Cîhanê û we zaningeh xwend an ev yek ji xwe biryara we ya takekesatî bû?
Her çiqas em zarokê axa bin jî hinek ji me Komûnîst bûn, hinek ji me jî Marksîst bûn. Rewşenbîrên wê demê bi giştî çepgir bûn. Birayê min Kak Enwer birîndar ket, Kekê min ê mezin Kak Ehmed jî li ser vê mijarê ket hepsê. Em weke zarokên Dîzeyî bi piranî Marksîst û Komûnîst bûn.
Di wê demê de her malbateke ku rewşa wan a aborî baş bû keç û xortên xwe ji bo xwendinê dişandin Ewropa. Ne daxwaza min î takekesî bû lê min jî gelek dixwest.
Di wê demê de her malbateke ku rewşa wan a aborî baş bû keç û xortên xwe ji bo xwendinê dişandin Ewropa. Ne daxwaza min î takekesî bû lê min jî gelek dixwest.
We ligel hunermendiyê siyaset jî pêş ve biriye, sedema vê yekê çi bû?
Gelek siyasetmedarên cîhanê yên bi nav û deng ligel siyasetê hunermendiyê jî dikin. Clinton li saksafonê dide, Wezîra derve ya DYAyê Condoleezza Rice piyanîsteke navdar e. Siyaset û huner ligel hev dimeşin.
Çend besteyên we hene?
Bi rastî jî ez nizanim çend stranên min hene. Min gelek stranan nivîsandine, lê kêm ji wan min tomar kirine. Ez ne profesyonel im, ji ber vê yekê jî nizanim çend stranên min hene.
Li seranserê Kurdistanê hûn ji kîjan stranbêjên Kurd hez dikin?
Di vê mijarê de jî divê em kategorîze bikin. Yên kevin Kawis Axa, Meryemxan Saîd Axayê Cizîrî piştî wan Tahsîn Taha. Yên niha Aynûr Doğan, Nîlufer Akbal, Rojîn. Li Rojhilata Kurdistanê Kanî heye. Li Kerkûkê Chopy heye. Li Başûr Hanî heye û gelek kesên ku niha navê wan nayê bîra min.
Siyaset, huner an rojnamegerî?
Zimannasî jî heye. Dema ez li Amerîka bûm min mastera xwe li ser zimannasiyê dikir. Salekê min serkeftî bidawî anî. Paşê min di Radyoya Dengê Amerîka de dest bi xebatê kir. Û min mastera xwe di nîvî de hişt. Ez bi 8-9 zimanan dizanim. Siyaset jî, zimanzanî û rojnamegerî jî beşên ku min xebat li ser kirine. Lê huner û zimanzanî dilê min germtir dikin.
Em ê kengî berhema we ya nû guhdarî bikin?
Min CD nû dagirtiye. Ji deh stranan pêk tê. Niha li Silêmanî tê amadekirin. Piranî besteyên min in. Melodiyên stranan jî bi giştî yên Ewropî ne. Min stranek li ser Kobanî jî çêkiriye. Melodiya wê ya dema Partiya Komûnîst a Îraqê ye. Bi rastî jî straneke pir xweş e.
Hûn hunermendên Bakurê Kurdistanê çawa dibînin?
Ez gelek ji muzîka Bakuriyan hez dikim. Asîmîle nebûne. Bingeha muzîka wan tim Kurdistan e. Paqij maye. Hêviya min ew e ku vê yekê bidomînin. Weke Başûr nekevin bin tesîra Erebî. Herwiha hinek Rojhilat jî vê yekê dike.
Di vî emrê têr û tije yê ligel siyaset û hunermendiyê de hûn dikarin di derheqê evîndariyê de çi
ji me re bêjin?
Hemû mirovên li qada hunerê kar dikin, ew di du cîhanan de dijîn. Di cîhana xwe ya taybet de ji xwe re îmagînasyonekê diafirînin. Vê afirîdê ji xwe re dikin helbest, stran an jî berhem. Eger hûn wan ji wê cîhanê derxînin ew bedbext dibin. Mirovahî jî ji berhemên wan bêpar dimînin. Hunermend bi saya wê afirandinê ji xwe re dilê xwe dikin perestgeh.
Gelo Evîndara we ya yekem?
Li Kerkûkê bûm. Me li dibistana navîn dixwend. Keçeke Aşûrî hebû navê wê Leyla Polmelek bû. Esmer û pir xweşik bû. Aşûriyên Îranê bûn di dema Simkoyê Şikak de reviyabûn hatibûn Kerkûkê. Bavê wê Dixtor bû. Min bi navê Leyla Polmelek stranek nivîsanibû ji bo wê. Ew hay ji vê yekê tune bû. Evîna min platonîk bû jixwe.
Hunermendên vê demê stranên wan di demeke kin de gelek tên guhdarî kirin û tên ji bîr kirin. Lê yên klasîk, weke Tehsîn Taha, Saîd Axa û hwd nayên jibîr kirin. Her wiha yên we jî wisa ne ku di hişê mirovan de dimînin. Sedema vê yekê çiye?
Mijara muzîkê dema tê guftogo kirin divê mirov dabeş bike. Bi taybetî jî ya muzîka Kurdî. Muzîka klasîk heye, yên gundan hene, yên cotkariyê her wiha yên olî jî hene. Yek jî stranên rojane hene. Ev stranên rojane salek du sal tên guhdar kirin û jibîr diçin ev normal e. Mayîna muzîkên klasîk di hişê mirov de asayî ye. Ciwanên serdema me guhertinê dixwazin. Çar kurên bestekarê navdar ê Alman yê Bach hene. Her çar jî hunermend bûn. Li medreseyên cuda perwerdehî didîtin. Ji bavê xwe redibêjin ku: “Bavo, mirov êdî guherînan dixwazin. Ger em jî biguherin.” Bach jî ji zarokên xwe re dibêje: “Min emrekî ligel muzîka klasîk derbas kiriye, ez nikarim biguherim lê hûn ji guherînê re vekirî bin.” Min jî di dema xwe de pêwistiya veguherînê dît. Bi wê hişmendiyê min dest bi muzîkê kir. Wisa difikirim ku min karekî baş kiriye. Ev guhertin jî li xweşa gel çûye.
Ezmûna we ya rojnamegeri û siyaset ê?
Di sala 1963an de ji Parîsê bo şoreşa Gulanê vegeriyam Kurdistanê û min Pêşmergetî kir. Piştî saleke din ligel Kak Samî Abdurrahman û Hebîb Mihemed Kerîm li şikeftekê me Radyoya Dengê Kurdistanê damezirand. Partiyê ji Kekê min Sadî Dîzeyî û Kemal Fûad xwestibû. Ew wê demê li Mêrdînê bûn. Wan radyo ji Almanyayê kirî û ji me re şandin. Destpêka rojnamegeriya min wisa ye. Piştî wê ez çûm Amerîkayê û di Radyoya Dengê Amerîka de xebitîm. Ez him spîker bûm him jî min gotar dinivîsandin.
Dema ez hê li Enqereyê bûm jî min ji bo Kovara Hetaw helbest û gotar dinivîsandin. Paşê Kovara Karwan derket, min gelek gotar ji bo wan jî nivîsandin. Min gelek helbestên şairên Ewropî jî ji bo Kurdî wergerandin.
Hê ez biçûk bûm min di Partiya Komûnîst a Îraqê de xebat dikir. Dema ez li Ewropa bûm endamê Partiyê bûm. Paşî rihê min ê hunerî bi serket û min ji siyasetê xwe paşêve kêşa. Weke hûn jî dizanin hunemend ji azadiya xwe hez dikin. Mixabin hizbên me yên siyasî dibêjin em çi bixwazin ger hûn wê binivîsin. Min ev yek nekir. Ji ber vê yekê ez hê jî ne endamê tu partiyan im.
Heftenameya Basê
Yorumlar
Yorum Gönder