Ana içeriğe atla

Ji bîr Kirin Kurd Ji Mirinê Mezintir in



 
Kê dîtîye?

Li ordîgeha cejnekan
Li ordîgeha cejnekan
Li dozexa bê av û nan
Li Bajarê sêwî û kinciran
Bîkêt cilkêt reş kar dikirin
Zava dibirine parastina û
Egal li ser serî rêz dikirin

Hizir dikirin
Eger hizar ser jê kirin
Hizar hizar berze kirin
Kurd dimirin
Lê ji bîr kirin
Kurd ji mirinê mezintir in
Ji sêdara bilindtir in
Ji qamçîya û ji lêdana mukumtir in

Hozana min “ez û jîyar“ çîroka hevalekî min yê enfal bûye. Ew û kurê xwe ji Ava Şînê derbas dibin, jina wî û kur û keça wî dimînin li rexê din û hêriş li ser da tê. Eve danûstandina di navbera wî û kurê wî ye








Babo Jîyar, Babo Jîyar
Dayîka te, Kiçûl û Hejar 
Mane bi rê ve
Bawer nakem em bibînîn
Ji evro pê ve
Ez nizanim
Caşa girtin
Gurga xwarin
Avê birin
Yan goristana hingaftin

Bes bike girî
Bes bêje min
Ka dayika min
Ev çend e şîr nedaye min
Ha çi nema em digehîne Çîyayê Şirînê
Zom û bayên Feraşînê
Derbeder li wêrê mişene
Paşê şîr nabîtin xem e

Bes bêje min babo sar e
Sireka dijwar e û har e
Bes bike girî
Ew saçima serê min birî
Min nakûjit
Devî veke
Xwîna ji serê min dipeşîtin hêdî fir ke
Jê ne tirs e
Ev e şîrê sipî ye
Ev e şîrê sipî ye
Sor bûye
Çonke babo
Kawdana sor e spî kirin
Sipî sor kirin

Babo Jîyar
Hêrişa zilmê hêrîşeke zor giran e û
Miletê me
Yê bê kes û bê xwedan e

Hawar dikim 
Mirovnasa kesê hay ji dengê me nîn e
Ew xema me ya kesê nîne

Hawar hawar
Kê dîtîye
Milletek çend melyon mirov
Li çol û çîya bibine hov

Hawar hawar
Kê dîtiye 
Jin û mêr jêk bêne berdan
Bê dadgeh û mela û xwedan

Hawar hawar
Kê dîtiye 
Zarok bi jehrê xwedan bin 
Zerî hêj kiç zikgiran bin

Hawar hawar
Kê dîtîye
Pistal biryara diçespînin
Mişk pilinga xendiqînin

Hawar hawar 
Kê dîtîye
Zava ji birsê, zava ji tirsê
Nebît zelam
Û jin ji şermê û rîsatîyê 
Nebît xanim
Nebît medam
Û Zuhakê çerxê bîstê bibît sedam

Binive babo
Binive babo
Çinyeka nanî me mabû
Ew jî kîfkoyê lê da bû

Binive babo ha çi nema
Em digehîne sinorî
Û ew heftiya ser me borî
Nahite ve

Hosa gelo
Jîyar nivist
Binive binive û
Bi kizgiryok , çû beheştê
Çîroka wî jî eve bû
Li heştê û heşt

Jaro Duhokî 

Yorumlar

Bu blogdaki popüler yayınlar

Abdulla Keskîn: Xeyala min a mezin xeyala her kurdekî ye

Gelî xwînerên Ezîz, bloga Dara Bandînî ji bo we xwîneran dest bi beşeke nipînû dike. Di vê beşê de her heftî wê bi mêvanên cûr bi cûr re hevpeyvînên dij rêbazê lidarbixe. Destpêka vê beşê em bi Damezrêner û Edîtorê Weşanxaneya Avestayê Abdulla Keskîn re axivîn. Abdulla Keskîn tevî edîtriya xwe û weşangeriya xwe bi qeşengbûna xwe jî di nav ciwanan de weke fenomenekî ye. Em xort û keçên kurd di şopa te de ne kak Abdulla. Kerem bikin bersivên Abdulla Keskîn li jêr in.               Abdullah Keskîn kê ye? Nizanim, hê jî bi min nexweş û zehmet tê ku li ser xwe bipeyivim. Ez bawer im kesên van rêzan bixwînin ên bi hêsanî karibin xwe bigihînin hin agahiyên biyografik an jî ez vî barî bavêjim ser milê te. Ciwanên kurd meraqa te dikin, jiyana te ya rojane çawa derbas dibe? Pir sade û tenê, hez ji herduyan jî dikim. Berê dereng radizam û dereng radibûm, vêga diguherim. Wextê min bêhtir li mal derbas dibe, ji rûniştina li mal hez dikim, heta nîvro...

Arjen Arî, ev pênc salin helbesta Kurdî sêwî ye

Dara Porxelek xwezî, lewitîn di kirêtiyê de û şer dizî j ime xewnên mîrekî li herêmekê em ji gundekî dijmin jî bûna malê me pev dima neyariya me nedigiha qewmekî kengî bûya lev dihatin em eydekê, erefatekê…  dibêje Arjen Arî. Pêşengê hemdemên xwe, helbestvanê nûjen ê zaravayê Kurmancî. Di 31ê Cotmeha 2012an de ji nav me koç kir. Li pey xwe bi hezaran dildar, bi sedan jî helbest hiştin. Em weke Heftenameya Basê bi sedema 5. salvegera helbestvanê nemir Arjen Arî bi heval û hogir û dostên wî re axivîn û her yekî ji wan ji bo me di derbarê Arjen de nivisî. Ji bo xatirê bîranîna Arjen Arî û xwînerên Heftenameya Basê em çarîneke Arjen Arî ku heta niha nehatiye weşandin tînin pêşberî we xwîneran. îşev rêwiyê şevê me. hew tu dizanî xunav. mêvanê dilê kê me Firat Cewerî: Arjen Arî diltenik bû Dema min û Arjen Arî hevûdu nas kir, dema rêxistinan bû. Em jî di rêxistinekê de hatibûn ba hev. Em pê ketibûn û me xwe bi felsefeya materyalîst digihand; em noqî lî...

lêgerîna xwe nenasekê

Mirovê ku ji roja ku xwe nas kiriye û vir de di lêgerîna 'Ez kî' me de ye. Di vê lêgerînê de geh xwe li Fredrich Wilhelm Nietzsche xist, geh xwe li Kant xist û geh jî xwe li tasavvûfê xist. Bû xwedênenas ji xwedê ra da xeberan. Bû oldar li pey şopa sofiyên Kurdistanê geriya. Bû materyalîst û xwe li pey şopa jinên etnîk eteklî da. Geh li Diyarbekir geh li Îstîklala Stenbolê bi materyalîst û komînîst û sosyalîstan ra rabû rûnişt. Li pey şopa xwe bû li xwe digeriya di esasê xwe de lê li deverên ku lê digeriya dûrî wî bûn. Piştî demekê di rewşeke wisa xirab de ku dev ji her tiştî berda û berê xwe da daristan û çiyayan bi mehan li wan çiyayan jiyana xwe doman de pê derxist ku mijar ne lêgerîn e. Mijar ne lêgerîn bû, mijar qebûl kirina jiyana di niha de ye bû. Yanê mirov çiqas jî li derveyî xwe li xwe bigere ew lêger beredayî ye. Mirov ji xwe û wir de ne tu tişt e. eger mirov têgihiştina xwe di naskirina kesayeta xwe de temam neke hemû lêgerîn û peyv bê wate ne. Ji ber ku jiyan...