Mem Zînistanî bi pirtûka xwe ya kurteçîrokan vê derdikeve pêşberî xwînerên xwe. Pirtûka Heşterxan ji 12 kurteçîrokan pêk tê. Pirtûk ji Weşanên Lîsê di Rêbendan a 2018an de derçû ye. Edîtoriya pirtûkê jî bûye qismetê Kawa Nemir. Min pirtûkê berî çendekê stendibû lê belê ji ber rêza xwendinê ne bû qismet ta îro bixwînim. Doh li Şevîn Teras Cafeyê rûniştim û min destbi xwendinda pirtûkê kir. Memî her çiqasî ji Serhedê be, kurmanciya di devê wî de ji Botanê, Çemişgezekê û ji hêla Rihayê jî xwedî mînaka ye. Mirov bi awayekî hêsan, bêyî ku li Kurdolojiya Zanîngehan bixwîne dikare ji kurmanciya Memî fam bike. Ji we bê vê nivîsê bixwînin û piştî nivîsê jî harin pirtûka Mem Zînistanî - Heşterxanê bistînin û dest bi xwendina wê bikin. Pirtûk bi çîroka ‘Kiraşo’ destpê dike û Memî di vê çîroka xwe de teswîra beravê dike. Dema mirov dixwîne dîmenên dayika mirov a di salên nodî de li ber çavên mirov olan didin. Memî teswîreke pir bi detay dike mirov di dema kinc şuştinê de dibê q