Silav giyan, Omer Faruk Baran ango www.perxudres.blogspot.com ê ku li gel min hêjayî qedir û hezkirineke payebilind. Carînan ez wilo tevdigerim ku, tişta di dilê min de ji devê min çewt derdikeve. Ew rojê min dilê te hişt bêyî ku bi niyetek wisa tevbigerim. Ji vir bangî te dikim û dibêjim em ji hev bixeyîdin wê Carbekir sêwî bimîne. Tu dizanî beriya ez harim Albania me hev û du dît û vaye îro di ser re mehek derbas bû ye. Sal bûye 2018. Em hê jî li Qirixê rûneniştine û me çend gotinan li bin gohê edebiyata kurdî me xistiye. Nizanim weke lawê xelkê peyvên edebî û hunerî bireşînim ser rûpelan. Ji ber wê jî ez mirovekî rast e rast im. Ez ê bo te nameyek binivîsim û hevîdarim ku ev name bibe sebep da ku em li hev werin. Silav kek Omer, ez vê nameyê ji te re li Diyarbekira di bin dagirkeriya Tirkan de dinivîsim. Niha li hêla Seyrantepe me ku ev mala ku ez tê de dimînin ji aliyê kargeha fermî ya dewleta dagirker (TOKI) va hatiye çêkirin. Li çi bikim wele him erzan e him jî xwedî