Çîrok bi destpêkeke klasîk a Kurdan destpê dike. “ Pîrê serê sibê zû hişyar dibe, hewşa xwe avreşîn dike û hêdî hêdî weke rîtuelekî paqij dike. Di nav dengên zarokan deng û lîstika zarokan de vî karî dimeşîne.” Ev rîtuel li ber hemû çavên Kurdên ku li gund çêbûne wêneyekî xêz dike bêguman. Dîsa pîrê zarokan hişyar dike ku dengê xwe zêde bilind nekin da ku kalê wan ji xewê şiyar nebe. Lê çi fêde kalo şiyar bûye jî di ji ber deng û reqsa zarokan. Dîsa weke rîtueleke li hemû malên li hemû gundên Kurdan radibe ber bi bîrê ve diçe û dev û ruyê xwe dişo(Em dibêjin dev û rû ne ser û çav). Ne bûka mezin ya navîn lê ya biçûk pêjgîrekî ji xezûrê xwe re tîne ev jî di nav Kurdan de çandeke giştî ye. Sedem nizanim çiye lê li gor tecrûbe û xwendinê min li hemû Kurdistanê ev yek jî weke ku Dîcle di vê çîroka xwe de dinivîse ye. Çîrok û zimanê nivîskar herikbar û sade ne. Çîroka bitenêbûna bi mirina mêrê wê Hecî Resûl û sirgûnkirina